|
Di henteşa helbestê de
Mehmûd Badilî
Xatûna min…
di navbera hetava arezûyên tilîyên te
û helkehelka bêdengiya min de
nîgaş û diltepî…
bi ardûyê sosretê
xwe dadidin.
guhdarî
di taweşiya helbestên te de
koçber dibe
di bazinê semaya gotinê te de
mişext dibim.
cih û dem
lê pêş çavê min
di henaseya xîmava te de
wenda dibin
bê alî dimînim
bêhna devê te
alîyên min dorbêç dike
dibim liba gulyazê
ji dûr ve…
di tihna lêvên te de
diherifim.
* * *
Xatûna min…
di navbera serdaneke bê soz
û sergerdana xewnek nîvçe de
çûn û hatina min
ji alîyan ta bi alîyan
sergêj dibe.
bayê evîneka te yî dîn
evîneke nediyar
xirecira xwe
di lez û beza pêngavê min de
bê yasa berdide.
* * *
Xatûna min…
kenê guharê te
û bazdana gustîlkê
ji tilîya teyî çepê
qedexeya tirs û şermê
di hindirê min de
hildiweşîne
di berxwe de didim
ji xwe direvim
neşêm...
ji zalbûna henteşa mêyîtiya te
xwe vekim
neşêm…
bi tûjbûna awirên te
li çavên te bi meyzînim
di kûrbûna xwe de
cengek gewre lidardixim
ezîtiya evîna te
di henteşa helbestê de
ezîtiya min zordest dike
li bendemana hevdîtinê
buhara xwe ya mayî
ser textê nîgeranîyê
bê deshilanîn radixim.
* * *
Xatûna min…
di navbera tarî û ne tarîyê de
xêzek tîşk
ji nav potê valahiyê
diçirise
di karûbara helbestek nû de
hêvîyê tomar dike
û keskbûna bîranînan
li nehişyariya kêlîkên min
radipelike
tu bûyî rewanê her helbestê
helbesta nediyar
helbesta ku bê
helbesta ku nikarim binivîsînim
yaku nivîsandî
û nikarim bixwînim.
* * *
Xatûna min…
derya xîmavê
pêlê hezkirina te
hilnagire
neşêm ez
xwe ji ber bidim alî.
|