(
Çend têbînî derbarey ziman û rêzimanê wê)

Sebrî Silêvanî:
www.silevani.com
17.07.2005
(
Xeta xwehr ji gayê pîr e )
Pend
Guman nîn e ku hewldan ji bo sazkirina zimanê kurdî karek buhadar e
û gerek e ku berdewam hebe belê berî ku kes yan aliyek destpêşxeriyê
( Insiyatîv) bike, pêwîst e ku pêdeçûnekê bo zimanê xwe bike.
Netkurd ( kampaniyekê) pêk dihîne û tê de handana kurdan dike ku
zimanê xwe biparêzin û ev daxwazek saz û rewa ye ji her aliyekê ku
di navendên çand û wêjeya kurdî de kar dike û netkurd yek e ji wan,
belê, ez bawer dikim ku ya baş ew e ku netkurd ji xwe dest pê bike û
li ser ziman û rêzimanên nivîsarên ku belav dike, rabiweste û
serrast bike berî ku pêşkêşî xwandevanê Kurd bike.
Hêvîdar im ku wek têbînî li ber çav werbigirin û wek nivîskar û
bispor kêmasiyên xwe berî yên ku bi tirkî yan erebî diaxivin û
dinivîsin, destnîşan bikin.
Heyamek e û hevkarên nivîskar li ser kampanyayê dinivîsin û herweha
pesend dikin û min jî dixwazt tiştekê li ser binivîsim belê
kêmasiyên ziman û rêzimanê kurdî di peyama netkurdê de sirincên min
rakêşan lewra sûdeya arastekirina hindek têbîniyan bêhtir e ji
sûdeya nivîsarek pesndar.
Wek berpalî û pêşniyaz, min hewl da ku amajeyê bo ( hindek) ji
kêmasiyên ziman û rêzimanê kurdî di peyama Netkurdê de bikim:
Kerem
bikin deqê peyama netkurd bixwînin û kêmasiyên ziman û rêzimanê
kurdî tê de bibînin:
ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE
20/6/2005
Dewleta tirk ji roja
( + ku)
avabûye û vir de
mihandin û helandina etnîsîteyên
ne tirk ji xwe re kirîye armanceka bingehîn. Tirkan sîyasetên xwe
yên beramberî gelên din li gora vê armanca xwe afirandine û her bi
awayekî sîstematîk jî meşandine. Eger em îro li Tirkîyeyê binêrin em
ê bi asanî bibînin ku tirk di vê sîyaseta xwe ya
hov û nemirovî
( ev hevwate ne ango sînosîm)
de gelek bi ser ketine. Hema ji bilî kurdan gelên din bi tevayî
hatine
asîmîlekirin
û paşê jî tirkîzekirin.
Hewldan, plan û projeyên tirkan ew e ku kurdan jî têxin rewşa lazan,
çerkezan û gelên din. Ew, çareserkirina pirsgirêka kurdî di topyekûn
asîmîlekirina
kurdan de dibînin. Sîyasetmedar,
zilamdewlet
û pisporên wan ên ku rê û awayên sîyaseta dewletê tayîn dikin,
bêtirs vê armanca xwe eşkere dikin. Ew di wê bawerîyê de ne ku ê
travmaya têkçûna dewleta xwe bi tirkîzekirina kurdan derman bikin.
Bêguman sitratejîya dewleta tirk a
asîmîlekirna
kurdan ne nû ye. Lê
şik
nîne ku ev sîyaset
gîhaştîye
( li awayê darijtina peyvê binêre)
konaxeka gelekî
hesas.
Hacetên
tên ( jêderê peyvê HATIN e, lê dîsan li darijtinê binêre)
bikaranîn bi qasî ku em bi ên bîst, sîh salan berê nikarin
miqayese
bikin bihêz in û pirreng in. Tirk guhertinên cîhanê û heremê dibînin,
lê ji dewsa meşandina sîyaseteka hemdem û demokrat, bi
înad
sîyaseta xwe ya tradîsyonel dimeşînin. Tirk dixwazin berîya ku
pirsgirêka kurdî careka din bi
zerurîyeta
çareserkirinê derê pêşîya wan, dawî li pêvajoya
asîmîlasyonê
bi wî awayî
bînin
( heman şîrove ye wek HATIN)
ku kurdî û kurdayetîyê ji hole rakin.
Sedemên lezkirin û lidarxistina bi sedan proje û kampanyayan di dema
dawî de, ev e.
Tirk, bi van kampanyayên sîstematîk zarokên kurd li hemberî dê û
bavên wan sor dikin. Sedemê paşdemayîna wan a civakî nezanîbûna wan
a bi tirkî an bikaranîna wan a kurdî nîşan didin. Bi vî awayî jî li
ber çavên zarokan
heqaretan
û rûmetşikandinan li dê û bavan dikin. Ew dizanin ku zarokekî ji dê
û bavê xwe fedî bike dê asantir têkeve feqa wan. Eger em
bînin
bîra xwe ku di salên 2004-2005 an de bi tenê li Batmanê 47.000 keçên
kurd hatine
mecbûrkirin
ku zimanê tirkî fêr bibin, ê dîmenê hewldanên tirkan qenc berbiçav
bibe.
