Fatih, Stenbol...
Li çayxaneyeke Sûka Sêrtiyan... 5 kurd; 4
misilman, yek êzîdî...
Piştî qetlîama li gundên Şengalê bi çend
saetan...
Kûl û derdê giran vedibêjin, tevli îskanên
çaya qaçax:
Bibore kirîvo, bibore...
Em doza lêborînê li te dikin, bi hêviya ku
tu li me biborî.
Bi şemsa nûranî em sûcdar in kirîvê delal!..
Her wekî di bûyera ‘Mîrzikê Zaza û Derwêş
Nebî’ de -ku xwîn laşan bi xwe re dibirin-,
em îro jî sûcdar ango tawanbar in...Qetilxwîniya
Şengalê, derdekî bêderman li karesata me
kurdan zêde kir. Heta niha behsa ‘72
Fermanan’ dihate kirin. Va ye tê gotin ku
tiştê qewimiye, ‘Fermana 73-an’ e...
500 gul çilmisîn, ne hêsan e...
Serê me tewiyaye...
***
Êrîvan, li wî alî Arasê.
Ango li wî alî Çiyayê Araratê...
‘Xwedê mala te û yê haziran jî bi ser de şên
bike biracan! Bila derd-bela şêmika derê
mala te nas neke!..’ digot, birakê min ê li
gundekî dorhêla Çiyayê Elegezê ya
Ermenistana Qefqasan û berdewam dikir: ‘Tu
misilman, em êzîdî. Em gişk kurd in birê
min!.. Lê bila Xwedê mala xayîn û bêbextên
Roma Reş xerab bike...’ Ne şaş bim ‘Dêrik’
bû navê gund. Belengaz û perîşan bû, lê
serbilind û jixwerazî bû. Em serberjêr bûn...
Serê me wê rojê careke din ketibû ber me...
***
Laleşa Nûranî...
‘Dibêjin Êzdiyên li Bakur azadtir in. Her
çiqas fermanên giran li wan rabûne jî, êdî
ne wekî berê ye. Ew azad in. Em wisa
dibihîsin. Lê gelo rast e ku edî kurdên
misilman ên li bakur bi çavekî baştir û
birayane li me temaşe dikin? Ev çend salên
dawî ne tên û ew wan dibînin. Ji Batmanê, ji
Diyarbekirê, ji Mûşê û Mêrdînê. Ji welatên
xerîb jî tên. Êdî ne wekî berê ne. Çawa ku
êdî ew jî dizanin ku berê neheqî li me
kirine û poşman in. Ez di çavên wan de vê
şewqê dibînim..’ digot feqîrê ku pêşwaziya
me dikir...
Belê rast e, ew kesên ku behsa wan dikir, ji
ber kiryarên bab û bapîrên wan kirine an jî
bûne piştevan û ‘qesasên zilmê’ poşman in...
Serê wan lewre di ber wan de ye...
***
Misirc, Kurtalan ango Gurdilan...
Di lêkirina van hevokên dilzîz de, yekser
hate bîra min:
Taxa Jor a Misircê (Kurtalan) ya Xerzan. Li
dorhêlê, gundên ‘kirîvên ezîdî’.
Zarokatiya 20 sal berê... Em hene 10-11 salî.
Me zarokên ‘nehs’ û ‘netebat’ jê re digot:
‘Xalê Simbêlsoro!’. Xwediyê simbêlên sorî
hineyî bû. Fotêrek dida serê xwe. Diyar dibû
ku rîhspiyekî civata xwe bû. Tu caran me
navê wî nezanî. Her navê wî, ‘Xalê
Simbêlsoro’ bû. Ji gundekî Misircê bû. Di
17-18 saliya me de behsa wî dikirin careke
din. Ji Dûsadekê bû, ji Tapiyê bû, ji
Texeriyê bû an jî ji Hemdûna bû baş nayê
bîra min. Lê ji wan gundan bû, êzîdî bû...
Bala xwe bidinê çi dibû, me çi dikir:
Çend kesên navsere wê bigotana ‘wa hat,
herinê!’...
Me zarokan dida dû wî. Gelek caran bi
tûrikên tozê me êrîş dibir ser xaloyê
belengazê ku ji bo kar û barê xwe berê xwe
dabû ‘Hikûmet Qonaxî’ ya Misircê. Ser û
çavên wî di nava toz û telazê de dima...
Mezinên me digot, me dikir...
Tu li vê ecêb û sosreta giran binêre; gava
li Qubînê (Bişêriyê) diçûm mala bapîrê xwe
Eliyê Evdirehman, piraniya hevalên min ên
şabûn û zarokatiyê, dîsa zarokên wan bûn,
zarokên kirîvan: Xwedêdan, Rizgo, Berekat,
Şemsedîn...
Rojek hat, kes nema!
Terkeserê dinyayê bûn. Em bêyî-kirîv man.
Kirîv bêyî me...
Car bû me li kuçe û kolanên Ewropayê hev dît,
deriyê mala xwe dîsa ji me re vekirin. Em li
wan qesidîn. Bi hev şa bûn. Bi birayane, bi
dostane, bi kirîvane:
Kekê Hacî Xelîl, Mamê Reşo, Mistefayê Bira,
Celalê Dost, Xwişka Fatim, Xwişka Sêvê, Kekê
Emer û Sûphî, Emînê Hemdûnî, Selehedînê Bira,
Feleknasa me hemûyan, Meta Fexriya û bi
dehan navên din...
Lê, dê rojek were ewê vegerin...
Emê li Bişêriyê, li Batmanê, li Misircê, li
Sêrtê, li Mêrdînê kûçe û kolanan dagirin û
emê li ser kursiyên biçûk ên çayxaneyên
honik çayên xwe yên tarî vexwin!..
Bi Şemsa Nûranî ku ‘Xalê Simbêlsoro’ pê sond
dixwar, wê gavê jî û îro jî em poşman in...
Heger hebe rojek bibînim, ezê jê re bêjim;
‘Xweliya heft gundan li serê me!’
Heger hatibe ‘çalkirin’, bila Xaliqê ‘roj û
şevê’ rehma xwe jê kêm neke.
Xalê Simbêlsoro, bibore ezbenî,
Ji şerm û stûxwariya me fêm bike...
***
Li Şengala ‘Lehengên Kurdên Êzdî’ giryan e!
Wekî gelek caran dîsa ‘xwîn tev li rondikên
çavan e’,
‘Qam û qidûm şikestin’,
Qîz û bûk diqîrin, ‘bira bira’ lawelaw e...
Bibore kirîvo bibore,
Me îro jî tu neparastî,
Lewre ye ev berjêriya stûyê me!..
Netkurd