Ehmedê Huseynî
(Yekî destgirtiya min revand, piştî min naskir ku
qeşmer û barûte ye, nema aciz bûm) Snika.
(1)
Nivîsandina wêjeyî, dahênan û afirandina zimanî, bi giştî,
helwesteke mirovane ya rexnekariyane ye. Helwesta mirov a ji xwe û
ya ji pirsgirêkên hebûna xwe, ya ji derûdora xwe û ya li hemberî
jiyanê, kêşe, gîr û girift û pirsgirêkên civakî, aborî, derûnî û
çand û sincî, di dawî de jî, helwesta li pêşberî çemk û pirsên
felsefiyane yên gerdûnê ye.
Dema ku nivîsandin, ji xwe û ji rewişt û gerdîşeyên keriyê derûdora
xwe, aye ji hişmendiya êlê û ji asta gundiyan, ji desthilata kom û
komikan û ji hestên nexweş û ji bîr û boçûnên teng û zuha yên
idyolojyayê rizgar nebe, ti carî nikare asoyên pirsê damezirîne û
alav û şêwazên bedew yên derbirînê peyda bike.
Di vê çarçeweyê de, zimanê me neynika raman û hişyarî û hişmendî û
hest û cîhana me ya derûnî ye. Em bi alîkariya zimanê xwe, berî her
tiştî, xwe nas dikin û xwe dixwînin, piştre jî, bûnewer, bar û dox,
rûdan, diyardeyên derûdora xwe.
Ziman bixwe jî, di pêvajoya xwe ya dîrokî de, him ji bo takekesan û
him jî ji bo civakê, asta hişyarî, raman û têramandin û çandê û
kultûrê destnîşan dike.
Lewra, parastin û li hemberî hewldanên buhujînê(asîmîlasyonê)
rawestan û li ser piyan hiştin û berbi vekirina asoyên teze yên
derburînê ve gavavêtin û li ber sextekar û hejarên xeyalan û
şagirdên dibistanên dagîrkeran rê girtin, berî ku berpirsiya
kurmancîaxêvan be, berpirsiya rewşenbîrên dilsoj û nivîskarên
rasteqîne ye.
Ger em bi awayekî din bibêjin, nîşan û pîvanên şaristaniya miletan û
neteweyan, pêşveçûn û bi şûndemayîna wan jî, ji ast û ji bejn û ji
radeya zimanê wan tê xuyanî kirin.
Dîroka rehdaçikyayî û dewlemend, gencîne û samanên ramyarî û
hişyariyê, mîratgirî û ji bermayên şaristaniyê, taybetmendiyên
neteweyan in, ev taybetmendî jî, bi alîkariya formên derbirîna
zimanî xwe li qelem didin û xwe diçesipînin.
Ger em derbasî rewş û bareya(haleta) neteweya kurd û zimanê vê
neteweyê bibin, em ê bibînin ku asteng û pirsgirêka sereke û herî
aloz a hebûna kurdan zimanê wan e.
Sedemên vê aloziyê jî, bi qasî ku serencama dabeşkirin û dagîrkirina
welatê kurdan e, ewqasî jî serencama nezaniya kurdan bixwe ye.
Kesên ku îro bi zimanekî lawaz û şkestî, bi deqên tijî çewtiyên
rêziman û rastnivîsînê, bi hevoksaziya malkambax û sosretane beşdarî
nivîsandina kurmanciyê dibin, bêguman e, laşê kurmanciyê lawaztir
dikin. Û ew jî, ger ha ji kiryarên xwe hebin an nebin, bi awayekî ji
awayan, rê li ber tawan û gunehên dîrokê vedikin û bahaneyan ji
tawanbar û gunehkaran re dibînin.
Ji mêj ve, ji serdemên ku nivîsandinên wêjeyî û toreyî, çi helbest
be û çi jî pexşan be, dest pê kirine, her û her mirovan û mirovatiyê
li eger û mercên hunerî û statîkî yên berheman û deqan û nivîsan
pirsî ne. Dema ku berhem û nivîs û deq û wêje bi giştî, ji van
mercan bêpar bimîne, wê demê êdî mirov dizane, ku meydana
nivîsandinê, ji bo sextekar û keysperestan, bi tenê û vekirî maye.
Dema ku asta nivîsandinê nizim bibe, nîşana nizmahiya asta hişyarî û
zanîna wan kesan e; kesên ku wê nivîsarê dinivîsînin.
Û kesên ku nivîsên nizim dinivîsînin, him wateya nivîsandinê nizanin
û him jî alavên wan ên nivîsandinê tune ne.
Yek ji ronaktirîn şêwazên nivîsandina nizim a ku em behs dikin,
nivîsarên ku li ser bingeha dexisîn, zikreşî, hêrs, gef û tolgirtin
û bêbextî û navpêxistun û seravdan û rûmetnegirtina hestên mirovan
e.
Îro, yê ku bala xwe bide dîmena nivîskî ya kurmanciyê, dê bibîne ku
zimanê kuçe û kolanê, nivîsarên bêpîvan, baweriyên sûk û sade û
sivik, wergirtin û kopîkirin û diziya ji zimanên dîtir, bi şêwazine
pir kirêt û pir qirêjane, derbasî laş û giyanê dimenê dibin û bi
navê azadiya weşanê, bi navê rexneyê, bi navê pejirandina baweriyên
cihêwaz û bi navê pirrengiya derbirînê, him raman û mercên hunerî û
sincî yên dahênanê bin pê dikin û him jî dîmena kurmanciyê ya ku
serê salan e bi xwîn û xwêdanê dadimezire, bi kultûra serdestan pîk
û şêlû û bêreng dikin.
Di rewşeke wisa de, ne berpirsî dimîne, ne wijdan rola xwe dilîze û
ne jî aqil rê li ber hestên dijminatiyê, xwe mezin û rast û bi
tenêdîtinê, digire.
Lewra, em giş,
îro roj, hewcedarî naskirina sedemên dîrokî û civakî û çandî yên van
diyardeyan in. Di kêlîka destnîşankirina sedeman de, em alavên
rasteqîn e yên rexneyê bi dest dixînin û em jî hêjayî beşdariya wê
kêlîkê dibin; kêlîka ku rexên rexneyê ji desthilatdariya çanda
serdestan û ji alavên rexneya nezan û nexwendewaran û ji raman û
derûnên nexweşan rizgar bibin. Di wan kêlîkan de, diyalog, li hev
guhdarîkirin, hevudû pejirandin û peywendiyên mirovane yên ji nirxan
û ji buhayiyan têne damezirandin. Û em jî bi wan peywendiyan hêjayî
naveroka zimanê xwe û hêjayî mercên hebûnê û jiyanê dibin.
amedocan@hotmail.com
Berdewam
dike!
“Qeşmerok”
Projeya bêexlaqane ya Malpera Amûdê