|
Gelê kurd, bi dewlemendiya xwe a
çandî û toreyî, bi bawerî û
dîyalektên xwe yên cewaz darek gula
ye, şax vedaye û gulên xwe pir reng
û bêhn in. Êzîdî yek ji wan rengên
bingehîn e. Parastina vî rengî
wezîfeya me tevan e. Pir giring e ku
bê zanîn û ev yek bibe bendek ji
qanûna bingehîn a Herêma Kurdistanê
ku, "Êzîdî xwediyên esîl yê
Kurdistanê ne. Parastina Êzîdîtiyê
di bin garantiya Dewleta Kurdistanê
de ye".
Bûyera ku li Şingalê pêk hatiye berê
xwe li hebûna kurda ye. Dixwazin pir
rengînbûna li welatê me têk bibin.
Teror, anku hovîtiya ku berê xwe
daye jin, zarok, pîr û kesên sîvîl
nikare bê pejirandin!..
Mixabin e ku terorîzm, ne tenê
pirsgirêka kurda ye, lê problemek
navnetewî ye û bi hêza ewlekariyek e
normal ya dewletê nikare bê
rawestandin. Hêzên terorîst, îro, ji
bo rawestandina referandûma Kerkûkê
çalakiyan pêk tîne û sibê jî dikare
daxwaziyên xwe rengekî din bistîne.
Ji ber vê yekê, şerê li dijî
terorîzmê ne li ser bingeha hedefa
wan ya îro tê kirin. Şer ji bo
parastina berjewendiyên netewî tê
kirin û pêwîstiya xwe bi polîtîka û
biryarek e netewî heye. Pêwîst e gel
pê bawer be ku polîtîka li dijî
terorîzmê dê tenê berê xwe bide
terorîzmê û ev yek ji bo parastina
berjewendiyên netewî tê kirin. Ji bo
şerekî wisan, pêwîstî bi ewlekariyek
e taybetî, anku "şaxa li dijî
terorîzmê" heye. Şax, li gorî qanûna
bingehîn xebatên xwe dike û tenê ji
serokê dewletê û berpirsiyarê şaxê
emir distîne, bi wan re kar dike.
Şax ji aliyê pisporan ve tê îdare
kirin. Di nav wan de pisporên
ewlekariyê, polîs û leşkerên pir
taybetî û hêzek elît ûhwd. hene.
Hevkariya wan bi dezgehên dewletê û
welatên dost re hene. Zaniyariyên
piralî li ser xebatên welatên neyênî
berhev dikin. Hayê xwe ji kes, kom û
hêzên ekstrêm (tuj, pirhişk) li
welatê xwe heye...
Şaxa li dijî terorîzmê, herdem li
pêşiya terorîstan e. Ne li benda
êrîşên wan in. Ew bi xwe êrîşê dibin
ser malikên (hucre) terorî. Hêza wan
dixin bin kontrolê. Koka wan ziwa
dikin û mafê jiyanê li hundirê welêt
nadine wan. Ev tev bi plan û program
têne kirin...
Pir giring e ku Hikumeta Herêma
Kurdistanê, ewlekariya herêmê ji nû
ve raçav bike û kêmasiyên hene li
gorî dema nû serast bike. Û sûcdaran
ceze bike...
Wahşeta ku li Şingalê hatiye kirin
çi ol, çand û wijdan nikare qebûl
bike. Em vê êrîşa hovane protesto
dikin. Ji xwîşk û birayên xwe yên
Êzîdî serî saxiyê dixwazin. Yezdanê
Heq sebrê bide malbatên bi kûl û
keder.
Di rewşek wisan de baş e ku bê zanîn:
Êrîşa li hemberî Êzîdiyan berê xwe
li tevayê kurda ye. Helwêsta me
diyar e, Êzîdî ne bi tenê ne û EM JÎ
ÊZÎDÎ NE!
Zarathustra News Servîce, Stockholm
Gabar Çiyan
Gerînendeyê Giştî
|