Gera li kilasîkan, di nav
rûpelên dîroka mirovayetiyê de, li def
miletên xwedî desthilat û azad, karekî
normal û pêdivî ye. Lê vekoler pêrgî çi
asteng û aloziyên giran û zor nabe.
Ji bo miletekî wek miletê kurd, ne tenê zor
e, belê bêhtir ji zoriyê ye, ji ber sedemên
dagîrkirinê û berbendkirina mirov, nasname,
ziman, ba, xak û kultûra kurdan. Lewra
vekolîna di vî warî de, ji bilî, ko erk e li
ser şanê rewşenhizr û bîrewerên me, belê
karekî pîroz e. Vekoler hemî astengan, ta
bigihe têkçûna xwe ya fîzîkî, li ber çavên
xwe dideyne.
Pirtûka Kelehên ava, ji hêla vekoler Seîd
Dêreşî, bi cefayeke pirr û karekî zor, giha
ber destên xwênerên kurd. ( lê mixabin, bi
tenê bi tîpên aramî hatiye weşandin)
Li ser qapê dawî vekolerê pirtûkê weha
dinivîse :
„ Berkarê vê kitêbê verêja çend sala
jixwewestandinê, verêja rêvîngiyekê ye ji vê
qana erdê bo qana henê, ji vê dewletê bo
dewleta henê, ji vê qolaçê bo qolaça henê,
ji kulînka vê mizgeftê bo kulînka mizgefta
henê, heta perekî yan çend perê diryayî û
tozgirtî û hibir lê heşftî bi dest xwe bêxî.
Serê çend sala ye ez van perkên helweriyayî
vediçemînim heta eve jê derkeftî. Wesa xuya
ye ko miletê me di kevin da û heta niho jî
bihayê van perka nezaniye, nizanin ko dîroka
me tê de ye, jîna me ya rewşenhizrî, bingehê
me yê çandî dê li ser wan hêt avakirin, her
wekû tevaya miletên dinyayê xwe li ser vê
çendê ava kirî“ r.5
Ez dikarim bêtirs bibêjim, ko S. Dêreşî, di
warê çûyîna di nav cergê dîroka wêjeya kurdî
de, tozhilandin ji ser rûpelên wê,
derxistina vê wêjeyê ji tariya dîrokê û
pêşkêşkirina wê bo xwendevanên kurd û her
mirovekî bixwaze kevnetora kurdî binase, yek
ji melevantir vekolerên kurd e.
Seîd ê Dêreşî, ji demeke dûr û dirêj ve, di
warê xepardina edebiyata kurdî ya kevneşop
de hatiye naskirin. Pirtûkên wî li ser jiyan
û berhemên helbestvanên kurd Feqiyê Teyran,
M.Ehmedê Nalbend û Wîdayî, ji bilî
derxistina komelek gotar û vekolîn di
kovarên wêjeyî kurdî de, li derve û hundurê
welêt de, pirtûkaxaneya kurdî dewlemend
kirine .
Lê di vê pirtûka ko em dê li ber çavên
xwenêran raxin, cefayeke mezin kêşaye.
Dêreşî li gelek welatan û deverên
rewşenbîriyê geriya ye( Berlîn, Başûrê
kurdistan, bakurê Kurdistan ..), pisiyar ji
her kesekî ko bi kilasîkan ve mijûl e,
kiriye, guh li her yekî ji wan girtiye û her
têbîniyek li def xwe nivîsiye, tanî ko
reşbelek û belegeyên xwe danehev û bo me di
qewarê vê pirtûkê de pêşkêş kiriye.
Pirtûka Kekelhên ava, komeka vekolîn û
têkstên kilasîkî, bi pîtên aramî (erebî,
farisî), di sala2005an de, ji hêla weşana
Spîrêz ve, bi spasî, hatiye weşandin û
belavkirin.
Pirtûk ji destê mezin e DINA 4 e û 556 rûpel
e.
Vekoler, bi berahiyekê dest bi nivîsa
pirtûkê dike û bi nivîsa wî ya bi sernavê
DÎ(u)mahîk bi dawî tînê.
Di destpêkê de( Berahî), Dêreşî behsê wê
hindê dike, ko dema mirov bixwaze li ser
dîroka kurd ya kevin û kevnarên kurdan
binivîse, pêrgî pir astengan dibe, ta digehe
wê pêpeloka, ko êdî çi di destan de, ji bilî
mixabinî û gazindan nemane. Wan gazindan jî
li her war, kes û diyarokan de belav dike.
