Li Tirkî niha hemû
rojeva siyasî di hilbijartinên pêşwext de
kilît û asêbûye. Hemû axaftin û babet li ser
hilbijartinan e. Bi van hilbijartinên
pêşwext, eskeriyê di bin pêşkêşiya Yaşar
Buyukanit xwest ji hikumeta Erdogan re bêje:
Yan tê hişê xwe binê serhev û seramser were
ser xeta me, an jî ji hilbijartinan hûnê
dest vala û tazî derkeve. Peyam gelekî
vekirî û zelale. Ji bo ku eskerîyê xwe li
hember kir asteng, hikumeta heyî nikaribe
Serokomar bi tenê bilbijarta. Ev „Wêne“ baş
xûya dike bê li Tirkiyê kî li ser
desthilatdarîyê ye, bê li tirkî kî xwedî
mafê axaftinê ye, bê li tirkî maf di nav
kîjan qîlan deye.
Ji aliyê din operasyonên leşkerî bi sed
hezaran lêşker didome û firokê dewleta tirk,
li ser sînorê Başûrê Kurdîstanê firên
bêzariyê davêje.
Binerin ji dema KCK, li ser pêşnîyar û
daxwaza Rêberê KCK Abdullah Öcalan, agirbest
îlan kiriye oparasyonên lêşkerî ji beza xwe
nexwariye û ji salên ku şer di demên xwe yî
germ de jî zêdetir bûye. Di sedan leşker
dimre û gelek gerîlayên ku hêjayî welatekî
ye jî şehît dikeve. Lê ji dêvla ku mirov
hêvî dike ku rewş were rawestandin û
operasyonên leşkerî were sekinandin agir
hîna bi nijadperestiye û bi çûna ser hêzên
demokrat tê gûr kirin.
Yaşar Buyukanit di wê baweriyê de ye ku ewê
karibe dest li paş û li ser hev, têkeve
Başûrê Kurdîstanê, di wê kinyatê de ye ku dê
karibe xeyalên hevkarê berî wî, ev 30 salin
xeyal dike, pêk bîne, xeyala tinekirina
Hêzên Rojên Azad, Hêzên Parastina Gel.
Li dû qûna xeyalên xwe digere û ji bo wan
xeyalên xwe pêk bîne dê çi bikeve ber wî
biheciqîne.
Erdoganê ku li ser gotinên xwe yî gotibû: „Pirsgrêka
Kurd heye û Pirsgrêka mine“ niha jî dibêje:
„Min got û min negot“.
Tirkiye li ser benê rastiyan dimeşe, ku van
rastiyan nebîne û hewl nede ku çareser bike,
dê rewşek ku kes naxwaze bîne ber çavê xwe
derkeve holê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ev xeter
hîna ji mêjde ve didît û hişyarî dikir. Lê
belê aliyên pêwendîdarên eskerîya tirk xwe
li keriyê datîne û ew nêzîkbûn hîna jî
berdewam dike.
Dewletên Ewrupî, xwedêgiravîn parazvanê
mafên mirova, jî kerbûna xwe didomîne û hîna
jî dewam dike. Ewrupa kiryarên li Tirkiyê
diqewime ji nedîtî ve tê û dema gotin tê ser
pirsgrêka kurd, dikare hemû zagon û qanûnên
xwe bin pê bike. Dema mijar dibe Kurd, ne
Ewrupa ne Emerîka û ne dewletek din, hemû ji
nedîtî ve tên, hemû derî û şibake tên girtin.
Ev rewşa asayî wûsa bimeşe û Birêz Öcalan
nêbe dermankirin, Gelê Kurd dê pêşî li çemên
hêrsa xwe veke.
Ku mirov rastiyên heyî bigîhîne ser hev,
wêneyekî gelek tevlihev û xwînî dê derdikeve
holê. Wêneyekî ku kesê nikaribe lê temaşe
bike. Ev jî mirov dikara wekî „Wêne yê
Rastiyê“ bi lêv bike.
Di rewşa mijara gotinê de dibê Kurd li ser
xêza strajeyî netewî hevdû bivîne û nirxên
xwe yî netewî derxîne pêş. Tenê li ser qeta
netewî dê Kurdê karibin êrîşên li hemberî
wan vala derxîne û destxistinên xwe zêdetir
bikin.