Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Dêrika hemko
Silêman Azer


Di qorziya
tenahiya xwe de
xwe alandiye
li ber piyê Cûdî
li ser milê
Cizîrê
xwe paldaye
Sînoran
bi pêlên
Dicle
di tehfilîne
xwe şêlaye
bi bîna bakur
û başûr ve
li ser destê
xewna xwe
xwe çandiye



Pale

Xal bi simbilên
sitwehayî
dikeve
li ber tîrojên hêviyan
herdû dest pûçbûne
nerîn
di ser valahiyê re
raxistîne
sîwanek
das
kuhbûye
Ji livandinê
gêra temenê
hişkbûyî
dibe
didêre
rojan
ji bergirtinê re



Dengbêj

Distirîne
li dare
dîlana
kerbûyî
Ji qerebalixa
bêdengiyê
bilûra wî
kêla temenê
Kevnare


Dara telefonê

Li kêleka riyin dirinde
guhêzkerê
keser û bêrîkirina ye
sînga wî
sinceke
Ji bayê kur re
li ser serê wî
çivîkê bêhêlîn
çavnihêrê
valahiyê Ye












 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE