H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 September 2007 11:52

 

 

 

Qîrîna Şingal

Xebat Şakir

Li Şingal hawar û qîrîn e
dilê kurdistanê birîn e
xirqeyê feqîra bi xwîn e
li Şingalê ferman û şîn e.

Kurdê aştîxwaz Êzîdî ne
bi kolos û cilê sipîn e
berî li rojê, Ezdayî ne
Kurdê resen xwediyê cîn e.
……..
Şingal tev xaka niştiman e
ser keft û left û berxwedan e
ew xweş deng û awaz û stran e
bo kurd cil û berg û ziman e.

Kuştin û talan û ferman e
di tozê de berat windan e
li Şingal qira êzîdxan e
Til'izêr li me hawar û han e
……..
Doz, na ne mislmantî û dîn e
Şingal, kerkuk û xaniqîn e
kirasê sipî tim bi xwîn e
yê dibe qurban Êzîdîn e.

Neyar timî li me bi kîn e
Ji bo her kurdî dijberî ne
xwediyê hizrê şofînîn e
li dijî nirxên netewî ne.
……..
Me li Pêşmerga bang û han e
Li Kurdê Soran û Berzan e
Êzîdî ji bo we biran e
Kaka Şingal jî kurdistan e.

Birano werin ev ferman e
Tok û Xirqê me kurdistan e
Laliş Sembola Niştiman e
li êzîdiya tim Ferman e.
………..
Li Şingalê girî û şîn e
di çavan de rondik û xwîn e
kuştî , tev tifalên bêrî ne
ev jî wek fermanê pêşî ne.

Li Şingalê zevî bi xwîn e
zarok bê dê û bav sêwî ne
Feqîr bi duha û hêvî ne
Pêşmerge hêvî û gazî ne.



30.08.2007 Oldenburg /Elmanya






 

 

                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Vegere ...

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1