Lazim e bê gotin ku ji ber gelek
sebeban
em kurd xwedî li zimanê xwe derneketine. Herweha me hewl nedaye da
ku em bi stratejîyên
gîhayî
li hemberî sîyaseta tirkan
derên.
Bi ser de jî ne kêm caran
rebwşenbirên
me bi helwestên xwe karên
dagirkeran
asantir kirine. Hejmareka mezin ji kurdan bi tevayî
asîmîle
bûne. Hejmara kurdên bi kurdî dizanin her ku diçe kêm dibe. Kurdên
di jîyana xwe ya rojane de kurdî bikartînin hê kêmtir e. Hejmara
zarokên ku bi kurdî
diaxifin
bi qasî meriv jê şerm bike kêm e. Ji bo ku zimanê tirkî ji
teref
reweşenbiran,
ji
teref
kesên navdar
tê
bikaranîn, gelek kurd fedî dikin ku bi kurdî biaxifin.
Divê
neyê
jibîrkirin ku ziman ji
xususîyetên
neteweyetîyê ê herî girîng e. Milletekî zimanê wî ji dest biçe lawaz
dibe û êdî ê nikaribe tu
xususîyetên
xwe yên neteweyî biparêze. Beyî ziman mafê neteweyî jî nayên
paraztin. Têkçûna ziman despêka têkçûna wî milletî ye.
Divê em çi bikin?
Rewş ewqas nazik e û em di proseseka gelek dijwar de derbas dibin.
Çend
salên pêşîya me ê tayînker bin. Em wekhev difikirin ku dewleta me,
artêşeka me, hêzeka me ya ku karibe kulma xwe li masê
xe
û bêje ”êdî bes e, ez vê yekê qebûl nakim“ nîne.
Hacetên
ku di destê me de ne jî, kêm in û qels in. Lê ne karê mirovên xwedî
rûmet e ku li têkçûna milletê xwe temaşe bike.
Divê em rabin ser
pîya
û ev zimanê ku bapîrên me bi hezaran salan
bikar anîye
û ragihandiye me, biparêzin. Pewist e em rê û awayên ku stratejîya
tirkan pûç derxînin peyda bikin. Divê em ji bo hebûna kurdayetîyê û
pêşeroja zarokên xwe zimanê xwe ji êrîşên dijmin biparêzin.
- Ji bo wê jî em
yeko yeko
bangî we her kurdekî dikin û dibêjin :
- Li malê, li sikakan, li
derva,
li kar her bi kurdî
biaxife!
- Bi kurdî binivîse, bifikire û bixwîne!
- Li
daîreyên
dewletê bi kurdî biaxife!
- Eger tu nizanî fêr bibe!
- Nevên kurdî li zarokên xwe bike!
- Doz li çapemenîya kurdî bike da ew kurdî bikarbînin!
- Doz li dazgeh, sazî û rêxistinên kurdî bike da ew kurdî bikarbînin!
- Doz li serok û berpirsên
beledîyeyên
Kurdistanê bike da ew li
Beledîyan
bi gelên xwe re bi kurdî biaxifin!
-
Doktorê
kurd; bi nexweşên xwe re bi kurdî bipeyive!
- Parêzerê kurd bi
muwekîlên
xwe re bi kurdî bipeyîve, pê bide zanîn ku ew di dadgehê de kare bi
kurdî xwe biparêze!
- Bazirganê kurd; bi
muşterîyên
xwe yên kurd re bi kurdî
bipeyive!
- Doza navê gundê xwe, bajarê xwe ê kurdî bike!
- Mela û
alimê
kurd; bi civata xwe re bi kurdî biaxife,
dua û weiza
xwe bi kurdî bike, mewlûda kurdî bixwîne!
- Elewîyê kurd;
îbadeta
xwe bi kurdî(kurmancî/dimilkî) bike!
- Doza perwerdeya bi zimanê kurdî bike!
- Weşanxane,
komele ,partî û
dezgeya
kurd, karmendê kurd pirtûkên kurdî ên fêrbûna zimanê kurdî
derxe,
biweşîne
û
belaş
li zarok
û mezinan belav bike da fêrî kurdî bibin.
- Kurdê kurdîzan tu jî kurdekî din fêrî xwendin û nivîsandina kurdî
bike!
- Kurmanc bi kurmancî biaxife!
- Dimilî bi dimilkî qise bike!
- Di têkiliyên navbera kurdan de zimanê kurdî bike zimanê
resmî!
JibÎRmeke
zimanê kurdî hebûna me ye!