|
|

Wolfgang Borchert 1921 - 1947
Wergêran û amadekirin ji pirtûka
( Xewnek li welatê mirovên biçûk) bo kirmanci: Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
Tek pencereya di dîwarê kavilî de davên ronahiyê bo aliyê din
vediguhêze. Wek periyek nazelîn baweşk nahêlan ku mujûlankên roja
êvarê bigehin ser hev, lê berî ku bihêlin û ew jî çavên xwe hindekê
germ bike, hindek ronahiya bermayî li kun û kolanên tarî dike.
Li vî cihê han, rojekê ji rojan dûkêla lûliyên sopeyên daran yên ku
ji banan bilindtir û ji esmanan nizimtir ewrên sava, xav û bêreng li
hindav pêk dihînan.. car car çirîskên agirê sebrîn wek pelatînkan di
tariyê de diçirisîn.
Herwek tu li biyabanê li ser qana piştê dirêjkirî û wan dîmenan di
xewnek bedew û xemrevîn bibînî belê niha.. niha ne weha ye.
Herdû çavên Yorginê zaro niqandî ne, belê hişyar e û ne xemsar e. Ji
nişkekê vetarî dadikeve, dengê pên kesekê dibihîse ku ber bi wî de
pêngavan dihavêje, digehe evca li semta wî radiweste. Gelek ditirse,
hest dike ku ev e dawiya wî ye belê mit û bêdeng dimîne.
Kabirayê diz di bin çavên xwe re li wî dinêre.. dû destên lerzîner
bi ser dû çokên sist û kevandî de şor dibîne.
Ew jî bi awiriyên sava belê samdar, li dîmenê kabirayî dinêre û
dibîne ku pîre xespal e, çeqoyek rûs di dest de ye û zembîlek bi
milî ve ye.. destên wî çermilaq bûn belê ne dilerizîn ji ber ku
pîşbaz e.
Kabirayê pîr bi herdû çavên xwe rûberê wî dipîve, ji serî heya binê
pêyan berî ku pirsyarê araste bike:
Tu li vir dinivî?
Di nav herdû lingên kabirayê pîr re, ew li dawî ronahiya tîrêjan
dinêre, wek davên derzî rêz bi rêz xuya dibin, evca bersivê dide :
Nexêr, ez li vir nanivim çunkî gerek e ez zêrevaniya cihî bikim.
Kabirayê pîr serê xwe dihejîne:
Eha.. lewra ev dûqişke(1) di dest te de ye!
Yorginî bi cegerdarî bersivê bi erênî dide û paşî dûqişkî bi tundî
di destê xwe de digire.
Lê, li cihek weha vala û veder tu zêrevaniya çi dikî?
Wek serbazekê di rewşa amadebûnê de çekê xwe digire û dibersivîne:
Ez nikarim bo te bibêjim, bibore!
Xuya ye ku tu zêrevaniya hindek cerkên zêrr û pareyan di bin van
gûfkan de dikî?
Zembîla xwe dadihîne erdê û bi delingê derpê xwe devê çeqoka xwe
paqij dike.
Yorginê jî bi tirs dibêje:
Na, ez zêrevaniya zêrr û pareyan nakim belê zêrevaniya tiştek din.
Egr tu nebêjî ka zêrevaniya çi dikî, nexwe ez jî nabêjim ka çi di
zembîlka min de heye.
Pê xwe dahîna ser derê zembîlê û çeqoya xwe jî girt.
Yorgin li zembîlê dinêre, bi hûrbîniya xwe hindek tayên giyayê kesk
dibîne, dizane ku xelk giyayê kesk bo kêvrûşkan dibe.
Ez dizanim çi di zembîlka te de heye.
Bi têwerdan weha dibêje û paşî berdewam dike:
Giyayê kesk tê de heye ji bo kêvrûşkan.
Kabirayê pîr bi sersamî:
Te çawa zanî? Rast e, xuya ye ku tu kurrek zîrek û jîrdar î.. tu
çend salî yî?
Ez neh salî me.
Xwedê te bihêle.. neh sal, hêj zû ye bo te.
Bi henek pirsyarek din araste dike:
Guman nîne ku tu bi zîrekiya xwe dê bizanî jî ka sê caran neh dike
çend.
Helbet ez dizanim.
Yorginê zarok hindekê direng bersivê dide ji bo ku demî qazanc bike
heta ku di serê xwe de encama sê caran neh bizane.
Bersiv gelek asa ye.. sê caran neh dike bîst û heft.. yekser min
zanî.
Durist e.. min bawer dikir ku tu dê bizanî.. lê, gerek e tu bizanî
jî ka min çend kêvrûşk hene.
Yorgin jî bê ku bihizrîne, herwek bersiv ji ser lêvên wî bitehise:
Bîst û heft kêvrûşk.
Aferîn.. eger tu bixwazî wan bibînî, li gel min were. Pirraniya wan
têjik in.. ma tu dixazî?
Yorgin dîsan ditirse û dû lêvên lerzîner dibêje:
No.. ez ( neviya bibêje ez naxwazim) nikarim.. nikarim cihê xwe vala
bihêlim.
