Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -
-I-
Cankurd
05.07.2006
 

Sergotinek kurt:

Zênofon di pirtûka xwe ya bi navê "Anavasîs" de, qehremaniya wan nandozên "murtezîqeyên" Girîkî "Yûnanî " bi şêweyekî efsaneyî tîne zimên, ewên ku sala 401ê berî ji dayîk bûna hezretî Isa -silav lê bin- ji aliyê Koroş "Sîros" ê Farsî ve bi kar hatîne bo bi derxistina deselatdariyê ji destê birayê wî Erdeşîr "Artaksêras".

Zênofon li ser wan û li ser bûyerên di rêka wan de, di navbera Yûnanistan, Babêl û Iranê de, pêkhatîne, dipeyive, herweha bûyerên ku di rêya vegera wan de jî, di nav Kurdistanê, Ermenistan û welatê Romê re, çêbûne. Rex Warner ew pirtûk ji Girîkî wergerandiye bo Ingilîzî.

Min jî, di vir de, kin û kurt, wan rapor û bûyer wekî gotarek dirêj ji xwendevanê Kurd ê hêja re bi Kurmanciyek asan nivisandine, bêyî ku ew mîna wergerandinek sedased bite nirxandin. Mebesta min ji vê yekê ewe, ku em xwe li ser qehremaniya wan Kardoxên, ku pişt li Yûnanan di wê demê de şikandibûn, bêtir haydar bikin.

Dûroka neteweya Kurd maldar û dewlemend e, mixabin li ber çavên vê neteweyê ew dûrok hatiye reşkirin û parek mezin jê hatiye veşartin an guhartin. Ji histobariya roşenbîrên Kurd e, ku vê dûrokê carek dî bikulin û wan kûzên zêrîn ên ji ber neteweya Kurd hatîne veşartin derxînin ber ronahiyê.

 

Canga navxweyî ya Farsan:

Du kurên şahê Farsan, Daryosê II, ji jina wî Perîzad "Parsatês" hebûn, yek Erdeşîr û yê biçûktir Koroş. Dema şah pîr bûye û mirina wî nêzîk bûye, kurê xwe yê mezin Erdeşîr xwast ba xwe û şand pey yê biçûk Koroşê, ku hîngê ji wir dûr bû, serleşker û qeralê wîlayetekê li deşta Katolosê bû.

Koroş li gel dostê xwe Sapran "Tsîfranês" û 300 çekdarên Girîkî yên di bin serkêşiya Zînîya yê Parhasî de bûn, hate ba bavê xwe.

Paş mirina şah Daryos, Erdeşîr ciyê bavê xwe girt. Sapran li ba wî bi nebaşî li ser Koroş peyivî, gotê ku Koroş bizava xwe dike, wî ji ser textê şahanî bavêje û bi xwe bibe şah. Erdeşîr ji wî bawer kir. Rabû birayê xwe girt û avêt zindanê û birayara xwe da bo darvekirina wî. Dayika wan li ber wî geriya, jîna kurê xwe Koroş azad kir. Koroş hat berdan û vegeriya deşta Kastolosê([1]), lê belê biryara xwe da, ku ew vegere û birayê xwe ji ser textê Farsan bavêje. Dayika wî piştvaniya wî kir. Bi dizîka leşkerekî bi hêz bi hevxist û li gel leşkerê xwe nandozên Girîkî jî birin. Ferman da bajar û bajarokan, ku baştirîn çekdarên Pîloponî bicivînin ser hev bi egera berxwedanê li hember hêrişên, ku ji aliyê Sapran ve tên ser bajaran. Di rastiyê de wan bajarên herêma Iyoniya ji aliyê şah ve bo Sapran wek diyarî hatibûn dayîn, lê belê giş bûn alîgerên Koroş. Tenê Mayltîs li gel Sapran mabû. Di wî bajêrî de alîgerên Koroş hatin kuştin an girtin û hinek jî ji bajêr hatin dûrxistin. Koroş ewana li dora xwe civandin û daxwaza bajêr kir. Diya Koroş piştvaniya wî kir. Koroş xok "Pac" di ber wan bajaran de dida birayê xwe, da ew li pilanêd wî heşar "hişyar" nebe.

