|
Kerem Berhîm Yûsiv
Keremyusiv@ hotmail.com
Di serdana xwe ya dawî de bo bajarê Helebê –paytexta duyemîn li
Sûriyê – mezinbûna bajêr, çûn û hatina kesan bala min kişand, kesên
ku di jiyana xwe tevî de tê carekê bi tenê wan bibînî û ev car, cara
ku tu wî kesî bibînî, her ev dîtin bo carekê tenê ye, biwateya kesî
ku tu wî bibînî her dimîne biyanî ji çavên te piştî wê dîtinê .
Em li Qamişloyê fêrî vê yekê nebûne, çimkî Qamişlo tevî ku mezin
dibe anuha, mirov di wê baweriyê de ye, ew kesê ku mirov bê soz wî
bibînî eger nas be an ne nas be, heye ku em wî careke din bibînin lê
berevajî bajarên mezin, ew ne wiha ne, soz bo dîtinê divê, ev eger
ku derfet hebe ku mirov sozekê bistîne an bide.
Mirina kesekî normal li Qamişloyê ne tiştekî normal e, çimkî her kes
–ji mirov û hevalên kesê mirî- di baweriya min de, mafên wî kesê
mirî didin wî, dema ku diçin bin konê şîniya wî, û sersaxiyê dikin.
Ne wiha tenê, bajar çiqasî ku karibe mirovên xwe sibehê û êvaran
hembêz bike ewqasî girêdana mirov bi bajarê wî ve xurttir dibe, di
vir de pirsek xwe diyar dike : Çawa dê bajar mirovên xwe hembêz
bike? Ev hembêzkirin tê dema ku bajar biçûk be, dergeh û dilê
mirovekî ji ên mirovekî din re, nêzîk bike derfetê veke bo
hevnasîneke bê berjewendî, ne mîna kevneşopê bajarên mezin ên ku
hevnasîn bo berjewendiyan e, di kêf û şîniyan de gel li hev dipirse,
alîkariya hev dike, ev ne ku ez li Qamişloyê gel dixim radeyek
berztir, lê ji ber Qamişlo nik min paktirîn mînak e bo pakiyê .
Dema min got ku her kesekî ku bimre mafên xwe distîne – eger gotina
maf rast be bo wî kesê mirî– û ev dema nûçeya mirina wî belav dibe
nik nasên wî ên teqez li her çar aliyên Qamişlo hene û ev ji ber
yasaya jiyanê li Qamişloyê dixwaze ku nasên her kesî li çar aliyên
Qamişloyê hebin. Mesele dîsan jî wiha ye bo kesê ku bindar bibe "bizewice"
û ew mafê xwe ji biçûkbûna Qamişloyê distîne, dema ku nasên xwe
vexwendî şahiya jinanîna xwe dike, ew vexwendina xwe li çar aliyên
bajêr belav dike. Wiha ne mirin û ne jî jinanîn arzan diçe ji ber çi
kesê ku hat şahiya zewacê an şîniyê dê nûçeyê bi xwe re bibe tara
xwe û belav bike.
Li bajarên mezin kesên dîn li seranserî bajêr nikarin navdariya xwe
bistînin û çiqasî ku were naskirin dê li taxa ku lê dijî bê naskirin,
ne wek dînên Qamişloyê ên ku her kes navê wan li gel jîningariya wan
xweş dizane, mîna Enes û Hemşo.
Bandora mezinbûn û biçûkbûna bajêr li ser her kesî heye ta li ser
kesên ku kar di warê nivîsandin û siyasetê de dikin, an ....
biçûkbûna bajêr derfetekê dide ku gel rêzgirtinekê di her cihî de bo
wî kesî peyda bike, eger di basan de be, an jî di kîjan deverê de be
.
Biçûkbûna û mezinbûna bajêr bi têkiliyek xurt ve girêdyî ye bi rastî
û dilsoziyê, dema ku dihêle têkiliya çi kesî bi yên din re ta
radeyek mezin rast be û ev bandora wê li ser hevaltiyê û dostaniyê
ji ber berjewendiyê kêm e, bi taybetî li bajarekî mîna Qamişloyê ku
tu dever lê nîn in ku zêr lê tê birandin, an deverek ku karibe kar
bo kesekî peyda bike, bajarekî mîna Qamişlo hîn li ser xewnên xwe
yên gundîtiyê dijî.
Dema min behsa van kesan kir pêdivî ye ez behsa kesên ku derew karê
wan e, bikim. Derew li bajarên biçûk tiştekî qedexe ne û eger kesekî
derew kir helbet dê derewa wî were naskirin, wiha bajarê biçûk ne yê
derewîna ye, yasayên ewarte bo derewînan nîn in .
Ez navim Qamişlo mezin bibe, çimkî ew anuha xwedî li min derdikeve,
dema xwediyên wê xwedî li min derdikevin û her Qamişlo mezin bibe ez
ê ji wê xwedîtiyê werim dûrketin mîna jiyana li bajarên mezin
Dimîne ku em bêjin : Di bajarên biçûk de wek Qamişloyê sîxûrên me jî
navdar in.
|