Ma qey tu bi şevê jî zêrevaniyê dikî? Direng e ha.
Ji şembiya borî de ez bi şev û rojê zêrevaniyê dikim û bawer dikim
ku dê weha berdewam jî bibim.
Ji bo bêhnvedanê tu çi dikî? Ma tu naçî mala xwe ? Nexwe têşt,
firavîn û şîvan tu li kur dixwî?
Yorgin destê xwe digehîne kevrê li ber pên xwe, diqulipîne û nan û
qotîka goştê ku di bin de veşartî nîşa dide.
Eha.. tu çixareyan jî dikêşî? Baskê te heye?
Yorgin dûqişkî mukum digire.. serê xwe dihejîne û dibêje:
Na.. ez hez ji baskî jî nakim.
Kabira gêj li dor xwe dizivire.. zembîlka xwe hildigire û dibêje:
Eger tu hez bikî li gel min werî kêvrûşkan bibînî bi taybet têjikan
hîngê dûdil nebe çunkî ezê yekê pêşkêşî te bikim.. vî cihê berdayî
bihêle.
Yorgin enceq bi dûdilî dibêje:
Nexêr.. nexêr.
Kabira zembîlê dide milê xwe bi niyaza çûnê:
Lê bizane ku mana te li vir bêsûde ye ha?
غ li gel gotina xwe berê xwe werdigere.
Yorgin çend kêlîkan bêdeng dibe.. paşî bi lez gazî dike:
Eger tu rast dibêjî ez jî dê bibêjim te ka ez zêrevaniya çî dikim..
ez ji ber mişkan li vir dimînim.
Bi herdû lingên xwe yên zirav çend pêngavan vedigere paş belê hêj
gurc e.
Ji ber mişkan?
Erê.. çunkî mişk miriyan dixwin.. xwarina wan leşê miriyan e.. ez li
ber kuna wan radiwestim û nahêlim derbikevin.
Kê tu weha têgehandî?
Mamostayê me li dibistanê.
Ango tu zêrevaniya miriyan dikî da ku mişk wan nexwin!
Erê.. wan ji mişkan diparêzim.. gunneh in.
Li dûv re bi piste pist dibêje:
Ez li vir zêrevaniya birakê xwe yê biçûk dikim, yê ku mayî di bin
paşmayên van kavilan de.
Bi serê dûqişkê xwe amajeyê bo bermayên kavilên wêran dike berî ku
bibêje:
Ev xanîkê me bû.. berî heyamekê firokan bombebaran kirin.. ji hîngê
de ev dir bêdeng û tarî bûye û birakê min jî di bin de maye. Ez her
car bangî wî dikim û dibêjim ku hay ji xwe hebe belê ji ber ku ew
zaro ye tênagehe yan nabihîse.. temenê wî çar sal bû.. hêj di bin
gilêşê van kavilan de ye.
Kabira bi dêmek xemgîn hêv dike evca dibêje:
Lê, mamostayê we qet ne gotiye we ku mişk jî bi şev dixewin?
Yorgin jî bi selîqeyek mandî bersivê dide:
No.. lê eger tu rast dibêjî ku kêvrûşkekê bidî min bila têjik be û
ez dê xwedan bikim.. bila rengê wê sipî be.
Baş e.. ez dê hewl bidim ku zû bizivirim û te bi xwe re bibim belê
gerek e ku tu li bendê min bimîne.. ji cih nelive.. pêwîst e ez bavê
te fêr bikim ka çawa xanîkek biçûk bo kêvrûşkê çêbike.. pêwîst e ku
fêr bibe..!
Yorgin bang dike:
Ez dê li bendî te bimînim ha.. bêguman eger tu bizivirî dê min li
vir bibînî.. tinê heta dawiya êvarê ez dê zêrevaniyê bikim.. madem
ku bi şev mişk jî dixewin.
Yorgin li pey wî diçe û axivtina xwe dibe serî:
Li malê, me gelek çînko û karîte hene.. em dikarin xanîkek xweş û
mezin bo kêvrûşkê ava bikin.
Belê kabirayê pîr hay ji axivtina wî ya dawiyê nebû.. berev aqarê ku
bi tavsorkê nixavtî çû û wek kewekê ku ji nû ji rikkehê azad bibe
dilence demê ku diçe. Yorgin jî di nava lingên wî re li tavsorkê
diramîne.. davên ronahiya kêm wek derziyên rengûreng dibîne..
herweha zembîlka kabirayê pîr ku tijî giya bo kêvrûşkan bi milî ve
dihejiya dibîne, te digot qey aniha dê jê bikeve.
Belê rêza kavilên wêran jî wek girek axê dibîne.. girek axê û hew.
Wolfgang Borchert: çîroknivîs û helbestvan e li 1921ê li bajêrê
Hamborgê li Almaniya hatiye ser dunayê. Sera azadiya derbirrînê û
helwîstên wî beramber ceng û şerên wêranker bêhtir ji carekê dihê
zindakirin û tûşî eşkenceyê dibe. Komelek kurteçîrokên bedew,
herwesa helbestan dinivîse berî ku li sala 1947ê di temenê ciwaniyê
de koça dawiyê bike.
|
|