Koroş li nêzîka Avîdosê, Klêrgos ê Espartî, ku hatibû nebedkirin "nefîkirin", bi dayîna 16000 Dînaran kir hevalê xwe. Klêrgos bi wan pereyan leşkerek amade kir û avêt ser Trakiyan li bakurê Hîlspontê û bi wê şêweyê leşkerê Koroş mestir bû, bê ku birayê wî gumanê bibe ser pilana wî. Erîstîbosê Thîsyalî jî, ku ji berê de dostê Koroş bû, bi alîkariya wî û bi standina 4000 nandozan "Murtezêqan" û mehaneya 6 mehan ji wan re li Thîsaliyan leşkerekî dî ji Koroş re anî ser hev. Paşê ji dostê xwe yê Bûyotî Proksînos xwast, ku hêzek leşkerî bîne, bi egera piştvaniya li hember Bîsîdiyên, ku serî li wî hildane, û herdu dostên xwe yên dî Sofînîtosê Stîmfalî û Sukratê Akînî tika kir, ku piştvaniya wî li hember Sapran bikin bo standina bajêrê Mayltîsê.

Hêzên Girîkî yên nandoz ji Sardîsê çûn Tertûsê li Sûriyê, di Sûriyê re û di ber ava Ferêt "Firat" re derbas bûn aliyê rastê yê çem û di ber re rêya xwe birin Babêl. Li wir amadekariya xwe ya bo cengê kirin.

Koroş serleşkerêd Girîkî civandin û li ber wan tiştekî wilo got:

"Vaye li pêş we dêrîna "mulkê" bavê min e. Min alîkariya we xwast ji ber ku hûn şervanin başin. Ev dêrîn bi xarê ve diçe, ta welatê ku ji germê mirov nikane bijî û bi jor ve diçe ta welatê, ku ji sermayê jiyan lê nabe. Ezê gelek mal bidime we eger em bi serkevin, û ezê bo her Girîkekî jî tacek zêrîn wek diyarî bidimê."

 

Ji xwe nandozên Girîkî li pere û zêr digeriyan. Gava peyvêd wî bihîstin, ewan dilgerm û dilşad bûn. Li dora wî 10.000 Girîkî yên bi çekên giran baş hatibûn amadekirin û 2500 peyayên ku bi çekên sivik hebûn. Hêzên Koroş bi xwe jî 100.000 şerker û 20 lênişt "merkebe" yên birok bûn.

Leşkerê neyar, yê birayê wî Erdeşîrê ku şah bû, milyonek û 200.000 şerker û 200 lêniştên birok bûn, bi ser de jî 6000 suwarên bi serkêşiya Arthakîrês ji bo pawaniya şah hebûn.

 

Şergeha Konkasa

Patîkiyas ê Farsî, ku dostê Koroş bû, ji wê ve bi suwarî hat û xwîdan ji ser rûyê xwe malişt û ewan bi Farsî û bi Girîkî haydar kirin, ku şah Erdeşîr bi leşkerekî mezin bi ser wan de tê. Girîkî tirsiyan û kab li wan sist bûn. Koroş bi lez xwe ji lênişta xwe avête xarê, zirxê xwe li xwe kir, li hespekî suwar bû, rum kire destê xwe û ferman dan serekan, da her yek ciyê xwe bistîne. Klîrgos li basikê rastê di ber robarê Ferêt re û li nêzîka wî Proksînosê Girîkî, Mînon li basikê çepê û hêzên herêmî, ku ji wan 1000 pişthespên "suwarên" Pavlanî bi aliyê Klîrgos ve çûn, û bi wan re peyayên Girîkî yên bi çekên sivik. Ariyawûsê, ku cîgirê Koroş bû, li gel bermayê leşkerê herêmî, li basikê çepê ma. Koroş û 600 suwarên taybet jî di ortê de, giş bi kulehên leşkerî, lê tenê Koroş serqot bû. Pişthesp tev bi şûrên Girîkî bûn.