Bo wê jî destê xwe avêtiye, pêşgotin(Dîbaca)
a Hemza Begê Meksî ya ji bo Mem û Zîn ya
seydayê E. Xanî, ko li Amûdê sala 1947an
hatibû çapkirin û parçeyek jê di vê
pêşgotina xwe de bi cih kiriye, dako wê
behweriya xwe ya me li jor nivîsî biselimîne.
Di parçê dawî di pirtûka kelehên ava de, di
bin sernavê Dumahîk da, behsê babeteke pir
giring dike, ew jî helbesta nûjen(Nûxwaz,
serbedayî) ye.
Diyar e, nivîserê me jî, mîna nivîserên
neteweyên serdestî me ( ereb, ecem, tirk),
ketiye nav wê guftûgo û gengeşiyê de: Eya
helbest di dema mirinê de ye? Rola helbestê
lawaz bûye an na? Hîn rola helbestê ma ye?
Bi taybet di vê pirsa dawî de, nivîser
vekirî dibêje, êdî cih ji rondik û zêmaran
re nemaye û piştî sala 1991ê, ko hemen hemen
welat çêbûye, avakirin bo wî divêt û cihê
helbestê nemaye. Pirs li vir tête kirin: Baş
ev welatên, ko azad bûne, pêşketine û bûne
xwedî kartêkirineke mezin, divêt dest ji
helbestê berdin? Çima hîn helbest di nav wan
de heye? Çima hîn helbestvan dibin xwedî
xelat û nîşanan, mîna Nobel, Kurt Tucholski,
Erich Mariya Remark û…tbd.? Aya erk û rolê
helbestê, tenê bo zêmar û rondikbarandinê
ye?
Naxwazim li vir pir dirêj bikim, çimkî ev
babetekî serî bo heye, lê bi dawî nabe. Tenê
dixwazim bibêjim: ko ew helbesta rola wê
hişiyarkirina xelkê di dema şoreşê de bû,
îro rola wê bilindkirina asteyê hunerî ye,
dewlendkirina ciwaniya ruhê mirovî ye,
vekirina asoyên nû li ber zimên e,
bêhinvedana wî giyanê ko ji şer, ceng û
kefteleftê westiya ye, dane wateyeke din bo
ciwanî û bedewiyê ye û beriya hertiştî,
vehûnan zimên bi terzekî nû û berçavkirina
ciwaniya veşartî ya vê jiyanê ye. Helbest
bêhinvedana ruhê jiyanê ye, bi gerdûnê re
xwe nû, keşxe û bedew dike.
Seîd Dêreşî di vê pirtûkê de, melevaniyek di
dîroka toreya kurdî kiriye, kedeke pîroz û
bêwestan daye. Derbasî quncikên tarî yên
dîrokê bûye. Ji bo armanca xwe bi vir da û
wir de, li dûv reşbelekekê, nûçeyekê, çûye.
Di pirtûkxaneyên mezin de, ko bi sedê
hezaran reşbelekên hemî neteweyan û bi gelek
zimanan di wan de heye, giryaye. Lewra em
pirtûkek dewlemend, bi qelîte û pir agahiyên
nû û navê nû dibînin.
Dibe, ko navên hinekan di pirtûkekê yan ya
din de hatibbe, lê danehev, lêpirsîn û
vekolîna li ser van reşbelekan, di rewşa
neteweyekî mîna netewa kurd, karekî yekcar
zor û aloz e.
Nav û naverokên Pirtûka Kelehên ava
1. Berahî
2. Jîna Feqiyê Teyran
3. Cihê jidayîkbûna Feqiyê Teyran
4. Dîroka torevaniya kurdî ji kîjan xalê
dest pê diket?
