Hoşeng Broka
Ji Royarê Amedî re,
„ku nema dikare careke din bimir e“
Li wir,
ku tu xerîb,
diçî mirinê;
li wir,
ku tu xerîb
diçî “not û neh navên Xwedê”;
li wir,
ku tu xerîb,
li seranserî “heftê û sê“ „Laleşên nûranî“,
diçî wexta têkçûnê;
li wir,
ku tu xerîb,
diçî navê „Tawisî Melek“,
ku haha bi dizî diçe girî;
li wir,
ku tu xerîb,
„ Lavij û Lavij“,
bêriya mirina xwe dikî,
bêriya mirina kewan dikî,
bêriya mirina min dikî,
bêriya mirina wê dikî ,
bêriya mirina me dikî,
û bêriya mirina wan dikî;
li wir,
ku tu xerîb,
“sînor û sînor”,
xewnan dispêrî bextê hejmartinê,
ku tu xerîb,
diçî xewnan
û xerîb,
ji wan vedigerî;
li wir,
ku tu xerîb,
diçî “sibehan”,
ku nema pêrgî qehweya ji hatina navê te tên;
li wir,
ku tu xerîb,
haha şevê li siwaran,
parve dikî,
ku tu xerîb,
siwaran ji bejna şevê dadiweşînî;
li wir,
ku tu xerîb,
„Lavij û Lavij“,
mirinan ji xwîna xwe diçinî,
ku tu
xerîb,
mirin û mirin,
„Lavijan“
di bîra gavên xwe de,
ku xerîb
bazdidin wexta tirênan
û xerîb
ji wexta wan dizîvirin,
diçînî;
li wir,
ku tu xerîb,
mirin û mirin,
diçî westanê ;
li wir,
ku tu,
ji wexta xwe,
ji wexta min,
ji wexta wê,
ji wexta me
û ji wexta wan,
xerîîîîîîb,
diçî mirina xwe ya pir :
ku tu xerîb,
mirinê pir dik î,
xerîb,
„Lavijan“ pir dikî,
xerîb,
westanê pir dikî,
xerîb,
şevê ji siwaran re,
pir dikî,
û xerîîîîîîîîîb,
goristanan, ku bazdidin „alên sipî“,
pir dikî ;
li wir,
Ku tu xerîb,
Pir,
digihî wexta mirinê,
xerîb,
pir,
digihî wexta westanê,
û xerîb,
pir,
digihî wexta xwe,
yê ku „nema dikare careke din bimire“;
li wir….
tenê li wir,
ku tu mirinê, ji pirbûnê dibî pirbûnê,
ji „Lavijan dibî Lavijan“
û ji „xwîna kewan“ dibî „xwîna kewan “
ez bêriya wexta navê te dikim,
ku tu „Rojîn û Rojîn“,
helbestê pir dikî,
ez bêriya wexta xwîna te dikim,
ku tu,
helbest û helbest
„Rojînê“, pir dikî,
û ez bêriya gava mirina te dikim,
ku tu bi pirê navê xwe,
bi pirê Rojîna xwe
û bi pirê helbesta xwe,
jiyanê pirtir dikî.