rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 

 


 


Li wir ku gombûn mezin, dizê(3/5)

                                                                                                   rojava.net 17.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xelat Ehmed:
Li wir, ku berbang ji mijê heta bi mijê ne,
her tişt, mezin, diçe zayînê
li wir, ku bajar, xerîb ji hembêzan, vedigerin(3/5)


Hoşeng Broka


Li wir Xelat Ehmed, ku navê wê ji „Ava Mezin“ heta bi „berbangên mezin“, xerîb diçe lidarxistinê, „pezkovî bi pezkovî“, laşê yarê xwe, daku ji beşdarbûna wê û pê de be, dibe haştkirinê; „kuxîn û kuxîn“, şehwetê, daku xerîb neçe basa wan, dibe hişyariyê ; „baran û baran“, daku sil neçe pêjna wan, herdu navan, li bîra civanê ditîne; „kew û kew“, daku ji wan dûrtir neçin, „Ferat“ ji herdu laşan û pê de, dibe hişînhatinê; „zend û zend“, daku ji bin serê yarê wê û wêdetir neçin, „sermemikan“ dibe „gulpişkuvandinê“; „çaq û çaq“, daku ji “bihna ramûsanan“ û pê de bin, û „zelal û zelal“, daku her tişt ji wexta herikîna wan û pê de be, xerîbiyê dispêre bîstikên xwejibîrkirinê:

Ji wexta laşê te,
ku bi pezkoviyan dagirtî ye,
ji wexta dengê te,
ku bi kuxîna ji şehwetê, têr û tijî ye,
û ji wexta baranê,
ku ji hilmê heta bi hilmê,
digihe wexta taziyê min,
bi refekî ji kewan,
em bi ser ve, diçin.
Ji wexta ku serê te,
diçe palgeha ji herdu zendên min,
ji her sermemikekê gulek der dibe,
ji çaqên te,
bîna hezar ramûsanê, difûre
em hesan mîna du zelalan, diherikin
û qasekê ji bîr dikin,
ku em xerîb in.(R.32)

Yar, ku hemû rê ji helbestê diçin wî, aliyê din yê li derveyî „xerîbiyê“ ye, ku dikare bibe welatê Xelat yê ji pezkoviyan heta bi pezkoviyan, ji kewan heta bi kewan û ji baranê heta bi baranê.
Li wir ku aliyê yarê esih e, helbestvan Xelat Ehmed digihe wexta beşdarbûna esih ya li derveyî bajarên mezin, aliyên mezin, demsalên mezin, berfên mezin, giriyên mezin ku esih diçin xerîbiya mezin.
Xelat Ehmed ji „Ava Mezin“ heta bi „sîtavên bajarên mezin“, xerîba wexta aliyên mezin û nexşeyên mezin e ku her tişt ji wan û pê de diçe girtinê.
Ew xerîb ji „pezkoviyên ji pêjna yarê xwe“, xerîbtir, diçe „cûtina xwê“(R.20), diçe cûtina navê yarê xwe, diçe cûtina kêlîkên ji wexta „yansûn û gîhasêvan“(R.22), ku xwe pê, di bendemana wî de, dişuşt û xerîb wek navê xwe yê derbeder, ji gavên ku nema diçin barana ji pêjna wî, xerîbtir, diçe cûtina „tariyê ku herdu dibin yên wexta li derveyî pencereyan“(R.29).
Ew her erda xerîb ku ji nexşeyan re xerîb e, her erda xerîb ku ji efsaneyan heta bi efsaneyan e, xerîb bangî navê xwe dike ku ji navê wê/wî re xerîb tê û xerîb bangî navê wê/wî dike ku ji navê wê re xerîb e. Li wir, ku aliyan bihna wê nas nedikirin, ku „xak xanedar, ji girî heta bi girî bû“, helbestvan jî „xerîbeke bê tembîkname bû, di tenga demê de“; tembîknameyeke xerîb bû, ku nedigiha; bihneke xerîb bû, ku bala aliyan nedikişand; û „guleke xerîb bû, ku di pirtûkên gerhokan de, zuha dibû“ :

Tu xerîb î,
û ez jî ji te re, xerîb têm,
û ev zemîn bihna min nas nake,
bi efsaneyan mişt e,
ji nexşean gom e,
û ji girî heta bi girî,
xanedar e.
Bê tembîkname,
ez berhingarî serdema xwe dibim,
ez gul im,
ku di pirtûkên gerhokan de, zuha dibe.(R.77)

