|
Îdo Baba Şêx di sala
1955 an li Êsifinê (Kurdistana
Başûr) ji dayîk bûye. Di
sala 1980 de diploma
bekaloriyos ya yasayî ji
Zanîngeha Bexdayê
wergirtiye, di heman
salê de dest bi nivîsînê
kiriye û gotara xwe ya
pêşî belavkiriye, bi
zimanê kurdî û erebî
dinivîse û wergerandinê
ji herdu zimanan dike.
Di sala 1998 an de,
pirtûka Gundayetî ya
Xidir Silêman
wergerandiye zimanê
erebî û li Beyrûtê daye
weşandin.
Pirtûka çend lapereyek
ji mêjûyê Yekîtî
Niştimanî Kurdistan, di
sala 2004 an de li
Kurdistanê wergerandiye
zimanê erebî.
Yek ji endamên
damezrandina Bingeha
Laliş ya rewşenbîrî û
civakî li Dihokê di sala
1993 an de bû. Û her
weha yekemîn sernivîserê
yakem Kovar bo kar û
barên êzîdiyan (Laliş)
li Kurdistanê bû.
Endamê xola (dewra)yekem
ya Parlemana Kurdistanê
bû.
Niha endamê Sendîka
Parêzeran û endamê
Sandîka rojnamevanên
Kurdistanê ye û endamê
desteka rawêjkariyê (şêwirmendiyê)
ya Civaka Rûhanî ya
êzîdiyan e.
Îdo Baba Şêx niha
rawêjkarê serokê Komara
Îraqa Fedral birêz Mam
Celel Talabanî ji bo kar
û barên êzîdiyan e.
Hun aniha ji Kurdistanê
tên, gelo bi giştî rewş
çawa ye? û dîsa girêdayî
vê pirsê, hun wek
rawêjkarê serokkomarê
Îraqê bo kar û barên
êzîdiyan, gelo rewşa
êzîdiyan li gor nerînên
we ber bi ku ve ye?
Rewşa Kurdistanê ji layê
tenahî û ewlekariyê ve
pirr baş e, bi taybet
heger hemberî rewşa
Îraqê bi giştî bikin,
her çend heşte hindek
kêmasî û şaşîtî jî li
vir û dera han hene….Rewşa
êzîdiyan jî bi guherîna
rewşa siyasî û abûrî ya
Îraq û Kurdistanê ve
girêday1î ye û her weha
bi hestê netewayetî yê
xelkê kurdistanê ve jî
girêdayî ye.
Ji rêferendûma destûra
Îraqê û hilbijartinên
perlemanê yên dawî hate
diyarkirin ku êzîdî (650
000 li gor tê
ragihandinê), ne tenê
nehatin insafkirinê,
belê ew hatin
piştguhkirin û
marjînalkirin jî, tenê
bo nimûne, êzîdiyan 110
000 deng dan lîsteya
hevpeymaniya Kurdistanê,
lê ne kursiyek jî bi
dest nexistin, hun çi
dibêjin?
Rast e mafê Kurdên êzîdî
li wan hilbijartinan de,
bi duristî nehate dayîn,
hêvîdar im ev şaşîtî
carek din dûbare nebit,
welê li pê zanîna min
êzîdiyan 2 kursî neha di
parlemanê Îreqê de hene.
Tê zanîn ku 3
Parlemanter û 2 Wezîrên
êzîdiyan di parleman û
hikûmeta herêma
Kurdistanê de hene. Gelo
hun rola wan di parleman
û hikûmetê de (wek
niwênerên êzîdiyan) çawa
dinirxînin?
Her 3 Parlemanter û 2
Wezîr li gor derfet û
taqeta xwe kardikin û
her yek li gor zanîn û
baweriyên xwe rola xwe
dilîze.
Hate ragihandin ku berî
demekê lihevkirinek di
navbera Meclisa Rûhanî
ya êzîdiyan û hindek
rewşenbîr û kesayatiyên
civakî, di nav êzîdiyan
de, pêk hat û di encamê
de Meclisek Şêwirmendiyê
hate damezirandin. Gelo
ev lihevkirin di nerîna
we de çawa ye û heta bi
kîjan radeyê ev
lihevkirin û ev Meclisa
Şêwirmendiyê dê xizmeta
êzîdiyan û ya ola êzîdi
bike?
Li gor zanîna min
Meclisa Şewirmendiyê,
pitir destnîşankirin bû
ji layê Meclisa Rûhanî û
bi taybet ji layê Mîrê
êzîdiyan (Tehsîn Beg) ve,
ev Meclis ji nêva
rewşenbîr , akadîmik û
berpirsên partiyan û
hikûmî ve hate
damezirandin.li gor
zanîna min di hindek
waran de, karên baş
kirine bo nimûne,
amadekirina Yasaya kar û
barên Kesayetî yên
êzîdiyn.
