| |
|
| |
|
Rewşenbîrî û hevgirtina rewşenbîran
|
|
rojava.net 17.09.2005 |
|
|
Selîm Biçûk
Peyva rewşenbîr ku hevwateya peyva ronakbîr e ji du perçeyan tê
avakirin; rewşen/ronak û bîr. Rewşen yan jî ronak bi wateya geşbûn û
ronahiyê tê û bîr bi wateya mejî û hiş û ramanê. Peyv bi temamî ji
pesnikî/rewşekê û navekî tê. Bi hevgirêdana herdu perçeyên peyvê
ronahî, geşbûn û zelaliyê bi mejî, zanîn, raman û hiş ve girêdide.
Mirov dikare ramana ronak û geş, bîrên zana û têgihîştî û mejiyê
zelal, vekirî û jîr û hişmendiyê ji vê peyvê nas bike.
Li hember peyva rewşenbîr/rewşenbîrî di latînî de û di piraniya
zimanên europî de -wek mînak elmanî- intellektuell/ intellektualität
cihê xwe digire. Duden 5 – Ferhenga peyvên biyanî weha vê têgînê
şîrove dike: Intellektualität (rewşenbîrî); zaniyarî (jîrbûn). Her
weha intellektuell/ rewşenbîr; kesê ku vê zanîn û jîrbûnê di
kesayetiya xwe de bi cih dike. Ew kesên rewşenbîr bi piranî kesên ku
xwendinên bilind tewaw kirine û babetên jiyanê di her hêlê de bi
awireke rexneyî rêz dikin û xwe bi wan babetan re mijûl dikin.
Ferhenga ( Das neue Fischer Lexikon in Farbe, Band 5) weha peyva
Intellektuelle/rewşenbîr şîrove dike; intellektuelle yan
intelligentsia ew kes in yên xwedî hişmendiyek bilind û bi vê
hişmendiyê re jî perwerdeyiyek taybet tewaw kirine û dikarin
hîkariya xwe li ser aliyên cuda yên civakê bikin (mîna nivîskar,
rexnevan û zaniyaran). Ji van şîroveyan mirov dikare nas bike ku
rewşenbîrî hişmendiyek bilind e, bi vê hişmendiyê re jî perwerdeyek
taybet heye û di encama vê hişmendiya bilind û perwerdeyiyê de kesê
rewşenbîr dibe xwedî hêzek taybet ku rola xwe bilîze û karibe
hîkariyê li civatê bike. Rewşebîrî ew hêz e ku dikare li pêşberî
civatê asoyên nû di hemî hêlên jiyanê de veke. Li gora vê taybetiyê
kesê rewşenbîr diyardeyên berbiçav di jiyanê de şîrove dike û li ser
bingeha wan şîroveyan ji bo pêşerojê asoyên nû û riyên nû vedike.
Eger em bi van pîvanan nêzîkî rewşenbîriyê bibin emê derî li gelek
pirs û pirsgirêkan vekin:
1- Hêzek rewşenbîrî di Kurdistanê de hatiye avakirin?
2- Rewşenbîrên ku hene çiqasî di jiyana civata kurd de xwedî rol in?
3- Kesayetiya kurd ku bi her awayî hatiye birîndarkirin û lawazkirin
dikare çiqasî xwe bi têgîna rewşenbîriyê re biguncîne?
4- Çare çi ye?
Her weha mirov dikare lîsteya pirsan bêdawî dirêj bike. Pêngava
yekemîn jî ber bi rewşenbîriyê ew e ku her kesê xwe rewşenbîr dibîne
van pirsan ji bo xwe wek bingeh bigire û li bersivan bigere. Têgîna
rewşenbîriyê ne tenê peyveke, ev têgîn di nava xwe de gelek
taybetiyan dicivîne; hişmendiyek taybet, perwerdeyiyek taybet û her
weha berpirsiyariya li hember jiyana civatê wek mirovekî taybet. Di
vê çarçoveyê de, rewşenbîr ew mirovê bijarte ye ku dikare bi
şîroveyên xwe rê li hember civatê ronî bike û di encama van
şîroveyan de çareyan ji bo pirsgirêkên cuda pêşkêş bike.
Eger di vê babetê de em vegerin ser pirsa Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava Li Derve HRKRD û bi pîvanên jor lê bikolin emê bibînin
ku ev sazî tenê hewldanek bû ber bi pirsgirêka rewşenbîriyê ve.
Dixwest li vî perçeyê Kurdistanê zemînekê ji bo tevgerek rewşenbîrî
ava bike. Di baweriya min de şaşiya herî mezin ew bû ku ev bîr û
boçûn ji hêla ramanî ve têr guftûgo nebû. Bingehek dîtiyarî(theorî)
ji bo vê avakirinê nehat danî. Ev gav bi xwe jî di bin giraniya
bûyerek siyasî de hat meydanê. Serhildana 12 adara 2004 an
ronakbîrên kurd rû bi rû li hember pirsa rewşenbîriyê danîn lê tenê
di hêla siyasî de. Hêlên jiyanê yên din wek ziman, zaniyarî,
nivîskarî, rêvebirin, sazûmankirin, rêxistin, ragihandin, têkilî,
bîr û boçûn …..ûhd. ne kêmî hêla siyasî kambax û li paş in.