5. Hêşetê di felsefa Feqiyê Teyran da
6. Nûbihara Xanî xwendingeheke hêja ye
7. Nûbihara Ehmedê Xanî ne bes Ferhengek e
8. Mela Mihemed Emînê Helalî û jîn û berkarê
wî/ Pişka êkê
9. Îcazename li Kurdistanê..mînak: kitêba
Mella Mihemed Emînê Goyanî/p.2
10. Diyaroka xwekuştinê..Xwekuştin li nik
Nalbendî
11. Nalbend û helbesta Feslêt Salê
12. Mirina Kurî
13. Feqî Reşîdê Hekarî û 2 helbestên wî
14. Kurtiyek ji dîroka jîna şêx Eliyê Hekarî
15. Ramana Beyt di ezmanê kurdî de.. û
tekistek ji beyta Leyl û Mecrî(û)m
16. Strana Meriyem Xanê „ Were Domam“
17. Elî Herîrî, Maçin, Hesen û 3 helbest
18. Wîda,î
19. Berîkana di navbera Melayê Cizîrî û Mîr
Îmadîn da
20. Madih
21. Mehmûd
22. Mustefa Beg
23. Mihemedê Zêbarî
24. Mela
25. Melayê Bateyî
26. Tahir
27. Şêx Mihemed (Huznî)
28. Sewadî
29. Mela Mihemed Emîn Berçî
30. Helbestên sêwî
31. Şêx Nurredînê Birîvkanî û beyta Qiyametê
32. Beyta Sekratê ..F.T? şêx N.B.?
33. Terkîba Mela Yûnis ê Herqînî
34. Dî(u)mahîk.
Em dikarin bibêjin, ko Seîd, di vê pirtûkê
de, gencîna toreya kurdî piştî vekolîn û
lêpirsîneke hûrbîn kom kiriye.
Dibe ko pir zor be, ez li ser wan her 36
sernavan binivîsim ji ber du sedeman:
1. Dê nivîs pir dirêj bibe
2. Hinek ji wan bi tenê helbest û nav in û
destnivîs ji kû wergirtiye.
Tişta bo min balkêş, wek xwênerekî, ko ji
demeke dirêj ve, vî vekolerî (S.Dêreşî)
dişopînim, bûye pisporekî bêhempa li ser
helbestvanê kurd î nemir Feqiyê Teyran.
Di kelehên ava de jî, bi dûr û dirêjî li ser
Feqe nivîsiye û her careke li ser Feqiyê
Teyran dinivîse, bi temtêleke nû û agahîyên
nû û balkêş dide. Diyar e Feqe zeriyayeke
bêbinî ye. Di vê Pirtûkê de, xaleke pir
giring diyar dibe. Dibe ko li xweşiya gelek
kurdan neyê, çimkî miletekî wek me kurdan
hewqas sal bindest, dixwaze xwe bavêje
devlinga dîrokê bo zanavê xwe biçespîne û
bibêje va ez jî heme ji ber bapîr û ….
filankes û bêvankes bûn.
Seîd, diyar dike, ko guman li ser nivîsîna
Baba Tahir bi kurdî heye:
„ Lewra min divêt bibêjim, ko di destpêkê
de, dema min hin nivîsên li ser Baba Tahir
dixwendin, ez gelek kêfxweş dibûm ko
helbestvanekî kurd di serdemekê husa kevin
da bi kurdî binivîst..lê piştî min çend
çarînên wî li vêrê û wêra he xwendin û ez li
kurdiya wê geriyam, bi rastî û mixabin
bêhêviyek bo min çêbû, ez ketim gumanê ko
evî helbestvanî bi kurdî nivîsîbit“ R.28
Dibe ev giran be, an jî lêkolîn derkevin û
biçesipênin, ko lorî jî zaravekî kurdî şêrîn
e, lê bi rastî, eger kesek an miletek wî
hestî neke,ko ji neteweyekê ye, bi çi mafî
em wî mecbûr bikin?
Wek li jor jî hatî nivîsîn ko pirtûkê 2 alî
bi xwe ve girtine:
„ Di vê kitêbê da, min du al bi xwe ve
girtîne:
1. Çend vekolîn li ser F.Teyran, Ehmedê Xanî,
Reşîdê Hekarî, Mella Mihemed Emînê Goyanî,
îcazenameya li Kurdistanê, şêx Eliyê Hekarî,
Ehmedê Nalbend û çend mijarên dî
2. Hindek têkstêt helbestvanên kevin, mîna:
Elî Herîrî, Maçin, Hesen, Wîda,î, Berîkana
di navbera Melayê Cizîrî û mîr Imadîn da,
Madih, Mehmûd, Mustefa Beg, Mihemedê Zêbarî,
Melayê Bateyî, Mela Mihemed Emînê Berçî,
Tahir, şêx Mihemed, Sewad, şêx Nûrredînê
Brîvkanî (beyta qiyametê), Ehmedê Hekarî,
Terkîba Mela Yûnisê Helqînî û hindeke din“
r.6
Nivîser tiliya xwe dideyne li ser gelek
birînan, ko eve demeke dirêj di dîroka
toreya kurdî de, hemen hemen cihê xwe
girtine, bê ko lidûvçûn li pey wan hebe. Yek
ji wan xalan, hebûna helbestvanekî kurd, bi
navê Ebdulsemed Babek e.
