|
Giliyekî vekirî
li ber dergehên „Kurdistana hov“
Hoşeng
Broka
(1)
„Namûsa hov“
Yek ji berztirîn bûyerên ku Kurdistan di van
heftiyên dawiyê de, bi wê, çû nivîsandin,
gengeşekirin, pirsyarkirin û provokekirnê,
bûyera hovane, ya terorkirina „Duwayê“ bû, ku di
07.04.07an de, li ser destên hin „hovên ademîzad“,
ku li ser baweriya Êzîdiyan tên hejmartinê, çû „kuştina
şerîf“, xwînrecimkirin û kevirbarankirinê.
Kuştina „Duwayê“, ku bi wan „seqayên“ tundrewiya
hovane, yên li derveyî hemî rewişt û tîtalên
mirovperweriyê, çû rêyalîzekirinê, bê guman,
kuştineke pirr û bêexlaqiyane bû.
Di kêlîkên pêşî de, paş temaşekirin û herweha
xwendina kuştina xwîna Duwayê, di cih de, têgeha
„Kurdistana hov“, ku berî çend salan, min serî
li xwendina wê dabû, hate bîra min.
Ev têgeh(Kurdistana hov), bixwe, ya Nivîskarê
navdar Karl May(1842-1912), yê Elmanî ye. Wî di
dawiya sedsala 19an de(1881), romaneke
fantazyane, li jêr sernavê „di Kurdistana hov re/
durchs wilde Kurdistan“, di derbareyê rewşa
Kurdan ya ciyo-siyasî, komelayetî, dînî,
antropolojî…htd., a wê serdemê û herweha
Kurdistana wan de, nivîsandiye.
Bê guman, kuştina Duwayê, wek qurbanekê ji
qurbanên „namûsa hov“, li „Kurdistana hov“, ne
kuştina pêşî û ne jî ya dawî ye.
Tenê bo nimûne, „Roj“, ku jineke „Misilman“ bû,
berî demekê, ji ber „gunehkarkirina“ wê bi „zinayê“
bi 2 xortên Êzîdî re(!?), li pêş çav û û guhên
qanûn û asayişa „Kurdistana Şêxanê“, bi xwîneke
sar, hate „gurandinê“.
Jixwe tê zanîn(tevî newayîyên wê „gunehkarkirinê“),
ku di 15.02.07an de, bi behaneya tolvegirtinê ji
heman „namûsê“ re(namûsa kujerên „Roj“ê),
herêmên Êzîdiyan bi rojan di bin gefxwarin û
terora „Allah-û-ekberçiyên“ bi Kurdî de, man.
(Binêre :
http://www.ezidatv.net/shexan.php ).
Li gorî çavkaniyên fêrmî yên Hikûmeta Herêma
Kurdistanê(wezareta mafên mirovan), „tenê di
sala 2006an de, 533 jin hatine kuştin, yan jî
xwe kuştine“ (Binêre:
http://www.alarabiya.net/articles/2007/04/03/33160.html).
Dîsa li gorî raporteke wezareta tenduristiyê li
Başûrê Kurdistanê, ku bi helkeftina 08ê Adara
2006an, derçûye, „di 14 mehan de, 831 jin
hatine kuştin, yan jî xwe kuştine“.
Herweha raport diyar
dike, ku ji wan, „35 jin ji aliyê mêrên xwe
ve hatine kuştinê“(Binêre:
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=1133)
Li gorî vê raporta “Kurdistana fêrmî”, di yek
rojê de, heman-heman 2 jin, li Başûrê Kurdistanê
tên kuştin, yan jî xwe dikujin(831÷60+365=1,95).
Herweha li gorî raporteke Neteweyên Yekbûyî, ku
di nîsana 2007an de, di derbareyê „mirina jinan“
di Îraqê de, hatiye amadekirinê, „di navbera
3 mehên dawî de, li Kurdistana federe nêzî 40
jin bi gumana namûsê jiyana xwe ji dest dane“.
(Binêre:
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=6788)
Ev kuştina “namûsa hov”, ne tenê li Başûrê
Kurdistanê, belê li hemî aliyên wê yên din (Bakur,
Rojava û Rojhilatê Kurdistanê) jî, heye.
Bo nimûne, li gorî “Komîta Sûrî Bo Berevaniya
Mafên Mirovan”(MAD), di 13.04.07an de, Kurdekî
ji bajarê Amûdê(Başûrê Rojavayê Kurdistanê), bi
navê „Luqman Sehîd Biro“, bi behaneya „şuştina
hetîketiyê“, herdu xwişkên xwe(Alaa & Seyran),
yên zewicî, ku her yek ji wan diya zarokekê bû,
bi şêweyekî hovane û bêexlaqiyane, gurandin.
Li gorî heman çavkaniyê, laşên herdu xwişkên jin,
bê serî û kêrkirî, li ber pêxên avekê, hatin
dîtin.
(Binêre:
http://www.pcdk.org/files/print.php?id=726
&
http://www.binxet.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3146)
Bê guman, ev Kuştinên ji „kultûra hov“, ne tenê
li „Kurdistanên hundir“, belê ew hincaran li „Kurdistanên
derve“ jî (ku mebest komelgehên Kurdên li
diyasporayê ne), tên dubarekirinê.
Bo nimûne, Kurdê Başûrî, yê bi navê
Abdullah Yonus(48 salî), di 29.09.03an de, li
dadgeheke Ingilîstanê, ji ber sûcê kuştina keça
xwe ya 16-salî(Hêşo), cezayê zindankirina heta
hetayê, lê hate birrînê.
Ji raport, statîstîk û bûyerên tirsnak, hovane,
û li jor (wek nimûne) destnîşankirî diyar dibe,
Ku „Kuştinên şerîf“
yên „namûsa hov“, dikarin wek serencama „kultûreke
hov“, li jêr desthilatdariya „mêraniya hov“, li
seranserî wê „Kurdistana hov“, ku aliyekî ji
aliyên „Rojhilatê hov“ e, werin xwendin,
lêkolînkirin û anlîzekirinê.
Dûmahiyek heye…
hoshengbroka@hotmail.com
|