Ne hevalo..!!
Me got bes e ji vexarina mirinê,
em dê xewnet zîvî bi,
kirasêt dayîket xwe ve bînîn,
Da ji wan reşebejna xilas bîn.
Me got dê çavet xwe,,,
bi ava Kanîya Spî pîroz kîn,
Da carek din rondik çavet me neêşînin.
Di bin gul u gulzaret bihna Duhokê,
û kevalê azadîyê û pêxemberekê le
Dîwana xidir El-Elyas,
ko hêşta em çirayê wî
di şoreşa xwe de dihebînîn,
Dirbas keko.
tê bîra te qêrîna Mesûd xelefî
û hesreta wî! ode tejî hîvîyet sotî dikir.??
ji nişkê ve nalîna kolanêt Qamişlio,
Li ser dilê min veciniqandin.
û naxê min bû peloxêt Newrozê.
Bê dem rondika kilê çavêt min vexwar.
te digot negrî mixabinî wan rondiket
biha giran,!!!!
erê hevalo te digot negrî
em li derazinka dewletekê ne.
Bihayê wê rondikêt te ne,
û axînêt min in.
Çima keko..?
te negot qelenê wê xwîna zaroket Şingal e û
agirê dilê sêwîyet bê dê û bab mane .
Te negot mirin ji esmana diweşit,
û ax jî têra qelenê welatê me nakit.
Dirbas keko,
di vê evara nîv sotî de,
li ber ekranet bîyaniya dengê bêmirada
Tukê hat guhê min, digot..!!
Çiyayet mêrxasa digirîn.
şîna belgên dara kifin pê ve şîn bûye
şîna newala xwîn tê de xwe dişot.
şîna merasîmet cejnê
zemar li qîblegiha Laleş diweşit
Çi bêjim hevalo çi??
Dûr im……
dîwaret oda min
bûne tabloyet Şengala yet
ji henasê hatîn guvaştin.
çavet min bûn pêstirkeka şkestî,
guhê min bû DVD tenê
qêrî û zemar dihijmartin.
Ez ji hişê xwe şerim dikim
tim min xewnêt xwe
di derqoşa laleşa de hawîş
dikir……!
helbesta min vehandî di rê de ma,
Tabloyek nîvero dîsa li
mêjoya niştîmana min çapkir.
Selwa_guli@hotmail.com