Du nivîsevanên kurd yên qedirgiran li ser vî
helbestvanî nivîsîne, yek ji wan xwedêjêrazî
Sediq Bahadînê Amêdî ye, ko dibêje min
helbestên wî bi erebî dîtin û pirtûka wî ya
helbestî sê muceled in. Yê din şehîdê
nivîskar Mele Enwerê Mayî ye.
Seîd dibêje: Seyadyê Mayî, behsê
xwedêjêraziyekî dike, ko komelek ji
helbestên farisî û kurdî tê hebûn dane min,
min jî di nav rûpelan de, dît ko
helbestvanekî bi vî navî ( Ebdulsemed Babek
) helbest bi kurdî nivîsîne“. Her weha
berdewam dibêje: „ Heta niha bijlî gotina
nemir Mayî, di çi jêderan de, nehatiye ko wî
bi kurdî nivîsînek hebe“ r. 26
Wate Ne ew keşkoleya seydayê Mayî behs dikir
hatiye dîtin û ne jî di çû jêderan de,
hatiye ku ew nav bi kurdî nivîsiye.
Seydayê Mayî di kovara Ronahî ya hijmara
5-6, şibat û adar sala 1961 helbestek li ser
navê Edulsemed Babek weşandiye, ko têde
pesin û salixê buhara Kurdistanê dide:
„ Li Kurdistan binêre ey Perîxan
Li ser dil dê biçît jeng û temar e
…….
Her newroz e ey dil sed tebarek
Were geştê, sema ye li çar kenar e” r. 27
Vekoler bi guman e, ko ev ristên jor, yên wê
heyama, ko Ebdulsemed Babek tê de jiyay be.
Di heyama Babe Tahirê Hemedanî de, behsa
helbestvanên şêx Adî dike û navê Pîr Reşê
Heyran û di dema kurê Şêx Adî de „Şêx Sen=
Hesen“ Şêx Fexrê Adiyan dike.
Li vir ez bi mixabinî dibêjim, ko ta niha
dîroknasên toreya kurdî nêzîkî vê babetê
nebûne û di behweriya min ji ber van sedeman:
1. Pîr Reşê Heyran, Qatanî, şêx Fexrê Adiyan
û Pis çem, helbestvanên kurdên êzîdî ne û di
dawiya wan helbest ( Qewl, beyt, sebeqe,
duwa)ên wan de, navên wan mîna hemî
kilasîkên rojhilatê hene. Lê ji hêla
dîroknasên toreya kurdî ve, nenas in, an jî
sedemên olî hebûn, ko derbasî nav rûpelê
dîroka torevaniya kurdî nekirine
2. Gelek ji oldar ên êzdiyan jî ditirsiyan
wan helbestan ( Qewl, Beyt, sebeqe û duwa)
belav bikin.
3. Gelek ji oldar ên êzdiyan ta roja îro jî
dibînin, ko hesbandina wan di nav refên
helbestvanan de, ji qîmet û nerxê wan yê olî
û civakî kêm dike
Her çi sedem jî hebe, bi behweriya min, eve
xaleke pêdiviye li ser bête gengeşekirin,
her weha cihê mixabiniyê ye, ko xwediyê vê
pirtûk, behsê babetê kiriye, lê wî jî mîna
yên berahîka xwe, xwe zehmet neda û
helbestek ji yên Pîr Reşê Heyran, yan her
yekî ji wan di nav kelehên ava de
neweşandiye.
