|
Di hilbijartina li
Tirkiyê de, Propogandeya bi kurdî Qedexe ye
Zarathustra News
Li Tirkiyê xelk hêdî hêdî ji bo hilbijartinên nû
xwe amade dikin. Lê li Kurdistanê, ji ber qanûna
partiyên siyasî benda 81/c yê, ku propogandeya
bi zimanê kurdî qedexe dike, berendamên kurd
dixe rewşek xirab. Li gorî qanûnê, li deverên
vekirî anjî girtî weşana programa partiyan û
belavkirina wan bi hemû şêweyan dikare tenê bi
tirkî bê kirin. Pankart, vîdeo, broşûr û
beyaname tenê bi zimanê tirkî dikarin bên
belavkirin. Kesê ku li dijî qanûnê xebatê bike
bi qasî 6 mehan dê bê zîndanî kirin.
Serokê DTP yê Amed ê Hilmi Aydoğdu dîtinê xwe li
ser qedexeyê wisan anî zimên: Qanûn ne
demokratîk e. Pêwîst e bê guhertin. Divê rastiya
gelê kurd bê dîtin. Gelek mirov bi tirkî nizanin.
Ew dixwazin bi kurdî pirsên xwe bînin zimên.
Qanûn rê lê digire ku mirov li gundan û deverên
din qala armancên xwe bike. Ji ber qedexeya heye
em dê nikarîbin hevûdu fêm bikin. Ev yek mirov
di tengasiyê de dihêle. Tangasiya li herêmê heye
têra xwe cidî ye.
Li gorî nûçeya Evrensel ê, dîtina serokê AKP ê
yê Amed ê Mahsum Özbek hinekî guhertî ye. Li
gorî wî, dema îcazeya propogandeya bi kurdî
hebe, erênî ye. Lê tune be jî, ew li hemberî
biryara dewletê bi rêz bin. Li gorî qanûnê dê
xebata xwe bidomînin.
Serokê CHP ê yê Amed ê Medeni Öz, bi çavek
neyênî li qanûnê dinêre. Qedexeya propagandeya
bi kurdî dê li herêmê bibe sedema nexweşî û
tengasiyê. Pêwîst e qanûn bê guhertin. Gava neyê
guhertin, ew mecbûr in ku li gorî qanûnê karên
xwe bidin kirinê
|