Abdulkadir Mûsa
-1-
Bi jor
nekeve, lebta bayê bin çengê te
hêlanka evîna min dihejîne,
min di xew re dibe û…
xewnên pîrebokan rê kuleka zarotiya min dide.
-2-
Bi jor nekeve,
her pirek baskê te çûçikê sînga min
ji helk-helk dixe û…
poşmaniya caran siya xwe vedigire hêlîna ji gula
dîdara dawî de li erdê dirêjmayî, ji hişkbûna payîzeke
ku wê bê re.. !?
-3-
Rêkevt dûbare
dibe,
ji xweber dengê te li min vedigere, weke ku navê te
careke din di kûrahiya geliyê gewriya min li hev û din vegere!?
Û pozê çiya te ji sînga min bikişîne, ber bi jor ve…
…ber bi jor ve,
û te di cihê ku min ji te re vala hêla bû
di şikeftika esman de, ber bi jêr ve berde
ta di şevên ronî de tu stêrka herî bi tav bî,
di dawiya helbesta xemgîn de..
…û rêkevt xwe dûbare bike,…
û navê te li helbesta xwe ya herî dirêj kim… !?
-4-
Bi jor keve, da rêkevt xwe dûbare neke,
ji bo ku çavên te awira min rewrewk nekin
bi sivikbûna sazên xwe,
û guhê min ji gujeguja dengvegera navê te neweşe.
-5-
Bi jor keve, da rêkevt xwe dûbare neke,
êdî baskê min nikarin giranbûna evî bayî tevî hilgirin,
baskê min
nikarin evê dûrbûnê
evê pîvanê…
bişkînin.
-6-
bi jor nekeve, da
rêkevt xwe dûbare neke
êdî
ez…
Ez ji xwe
de ketim…
…û bixwe ketim
bi
xwe ketim… ?!