Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

17 August 2007 11:30

 

 

 

Daxuyanî

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK

Kurdên êzîdî li gundên Girizêr û Sîba Şêx Xidir, girêdayî herêma Şingalê li Başûrê Kurdistanê, roja sêşemê, 14.08.2007 bûn armanca êrîşeke terorîstî. Di encama vê êrîşa hovane de, dora 500 şehîd û bi sedan birîndar ku piraniya wan zarok û jin in, bûn qurbanî. Ev êrîşa hov, di serdema nû de, mezintirîn tevkujiya xelkê êzîdî ye ku dikare bi fermana 73 bi nav bibe.

Ev êrîşa li ser kurdên êzîdî li Şingalê, di koçbereke dîrokî, di çarenûsa gelê kurd li Başûrê Kurdistanê de rû dide. Di vê koçberê de ku gerek e li ser xala 140 bê dengdan û ew herêmên li derveyî desthilatiya Kurdistanê mane vegerin nav sînorê Kurdistanê, hêzên terorê yên hov dixwazin kurdan bitirsînin da ku vê xalê erênekin yan jî koç bikin û herêmê ji kurdan vala bikin.

Em Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK vê êrîşa hov li ser kurdên êzîdî şermezar û riswa dikin, serxweşiyê bo xizm û malbatên şehîdan û saxiyê bo birîndaran dixwazin. HRRK ji desthilatiya Herêma Kurdistanê dixwazin ku bi awayekî lezgîn gelê kurd li herêmên Şingal, Xaniqîn, Kerkûk û cihên din yên derî sînorên Kurdistanê mane biparêze da ku tevkujiya kurdan ku bi destê terora reş û piştigiriya hêzên herêmê birêve diçe rawestîne.

Kurdên êzîdî îro bûne armanca tevkujiyeke hovane, li hember vê fermanê yekîtiya gelê kurd li herçar perçeyên Kurdistan û li derve tê xwestin da ku rê li ber fermana 73 li ser êzîdiyan bê girtin.

Dilovaniya Xwedê li ser şehîdên Şingalê û hemî şehîdên gelê kurd be!
Mirin û riswa bo teroristên hov, dijminên jiyan û mirovahiyê!


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK



 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1