Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.R.K    The West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:05

 

Axa kuştiyan bixepêrin
Ji bo kurdistana Hoşeng Broka ya hovane

Xelat Ehmed


Çipeçipa kurma ye di lula lingê min de, di qurmê zimanê min de geza marekî.
Bi tilîne kiritandî tariyê didim alî, guhên min tije ax, xirexira tûpişkan di qoqê min de.
bi çavine zîq li hêviya ronahiya bextê we, wext navê min di heriya salan de dide jibîr kirin, di bêdengiya we ya giran de ax min dimije û giyanê min yê şepirze di kela xwe de noqî mirina xemsariya we dibe.
Di kolanên Dêrikê de bê kes û bê xudan bihna zarokên xwe dişopînim.

Wisa kuştî “ Xezalê “ ji ziyareta Dêrikê li bextê min dide. Kuştiya parêzerên namûsa kuştinê û halahala nêraniya kor û har.

Hîn me çavên xwe ji zaroktiyê diferikandin, Xezala pazdeh salî em û xwendin berdan û mêr kir. Xweşktirîna me bû, nextê wê bû çiroka
dêrikiyan.

Galegala bextreşan, di şiyarbûna rojê de bi destê birayê wê stuyê wê û zimanê xelkê birî.

(Xezala) direviya rojê, bi (Roj) giha, xwe da bin milê wê yê di serjêkirinê de dilerizî, eniya wê ya gindirî ramûsa, û vane di bextê me yê bêdeng de li ber kuştina namûsa di nav mîzê de bi (Lava_ Duha) pêrgî xudayê bê ol û bê nav dibin.

Civata kurdî bi tevahî hevbeşî kuştina xatunên kurdan e, hevbeşî qedexekirina evîn û xudê ne, xudayê ku bi xwe evîn e.

Civata kurdî ya her pesnê xwe bi hurmeta jinên xwe li ber miletên cîran dide, bila carekê li xwe mukir were û bêje, hurmeta wan di çespandin û şopandina rêz, sînor û hêza me de ye, gavek derveyî derfetên me kuştina wan e.
Cendekên çend xatûnên kurdên “aştîxwaz” di bin axa kurdistanê de dinalin bextê me.
Axa kuştiyan bixepêrin, tenê cezakirina kujeran li ber dadgehan û şermezarkirna wan ji aliyê civakê ve bextê me azad dike.

De ka meyzînin çawa namûsa we didin ber guleyan.
http://kurdistannet.org/vido/midyaplyer1.htm



                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1