Avakirina zemînekê ji bo pirs û pirsgirêkên rewşenbîriyê, li nav
civata kurd û bi komek mirov wek ku mirov di nava deryayê de li
dilopek avê û taybet bigere. Ev koma ku ev berpirsiyarî da ser milê
xwe ji aliyê xebatkar, dirav, karîn, mercên jiyanê û şerê derdorê ve
hat sînorkirin. Hîn di kongireya yekemîn de, hin aliyan dixwest vê
saziyê bikin aliyekî siyasî û li dijî hin rêxistin û partiyan bikar
bînin. Hin aliyan jî bi armanc û daxwazên kesayetî û teng xwe nêzîk
kirin. Dema ku ev bîr û boçûn neçûn serî ev alî bûn yek û wan bi xwe
sazî bi alîgiriya siyasî tawanbar kirin. Şer di vê çarçoveyê de
nesekinî û pir caran kes û kesayetî dan ber xwe. Di vê derbarê de
hevgirtin bi xwe carna ket meydana şer û piraniya caran jî ket
rewşek xweparastinê û pirsên rewşembîriyê man li paş. Hevgirtin wek
dezgehek rewşenbîrî gerek bû bi awayekî giştî û zaniyarî nêzîkî
siyaset û rêxistinên siyasî bibûye. Bi yek dûrbûnê, bi yek pîvanê û
bi yek helwestê nêzîkbûna rêxistinên siyasî dihat xwestin. Ev yek
heta bi radeyekê di nav komîteya birêvbir û endamên çalak de bi cî
bû lê di encama wê xweparastina li hember şerê derdorê de kar û
xebat pir caran sar dibû. Xebatkarên hevgirtinê bi tirs nêzîkî
livbaziyan dibûn. Bi awayekî din xweparastina li hember tawanbariya
bi alîgiriyek siyasî kar û xebata rewşenbîrî heta bi radeyek bilind
da rawestandin. Li şûna bilindkirina asta rewşenbîrî û geşkirina
guftûgoyên ramanî xweparastin û carna daketina meydana şerekî bêwate
cihê xwe girt.
Sînorên navbera tevgereke rewşenbîrî û siyasetê bi xwe pîvanên
rewşenbîriyê ne. Ne pêwîst e rewşenbîr siyasetvan be yan di
rêxistinek siyasî de kar bike, ew dikare bibe çavdêrê wê siyaset û
rêxitinê û asoyên nû ji wan re veke. Ji xwe eger rewşenbîrekî xwe di
çarçoveya rêxistineke ideologie de asê kir dê bi destê xwe rol û
peyama xwe ya rewşenbîrî bikuje. Ev alî bi xwe nakokî û nexweşiyek
kambax e di bîr û ramanên gelek rewşenbîrên kurd de. Hevgirtin ji
hêla hin kesên ku xwe wek endamên çalak didîtin bi alîgiriya siyasî
dihat tawanbarkirin ji ber ku di hin helwest û bîr û boçûnan de dûrî
ideologieya wan diçû.
Piştî vê derbasbûnê ezê vegerim ser hin pirs û pêşniyazên derbarê
kongireya diwemîn ya hevgirtinê.
1- Guftûgoyên bingehîn di kongireyê de:
a. Di serî de li ser kar û xebatên komîteya birêvebir
yên piştî kongireya yekemîn û astengiyên ku li pêşiya
kar hebûn.
b. Li ser sînorên di navbera karê rewşenbîrî û siyasî
de. Ev kar tevî ku ji karê siyasî cuda nabe lê li derî siyaseta
rêxistin û partiyan rola xwe wek çavdêr, şîroveker û xwedî dûrbînek
zanistî dilîze. Bi taybetî di avakirina saziyên sivîl de xwedî rolek
giran e. Her weha siyaset bi xwe beşek ji beşên rewşenbîriyê ye.
c. Firehkirina hevgirtinê û avakirina komîteyên taybet
û şaxên welatan.
d. Li ser guherîna rêbazê.
2- Rêbaz:
a. Navê hevgirtinê bê guhertin wê baş bibe. Eger navê
nû bêtir di çarçoveyeke rewşenbîrî de be dê kari be bêtir bi saziyê
re bigunce.
b. Beşê endam: ji ber ku rewşenbîrî ne tenê huner,
wêje û ragihandin e divê deriyê endametiyê hîn firehtir bibe û hemî
beşên zaniyariyê bicivîne. Her weha mijûliya bi van beşan re tenê ne
bes e, gerek e astek vê mijûliyê hebe.
c. Di beşê armancan de xalên 5 heta 9 bên guhertin û
bi vî awa yî: Parastin û geşkirina çand, ziman û wêjeya kurdî her
weha têkoşîn ji bo peyv û derbirîna azad û geşkirina rewşenbîriya
kurdî di her warî de.
d. Beşê komîteyên hevgirtinê: Divê komîteyên taybet
destnîşan bibin û komîteya kargêr ya ku bê hilbijartin dest bi
xebata avakirina şaxên welatan bike. Komîteyek taybet bo ragihandinê
bê avakirin û ew komîte bi xwe rêvebiriya malpera hevgirtinê bike û
tenê li hember kongireyê berpirsiyar be.
3- Li ser pirsa aboriyê: Ji bilî çavkaniyên ku di rêbazê de
hatine ziman divê hevgirtin li ser hin pirojeyan raweste ku kari be
ji dewlet û saziyan alîkariyê bigire û ji bo vê yekê eger komîteyek
taybet bê saz kirin baş dibe.
|
|
|
|
|
|
|