Pirrê caran hindek deng
ji hundirê civaka
êzîdiyan bilind dibin,
pêşniyaza û doza
reforman di ola êzîdî de
dikin, li gor bîr û
boçûnên we, hun vê çawa
di nirixînin?
Li gor baweriya min
rêformên olî nayên kirin
çinku bawermendên çû
olan yan ayîna qebûl
nakin, welê reformên
civakî karekî baş û
pêdivî ye, hêvîdar im
reforimin bên kirin û
derfet hebit em bikin û
xwe ligel dinyaê
biguncînin.
Şêxan bû û qewimî….Gelo
li pey nerîna hêja Îdo
Baba Şêx, Şêxanin din wê
bên..?Gelo sedemên Şêxan
çi bûn?
Çi gerek e were kirin,
daku Şêxanin din li
Kurdistanê neqewimin?
Destsarî û sistiya
hindek berpirsiyarên
deverê û zêdebûna hestê
hozikî û eşîretî û
dîndariya tîj û tund, û
ne bikaranîna yasayî bi
awayên rast û dirist, ev
hemû sedemên rûdana
Şêxan bûn.
Çareserî bi yan min ew
e, da ku bûyerên wisa
êdî neqewimin pêwist e
ku yasa li ser hemî
xelkê beyî ferq û cuda
bête bikaranîn, û xebat
û karên ji bo zêdekirina
hestên netewayetî û
pêşvebirina civaka sivil,
û pêşgiritina li bîr û
baweriyên eşîretî taybet
û hemû awayên paşkeftî.
Em bûyerên terorkirina
Şêxanê wek nimûne
werbigirin, gelo
rewşenbîrên êzîdiyan bi
taybetî û rewşenbîrên
Kurdan bi giştî çi li
dervyî Kurdistanê, çi jî
li hundir, rolek çawa
leyistin?
Rewşenbîrên Kurd û yên
êzîdî jî girûp, bi girûp
in, û her girûpek li gor
bîr û baweriyên xwe rola
xwe leyist, neşert e ku
hemû pozetîv bin.
Tê ragihandin ku (50
000) êzîdî piştî bûyera
Şêxan û vir de, bi
mebesta kockirinê ji
Îraqê, navên xwe li
bîroyên UN yên
penaberiyê li Sûriyê
qeydkirine, hun vê yakê
çawa dinirxînin?
Derkeftin ji welatî li
nav hemû pêkhatiyên
Îraqê û Kurdistanê de
heye, hêvîdar im rewşa
welatî xweştir û baştir
bit, da ku xelk welatê
xwe cih nehêlin û
dernekevin.
Peyv û gotara (xitaba)
êzîdiyan û bi taybetî
rewşenbîrên êzîdiyan
nehevgirtî û lawaz e,
pir caran jî, li dijî
berjewendiya êzîdiyan tê.
Gelo rêya hevgirtin û
bihêzkirina vê gotarê çi
ya?
Hger her yek ji me erk û
mafên xwe naskir û
berjewendiya miletî li
ser ya xwe dane, li wî
wextî xitaba me jî dê
bihêz û hevgirtî bit.
Birêz
Baba Şêx, li ser
dahatuya madeya 140an ji
destûra Îraqê ya nû
dikarin çi bibêjin?
Bo cî bicîkirina madeya
140 ji destûra Îraqê ya
nû hindek xebat hatiye
kirin, welê li gor
zanîna min hêşte gelek
maye, çinku ew erebên
rêjêma berê anîbûn
Kerkûkê ne vegeryane û
pêdivî xercîkirinek
parekî zor e, her wisa
Kurd, Tirkman û Aşûriyên
ji deverê yên ji layê
rêjêmê ve hatîn barkirin
hîn nezîvirîne û tu
alîkarî bo wan nehatiye
kirin. Her wisa deverên
din yên ligel Kerkûkê
heta niha nehetine
diyarkirin, gelek parçe
û bajar ji Kurdistanê
hatin vekirin weku:
Kifrî keftibû ser Diyala,
û Tozxîrmato li
serTîkrît, û Mexmûr ji
Hewlêr kaftibû li ser
Mûsilê, û 2 komelgeh ji
Şingalê keftine li ser
Baec, evane hemû wek xwe
mane. Gelo kengî
asayikirin, paşê jî
serjimartin dê ête kirin
li kêmtî ji 6 mehan de?
pirr hêvîdar im ku rewşa
van deveran bêt
asayikirin û referendûm
bêt kirin.
|