Mixabin, ku di kongirê
Perwerdeyî yê Hewlerê de, li rojên 22- 24-
Gulana-2007 de, hêrişeke dijwar, bi rengekî
jehrawî û plankirî li ser malbata
Bedirxaniyan ji nû ve hate kirin.
Ev malbata dilsoz û xemxorên kurdîniyê û
zimanê kurdî yê paqij û şirîn.
Kî berpirs e ji vê tawana li bin alaya
Kurdistanê ya ku li paytexta Kurdistanê
rûdayî?
- Erê bi çi mafî wezareta perwerdeya
Kurdistanê qebûl kiriye ew koma nivîsînên bi
jehrê reşandî li jêr navê _ Zimanî Standardî
kurdî û Elfubêyî Standardî Kurdî - komele
wutarêk – ku di bineret de dijî kurmanciyê û
malbata Bedirxaniyan in?
- Kê rê xweşkirîye ev jehre ho lêkdayî di
navbera endamên kongireyê Perwerdeyî de
belav bit?
- Kî vî mafî didit nivîskarê ji xwe razî-
Ferhad Şakelî -husa bi pêxwasî bê rêzî bêjit:
(( Le naw kurd de kes hêndî binemaley
Bedirxan dilsozî bîr û bawer û îdyolokî yî
Etatork nebû. Ewan eger çî be rewalet dijî
Turkîya bûn îbelam le rastî da nakokîyan
tenya le ser destelat bû. Celadet û Kamiran
Bedirxan le hemo jiyanî de hewlî eweyan de
da lasayî yî Etatork bikene we û zorîş le
dilewe sersamî kesayetî bîrkirdinewey
Etatork bûn.)) R 10
- Ew bi vê bêbextiyê bi tinê razî nebûye,
berdewamiyê didit gotina xwe û dibêje:
(( Celadet û Kamiran deyanwîst ewey ke le
siyaset da dorandûyane le ziman û ferheng da
we destî bênine we.Binemaley Bedirxan her
diway rûxanî mîrnişînî Botan le Estembûl we
le Kirîta we le çend cêyekî dîke jiyanî
belam hemîşe pêwendîyan le gel destgakanî
împeryalîstîdaî betaybet destgakanî casûsî
hebû we û karyan bo kirdûn. Emeş hîc seyr
niye katê Ke dezanin serçawey îdyolojîyî
Etatork û Bedirxanîyekan her yek serçaweye û
herdû yan le yek kanî jehrawîyan xwardûte we
)) R.11
Ev hêrişa hovane ya nivîserî di mêşkê xwe yê
nesax de vehandî û çêkirî. sexmeratî hindê
ye ku ev binemale pêşengên rewşenbîrî û
zimanê kurdî bûyne û şûna tilîyên wan diyar
in. Berhemên zindî li pişt xwe, ji xortên
kurdan re hêlayine nexasim ku Mîr Celadet
Bedirxan xwedîyê hizra danana Elfabêya
latînî ye bo zimanê kurdî. ji bo yekgirtina
zimanê kurdî li paşerojê, cunke ew jîr û
hoşmend bû û zanayekî zimanevanî bû.
Ev hêrişên tamsar û bê binyat, dê her hebin
ji alîyê nesax û mirovên mejî hişk û girtî.
Ew ên ji ber pên xwe wêvetir çu dî nabînin .
Ez nizanim eve çi girî ye li ser elfebêya
erebî û kultûra îslamî ya ku herdem çu rêz
bo miletê kurd negirtin û kîmiya û xerdel û
siyanîd ji hejî me dîtîn, bi şadî li me
reşandîn û em berev mirinê ajotîn!! Binemala
Bedirxanîyan her dê bimînin cihê rêzgirtina
miletê Kurdî ji ber wê dîroka paqij ya bo me
hêlayîn û yên ne razî bila li pey awazên
erebî binalin û binalin !!