Li paş asoyên şîn
dinihêrim, çendîn kurt û dirêj e ev jîna me.
Niha, bêriya ken û girî dikim. Du gav in,
tenê du gav in û jiyan destpê dike. Niha,
bêriya wî zarokê ku di bin siya dîwarê mala
me de, di havîna germa şewatkar de mêraniya
xwe ezmûn dikir, dikim.
Li hewşê, dara tûyan hebû. Di bin darê de,
kalikê min yê rûboz û xweşik, bi çerxê xwe
yê pirteqalî û dirêj çixare ji çixarê
vêdixist. Di her hilmekê de, zozanên welatê
li paş şîn asoyan raketî, şîntir dibû.
Bêrîvanên çavkilkirî di nav dûyê wî de, şîn
dihatin.
Em zarok bûn dema ku ew mir. Dotmama min
Menîce (kalikê min jê re digot Meno) pora
serê xwe anî xwarê. Apê Xelîl ku tucarî
nediçû şîniyan, di nîvê odê de-ciyê ku
kalikê min lê hatibû dirêjkirin-li qelevîzka
rûniştibû û digiriya. Di nav giriyê xwe de
digot: Ew henûn bû! Em zarok bûn, me
nizanibû mirin çi ye û çima merivên me wisa
digirîn. Giriyê me nedihat. Yekî em agahdar
kirin û got: Bigirîn! Kalikê we mir!
Beriya kalikê me bimire, bavê wî jî miribû û
beriya wî jî kalikê wî. Belê, sîstêma herî
rêkûpêk û dirust mirin bû. Mirina ku piştî
jiyanê cî digirt, lê ne di nava wê, an jî
beriya wê!!
Ji xwe re biramin: kalikê min heta mirina
xwe jî bêhêvî nebû. Weke gelekên dîtir, ji
ber sitema tirkan piştî şoreşa Şêx Seîd
reviyabû hatibû binxetê û li wira bicî bûbû.
Baş tê bîra min, dema ew di nava odê de
dimeşiya, çixareya wî jî pê re, gavên xwe
dijmartin: Gavek na dido na sisê...ta
digihîşte dehan. Disekinî, lingê xwe yê
rastê heta jê dihat li erdê dixist û digot:
Ha li vir kevirek heye, di bin de zêr
veşartiye! Bost bi bost, axa welat di bîra
wî de bû, qet bê hêvî nedibû. Venegeriya
welêt, lê bêhêvî nebû.
Bêhêvîbûn mirin e.
Mirin ne yek e, renge reng e: Yên ku mirî
tên dunyayê, yên ku di jiyanê de dimirin, û
yên ku piştî jiyanê dimirin! Mirina here
biêş û dijwar mirina dil e....mirina azwer,
hêvî û baweriyê ye..dûrketina ji heriya
pêşîn, têdaçûna di nav hizir û raman û teore
û bîrdoziyên cuda-cuda de ye.
Mirin ne ew e mirovek ji xwe re heta hetayê
raze! Mirin, jibîrkirina gewherê eslî û
pêşîn yê mirov e...veşartina hest û nestên
mirovî yên xurû û sade ye: Ev çi cil û berg
û derman û bihn û derew û fen û xap û
hîlebazî ne? Ev çi bajar û hasin û dîwarên
bilind û kolan û avahî û ronahî û çemênto
ye? Ev çi reng mirin e!? Çi mirî ne li van
kolanan digerin?!
Du gav in, tenê du gav û jiyan destpê dike.
Lê belê, mirin çiqas li me tê! Êdî em hişk
dibin ji heriya xwe dûr dikevin..mirin e eva
ku em dijîn....
Ka were kalo em çixareyekê bikişînin!