Li wir, ku Xelat Ehmed, „derengî baranê“, „bişirîna xerîbên dereng, ku dereng diçin silavê; “nameyên dereng ku nagihin navnîşanên xwe yên xerîb” û “bîranînên dereng ku sext diçin xerîbiyê”, haşt dike, wê wargeha dereng, gavên wê yên ji westanê heta bi westanê, dereng; gavên wê yên ku ji “bajarên xerîb” heta bi “bajarên xerîb” in, bê ser û şop, diniqutin sirûda bêdengiyê:

Bîra baraneke dereng,
hevaline dûr,
bişirîna xerîban ku diçin silavê,
nameyên ku nagihin navnîşanên xwe yên xerîb,
bîranînine sext,
panavê ber bi min ve, nawestînin,
xemleyskirî me, mîna rojnameyeke kevnoke,
ne aferîniyek ji bo min tê lidarxistin,
ne awirin bi zelûlî min parve dikin,
û ne jî gavên min diçin vedengê.(R.82)

Piştî hewqsî baran name, bîranîn û tembîkname derengmayîn, ku Xelat ji yarê xwe „yê xerîb di bajarên dûr de“(R.22) heta bi yarê xwe, her xerîba her kêlîk û her bajar dimîne.
Piştî hewqasî dayîk bêrîkirin ku Xelat destên dayîka xwe, „yên di ber wê re, ji derbasbûna xerîban re, berdayî“(R.74), ku „muhrên xwe li sermemikên wê dixistin“(R.74), dîrok dike û dayîk, wek hembêza destên xwe, her xerîb diçe dîrokkirinê.
Piştî hewqasî bajar şewat ku Xelat wê, ya xerîb „mîna êşekê li rexên zemînê, parve dike“(R.75) û ew, ya ku aşiqên wê ji ber şewatan mayîn, li bendî „xewneke din in“(R.76), her „xerîb ji wê re tê, herwekî çawa ku ew jî, jê re xerîb e“(R.77).
Piştî hewqasî ciyografî westan, ku Xelat berbang bi berbang, navê „Dêrikê“, ku hildiperikî milên „Hemo“, navê „Ava Mezin“, ku „laşên bi xewnan mişt, ji bakurê nebûyî, vedigerandin“(R.83), navê „Ferat“, ku „ji yaran û pê de, diçû derbûn û herikînê“(R.32), navê „Amûda şewatan“, ku „xewneke din hîn li bendî aşiqên wê ye“(R.76), navê yarê xwe, yê ku „bi refên mezin re tê,û dê xerîbiya xwe, ji wê re, ramûsan bi ramûsan, vebêje“(R.42) û navê xwe yê ku ji wî û pê de, „di dînîtiya lihevhatî de, ji yarê xwe hez dikir“(R.20).
Piştî hewqasî berbang qonaxên ji westanê heta bi westanê, ku Xelat Ehmed nav li ser asîtankên bajaran kolan û bajar mîna navê wê, her xerîb ji hembêzan vedigeriyan û hîn jî vedigerin,
wan bajarên xerîb û wan hembêzan, Xelat „berî ku nêrgizên wê werin dizîn“(R.82) û „berî ku bihna wê bi zarê xerîban were boyaxkirin“(R.83), weha li ber pencereyên dûr, ku ji dûriyê diçûn dûriyê, dizûre:
Hey siwara aliyên girtî,
ji serhişkiya xwe a pozbilind,
were xwar,
(…)….
û wirde wirde,
min ji tevizandina gombûnê,
bîne der.(R.77,78)



*Amaje: Pirtûka helbestvana Kurd Xelat Ehmed ya li jêr navê “çarikên berbangê/Tiryaq” ku bi zimanê erebî (cih û dema weşanê ne diyar in) derçûye, wek çavkanî, ji bo deqê vê xwendinê hatiye bikaranîn.




 



 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Hesen Elî (Laleş)
 
Li wir ... ku gombûn mezin dizê (1/5)
 

Li wir ... ku gombûn mezin, dizê(2/5)
 

Li wir ku gombûn mezin, dizê(3/5)
 
Gava mirineke pir
 
Mirinname
 
Heyamek sêv ji pêjna te
 
Sibeh, mîna ku neçe pencereyan