Ta nîvro neyar diyar nebû, pişt re kulxan bi asîmanê de rabû û leşkerê şah wek kuliyan ji dûr ve hat. Suwarêd wan bi serkêşiya Sapran bûn, peya bi çekên giran bûn û zirxên darî li navêd wan bûn. Di pêş tîravêjan de lêniştên bi kêrên birok dihatin, di rêya xwe de her tiştek dibirrîn. Koroş nandozên Girîkî hişyar kirin, ku wê leşkerên şah pir biqîrin û wê bi hêlehêl û reqpeqek mezin hêriş bikin, divê Girîkî ji wan netirsin. Lê wê carê leşkerê şah hêdî-hêdî û bêdeng pêşve dihat, weku ji xwe bawer bû, ku wê bi serkeve.

Koroş li gel wergêrê xwe Pêrkers û sê an çar peyrewên xwe ve di sîngê leşkerê de ber bi şergehê ve diçû û bang li Klîrgos ê Girîkî dikir: "Heger em li vir bi serkevin, her tişt diqede." Mebesta wî ewe, ku paş wê pevçûnê wê dewleta şah Erdeşîr bikeve destê wî.

Zênofon ê dûroknas dibêje, ku di berhevhatina herdu leşkeran de ew ji Koroş ve nêzîk bû, û Koroş gote wî, ku gumanêd wî di cî de ne û fedekarî wê mezin be. Li gor gotina Zênofon, "Peyva bi dizî" ya ku di nav leşkerê de hatibû belavkirin, bi Girîkî bû û gava Koroş ew bihîstiye, bi wê peyvê razî bûye.

Tê gotin, ku ji dest hêlehêla Girîkan û lêdana deholan leşkerê şah reviya û Girîkan devser wan kirin, lêniştên "merkebên" leşkerê şah gelek kesên xwe dan ber kêrêd xwe yên birok, birîn kirin an kuştin. Lê ji Girîkan kêm kes hatin kuştin an birîndar kirin.

Koroş bi serketina Girîkan dilşad bû, û ên dora wî êdî ew bi "Şah" navkirin, lê dilê wî bi ser peyketina leşkerê şah de germ nebû, saziya pawanên xwe yên taybet ji 600 suwaran têk neda û çavrêya tevgera şah kir, û ew di wê baweriyê de bû, ku wê di orta leşkerê Farsan de be, ji ber ku şahan her car di cengan de ciyê xwe di orta leşkerê xwe de digirtin. Gava şahê Farsan dît, ku ji aliyê pêş ve hêriş nayin ser wî, bi lez lênişta xwe bi aliyê rastê ve ajot, ku Koroş û suwarên wî diparizin dame bike, di cî de Koroş ber bi wî ve liviya, ji tirsa ku şah bi paş Girîkan keve û rêzên wan parçe bike. Bi 600 suwarên xwe di nav leşkerê şah re û di pêş wî re çû. Tê gotin, ku Koroş zora 6000 suwarên şah bi 600 ên xwe bir, gelek ji suwarên şah hatin kuştin û Koroş bi xwe sersuwarê wan Artakirasês kuşt. Gava çavêd Koroş li şah ketine, qîriya:" Vaye ez wî mêrî dibînim." û hêriş ser wî kir û rumek li sîngê wî da, zirxê ser sîngê wî çiriya û birînek kûr lê çêbû. Toxtir ê şah Stîsiyas paş wê cengê gotibû, ku wî bi xwe birîna şah derman kiribû. Di wê hêrişê de, kesekî bi rumê xwe li Koroş da, rum li bin çavekî wî ket û yekser hate xarê û mir. Bi Koroş re (8) kes ji baştirîn peyrewên wî hatin kuştin, û gava berdestê Koroş, ku bi navê Artabatas bû, dîtiye çi bi serê xudanê wî hatiye, xwe avêt ser laşê Koroş û qîriya. Şah Erdeşîr ferman da, ku wî jî bikujin û tê gotin, ku şah Erdeşîr bi xwe ew kuştibû.

 

[Berma heye…]

 

II

Paş kuştina Koroş û tevabûna cengê

 


 

[1]) Piraniya Navan di vir de bi Grîkî "Yûnanî" hatine.








 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE