Tengezar
Marînî
„Xewnesar“
Rewrewk û bilûran xemgîn nekin bi mirinên xwe
„ Hele hel bi dilovanî“
Tixûbên mirinê teng nekin
Lavijên we bajarên xewnhez berdan.
Girnijînên spî
Li asîmên bêhin bikin.
Helbestê di razên Xoce Xizirî de
Bi xunavê reş nepêçin
Ji nîşka ve
Xewna mirinên we
Li derdorên min seqema tevna xwe rist.
Şev zelal dibin..
Nalîna xatirxwestinê
Sirûdên dawî bimijin.
Li geryana nemirina we me
Li penaberbûna xerîbiya welatekî
Li hilimkêşana spêdekê
Qonaxên “Wîsalê” vedihûnim.
Mirin dilive
Bêdengiya galakisiyan
windabûna lehiyên rondikan hişyar dikin.
Peyvên qerisî,
di xewnên we de
li şevên bêganetiyê guhdarî dikirin.
Hê.. bimînin
„destpêk peyv bû“
peyv xewna me ye
xewn jiyana me ye
Çi bendewarê me ye?
Çend peyv?
Çend devavêtin?
Çend bêbextî?
Çend welatên jehrawî?
Çend siyasetmedarên kolanan?
Çend peyvên jixweregotin?
Rawestin:
Bi kû ve?
Daniştin di valahiyê de..!
Rawestin.
- wan çend peyvên mirinê nebêjin
divêm hîn jî endîşeya peyvên we bihilmêsim.
Tiliyên we..
Xaka hilimkêşaneke kûr in.
Tenatî evîna himbêzkirina te siwaro.
Û tu jî,
te çend çarşemb ji me veşartin û çend mane?
Li asîmanê mirinê
dê kemana şevê bo we serxweş bikim.
Bilûrên Mewlewiyan
Li şîna we bidim temaşekirin.
Hêdî..
gul ewrên nazik in.
Bê vîza, hun jî mîna min hatin
Yan ez jî wek we
Çavan mist bidin.
Li hemî hêlan
Li hemî keskan
Li hemî Lalişan
Li hemî sirûd û duayan
Li hemî biyanistanan
Şev qerax e
Şev dengê lixwemukurhatinê ye
Bajar dikeve xewê
Bes bin
Pêjna mirinê nekin,
dest jê berdin,
mirin xewna xwe di min de dibîne
û baran bi ser we de bibare
û û û bibare...