Vekoler Dêreşî wek pisporekî di biwarê
helbestvanê nemir û nûkerê helbesta kurdî
Feqiyê Teyran, bi dûr û dirêjî li ser jiyan,
berhem, buyer, çelengî û helbestvaniya wî
dinivîse. Li vir xaleke pir giring behs dike
û diyar dike, ko yekemîn kes behsê Feqiyê
Teyran kiriye, ew jî Seydayê Xanî ye, ko di
Memo û Zînê de, wek helbest vehûnaye dema
dibêje:
„ Min dê elema kelamê Mewzûn alî bikra li
banê gerdûn
Bînave ruhê melê Cizîrî pê hey bikira Elî
Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran heta bi ebed
bimaye heyran” r. 10
Ji bilî jêdera Mem û Zîna Xanî, ko navê
Feqiyê Teyran aniye, Aleksander Jaba ( Mem û
Zîn) Rodînko, Dr. Bileç şêrkuh ( Hawar),
Ela,edîn Sicadî, Mele Mihemedê Zivingî (
Eqid Al Cewherî), Mihemed Emîn Zekî - Dîroka
Kurd û Kurdistan-, Ebdulreqîb Yûsiv, Sadiq
B. Amêdî -Hozanvanêt kur- .
Vekoler, li jiyana F.T kola ye û li gor
tîpên ABC û wek mînak”
“ Feqî di dawiya destana Şêxê Senanî da, du
cara sala bi dawîînana wê nivîsiye, carekê
bi hejmarê û carekê bi tîpên Ebcedî. Her wek
dibêjit:
Lew (mîn û ´h) soht eşeqhê di dehsed û sala
sihê
Xelqino ji wê mey meste,ê tewîl diket
hikayetê
…
Meksî ji eşqê sohtiye ev qewl li şêx nû
gotiye
Hale xwe tê da gotiye ji xeyn û lamê hicretê.
Ev herdû tîpe,(´X. L), (´X 1000+L30=
10030).” R. 12
Ev pirtûka em berê xwêneran didinê, di
naveroka xwe de, pirr dewlemend e, lewra
mirov nikare li ser her xalekê raweste. Lê
ji bilî wan xalên jor, ko me behiskirî, dê
li ser çend xalên din bi kurtî rawestin. Em
di vê pirtûkê de, hindek helbestan dibînin,
ko navê nivîserê wan nediyar e (helbestên
sêwî ) û nav û helbestên hindek helbestvanan
dibînin, ko jiyana wan di nave pêlên dîroka
pirêş de windabûne, mina Madih, Mehmûd,
Maçin(Macin), Mistefa Beg, Mihemedê Zêbarî û
Mela. Vekoler ji ristên hindek helbestan
pêkol kiriye, nave wan, dema nivîsînê, cih û
devera lê hatî nivîsîn derbixe, dako bo
xwêneran diyar bike.
Beriya ez vê nivîsa xwe dawî bînim, dixwazim
çend têbîniyan li dawiya vê nivîsê raxim:
1. Mixabin ko navên û babet ne li ser
bingehên Chronoljî, ango li gor dema zayîna
wan. Bo nimûne, vekolîna li ser Nalbend, di
rûpelên berî vekolîna li ser Eliyê Hekarî û
Şêx Nûredîn Birîvkanî, ko herdû jê kevintir
in.
2. Bi min baştir bû, eger ew yên jiyana wan
nediyar, di beşekî taybetî de bûya.
Xaleke giring heye, di pirtûka Kelehên Ava
de, min dive amancê pê bidim, ew jî ev e: -
Vekoler, hemî pêkol kirine, da bişê
destnivîsan ji mal û hicrikên mela û şêxan
yê tarî derbêxe. Belgenameyên ko li
seranserî pirtûkê nîşana karekî yek car zor
û pir dirêj e, lê sebr, aram, hez û viyana
vekoler ji vî karî re û ew hestê
niştîmanperweriya bilind ya li def, hêla
karekî weha hêja encam bide.
Di dawî de, ez behwer nakim, Pirtûkek hewqas
westan, vekolîn û lêpirsîn û kar bo wê
bûbe,dê ev nivîs bes be, ko mirov di
naveroka vê pirtûka bi nerx, li ser toreya
kurdî hayedar be. Bi hêviya berhemên hîn
hêjatir, ji vekolerê kurd Seîd Dêreşî, ko
pirtûkxaneya kurdî dewlend bike û
destxweşiyê lê dikim.
tengezarmarini_41@hotmail.com