rojava@rojava.net

 
   


Du Binxetî û Serxetiyek

rojava.net 16.12.2005

 



Elîxan Loran


Bo Rehîmo û Ehmed Huseynî…du binxetiyên dil…du kesên ku bi sabûnên xwe yên ji tozê yek jê serê wêneyên xwe, yê din jî serê helbestên xwe dişo…bi avên xerîb û bi çavên ku rengên wan li “amûda şewitî” maye…

Min got “mamoste Rehîm ev bû çend sal tu neçûyî amûdê. Got “ ev bû sêzdeh sal”. Piştî ku bersiva min da kesereke kûr kişand… û gulpek li çixareyê xist… çixare ji halekî xist halekî… Îman li çixareyê çikand. Dîtin û gotin nabe yek lê dengê erdhejan ji kesera wî dihat
Û jixwe Ehmed Huseynî, ji sînemeya Amûdê bigire heta “Qamişloka xwînê”, ji “çarçira”yê bigire heta “bajarê dirinde”. Şehîd û pakrewanê her kêlîkê. Ez li cem wan bûm, min dît xortekî got “ mamoste; di helbesta we ya bi navê “Yar Gewrê” klamek heye, gelo gava hûn wê helbestê dixwînin hûn berî helbestê jî klama yar gewrê dibêjin?”. Mamoste Ehmed bersiv da “ erê… ma di wir de qala çemê Amûda şewitî dike…”
Weke cara pêşîn peyva “Sûrî” bi qasî ku tê bîra min, hê ez 5-6 salî bûm kete guhê min… digotin “ filankes çûyiye filan derê wexta hat ew ê ji filankes re şekirê sûrî bîne” min ne dizanîbû di nexşeya kurdistanê de sûrî li ku ye û ne jî min dizanîbû sûrî li kîjan alî dikeve. Ji bo min tenê şekirê sûrî hebû. Piştî çend salan digotin “kirasê filankesê ji wan qûmaşên biniya xetê ye” îcar ev “Binxet” ji ku derket. Dû re min fêm kir ku “sûrî” biniya xetê ye û em jî li ser xetê ne. Hema di wan salan de min dît cejnek heye… herdu alî dixwazin hev bibînin lê têl û cendirme hene… piştî wextekî din min fahm kir ku xet çi ye, têl çi ye, mayîn çawa ne, xelk çawa-çima diçin qaçaxê, çima ew jî weke me dipeyivin, em jî û ew jî heman navî didine heman tiştî, ew jî ji avê re dibêjin av, gelek kes hene ku mirovên wan hinek li biniya xetê ne ka mesela wan çi ye, min giş fahm kir!... û min bêtir ji binxetiyan hez kir!... min heta ji “smaîlê dîn” hez kir…
Li gorî hesabên min, gava agir bi sînemaya Amûdê ket, mamoste Rehîm û mamoste Ehmed hema hema bibêjî 5-6 salî bûn. Û li gorî pêşbîniyên min “Mihemed Seîd Axayê Deqorî” berî ku “12-13” heb dilan xelas bike; yan di cejneke remezanê de û yan di cejneke qurbanê de û belkî jî di newrozekê de mamoste Rehîm û mamoste Ehmed hembêz kiribin û cejnên hev pîroz kiribin. Kî dizane? Belkî jî Mihemed Seîd Axayê Deqorî gava diçû mal li dilên min Rehîm û Ehmed rast hatibe û halên wan sewal kiribe. Kî dizane? Belkî jî Mihemed Seîd Axayê Deqorî li ser lingan çend helbestên Cegerxwîn ji wan re xwendibin, yan jî çend beytên Cegerxwîn bi deng gotibin. Kî dizane?
Ev tiştên ku min li jor rêz kirine, belkî tu tiştên wilo çênebûbin. Belkî Mihemed Seîd Axayê Deqorî; mamoste Rehîm û mamoste Ehmed di xewnên şevan de jî nedîtibin. Lê ez dibêjim Rehîm, Ehmed û Mihemed ji heman çemî masî girtine, li ber heman siyê pala xwe dane darekê, heman tozê xwe li nav porên wan cî ji xwe re çêkiriye, heman kevok xwedî kirine û “kurdbûn” ji xwe re kirine dozek, perestinek û belkî jî olek!...
Ji Serxeta “dil”heta Binxeta “dil” û ji wir jî heta Ewrûpa ya ku nûr di wechê wê de nemaye û dixwaze kefenê nedirûtî li Binxetiyên min bike, hezkirin…

Dêrika Çiyayê Mazî
15.kanûn.2005

 







 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin