rojava@rojava.net

 
   


Gur

rojava.net 16.11.2005

 


Brahîm Mehmûd

Gurek boz, pozbilind, diran çirisandî, gewd şiyar
Gurek bi serê xwe, serberdayî
Tîreke derbas bûyî nava çolekê bê dawî
Hilmek canewerî bi saw
Çol xwe li gur dixwe
Gur xwe kiriye serberdayê çolê
Gurîtiya wî di ser re çûye
Ew daye ber xwe
Pozê xwe di ezmanekî vekirî de rakir
Terya xwe di xakekî raxistî de rast kir û li hev gerand
Xêz in gurîtî bi çingên xwe yê serî tûj kirî di ser himbêza xakê re navnîşan
kirin
Û devê xwe yê ji xwe bawer spart hêzên gurîtiya xwe û deng da:
Aaoooooooo
Xwest gurîtiya xwe li darxîne, xwe pê agadar bike
Dengvedana wî çar rexên xakê lerizandin
Bersiva deng dan:
Aaoooooooooo
Deng rûwê xwiristê baş nixumand, xwe lê pêça
Deng xwe berda hinavê asoyekî dûr
Çol bi gurîtiyeke dengdayî li hev ket
Bi dengvedanê gur lê civiyan
Di wê kêlîkê de gur li xwe vegeriya
Gur li xwe vegarand: Teqez ez hîna gur im!
Ew bi xwe hemû ew bû
Dengê wî gelek bû
Ew bîhnvedanek gurîtî bû
Çiqasî wî dida xwe, xwe li pêşiya xwe didît
Ew ne sîk ne sawêr ne nîqaşek bû
Ew ew bû
Di gasînekê pişt vekirî de li xwe dixist Ku ji gewdê xwe derkeve
Ketibû jirîdê bi xwe re
Ew tîr bû û ew kevan bû
Ew niçîrvanê xwe bû
Navek tîr ji xwe re qezenc kiribû
Bi gurîtiya xwe ve mijûl bûbû
Di mafê gurîtiyê de bilind û nizim dibû
Li xwe dizîvirî, bi xwe re şadibû
Gurîtiya wî pê re dida û distand
Ji hinav, damar, mejiyê wî yê gurîtî xwe berdida hemû laşê wî
Di cîhana xwe de dijîya
Bi laşê xwe re belû dibû
Di mejiyê wî de wêneyek tenê hebû ew bû û hew
Lê carna wêneyên canewerin din li gorî dirindiya wî diliviyan di giyanê
gurîtiya wî bi xwe de
Porê wî, di bin bandora xuristiya wî de, pêdiket û vedimiriya
Diranê wî ji ber xwe ve dihat sûtin
Bi xwe re, li ser gurîtiya xwe dida û distand
Serê wî û teriya wî ji hev veneqetiyan
Serî weke berê lehiyekê bi pêş ve diçû
Di bazdaneke pêldayî de mest dibû
Û teriya wî weke girînekekê li hev dizîvirî
Deng, pêllerezkên li dora wî lêmijtî xwe dikirin
Di nêvî de laşê wî terezoyî dibû
Ji aliyê din
Dûrî dûrî wî
Ne afrêdê duling
Ne dilketina ji dest xwe çûyî
Ne gotinên rewrewkî
Ne asoya ji xwe biliyayî
Ne lihevketina jê wir de
Ev hemû ji dervî cîhana wî bûn
Ew afrêdek dibû
Baş gurîtiya xwe nas kiribû
Helbet wî gelek bûyer dîtibûn
Di navbera afrêdên duling de
Wî bi çavê xwe yê bi dev wî ve diçû
Gelek tiştên ku nayên gotin, ji hev derxistibûn
Tiştên pêkenok ku tevzînokên sorkirî berdabûn laşê wî
Ji veciniqandinê ket hev, dev lê hat girtin
Xwe avêt bextê çolekê, bi ser wî de xiliya, lorand
Ev çi afrêdên dijwar!
Ew biryara wî bû
Gelekî lerza wan dîtinan ew hilanî û danî
Demek dirêj derbas bû ta li xwe vegeriya
Lê ew ji bîrnake cîhana xwediyê dulingan ya liqliqonkî
Ji bîrnake kêlîka birçîbûnekê ew da ber xwe
Xak û ezman li ber çavê wî li hev diketin
Gurek weke xwe dît
Bê hêz bû, ditewtihî
Piçek girêz ji devê wî hat xwar
Dilê wî çûyê
Qêrînek gurîtî ji hinavê wî di gewdê wî de belav bû teqiya
Ev te çikir?
Kirî xwe ji jora zinarekî bavêta xwarê
Diranek xwe di tehtê de şkênand
Ma ez bûme ew?!
Gurîtiya wî jê re got û dubare kir
Gur goştê gur naxwe!
Ji bîr nake dema ku gurekî jê re got:
Ma tu gurê min î?
Bi dilovaniyeke gurîtî lepê xwe di ser serê wî de birin û anîn, ew hejand:
Tu careke din nekeve şaşîtiyek wiha mezin, ev karê xwediyê dulinga ye
Ew gurek di gurîtiya xwe de diyar bûbû
Di xurtbûna xwe de serokê guran bû
Bê ku yek bibêje erê an na
Yaseya guran bi serê xwe ye
Kêm hêz bû, xwe da rexekî din
Divabû gurek têra xwe hebe dewsa wî bigre
Ew jî yaseyeke xwerû ye
Gur gur e
Tu gur î gurekî din ji gurîtiyê nexistiye
Gurek: Sipî, sade reş, boz, tozgirtî, belek, rengereng…
Biçûk, mezin, girs, hûr…
Ew bê ewarte tev gur in
Yek bi hemiyan, hemû bi yekî
Lê yekîtiya bi serê xwe tune ye
Gurê pêşî, gurê dawî dighîne hev
Pêşî û paşî ne newekheviyeke dijberî
Gur tenê dizane ew çi ye
Hîna ew neketiye nav me
Em gurên hev in
Lê gurên bi dulingan
Gur ji gur re dibêje, ku wî ne rast bibîne:
Ma tu bû mirov?
Di cih de, gurîtiya wî navnîşan dibe
Li ser çar lingên xwe radiwiste, xwe bi deng dike û devê xwe dixe guhê
azmanê vekirî:
Aaoooooooooooooooooooooooooooooo



 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin