|
Sîberek westiyayî ji
binavkirinan
Silêman Azer
Tu li ser mijangên şiyariyê
şevan ji ber diranên demên
minî kulotbûyî
ji cûtina xewnên raketî
li ser kenarên westiyayî
ji tevlîbûna bînê
paqij dikî.
weke dêmê mendaletiya
mişt henas,
di tûrikên ajotinin
qeliştî li ser tirabêlka
peykerên kenê te.
ji min diwerive paris kirina
tenêbûna aliyên hêcbûyî
li ber bûrîna tîjikên ji xwe derkirina
kelogirya miştbûyî ji bi serketina
vemitandinin beloq
weke bablîsokên vebûna çûnan.
li tazîbûna bînayiyin rep
li derdora mayînin asê di kuncikin
sitimî de,di nav livîna qada têrnebûyî
ji mêtina qêla berzebûnên tiliyên xwe
yên şikêrbûyî li ser zelaliya
herikandina xwêsiya
nû keçîndariya aliyan,
yên,....li zendên xwe alandine
bazbendên vekirina binavkirina
veciniqandina xwe hiştinê.
ji min, şêlaye
riwê parsekirina
bêrîkirinin,zelûl,
li ber hilatbûna kovîtiya
xewnin tirişbûyî
di sitirhandina hevîrtirşê xweziyan de.
tengbûne,li bê dengiyên hatina te
pêjna te yî,qedîfe,
bi bejna wêrîbûnin têrnebûyî,
ji vexwarina zayîna lêvin bergirtî,
bi kewijandinin şil,
li ber barîna
asîmanê sil bi bîranînin
nûhatî li ser çinîna ewrin
di sereçûyî ji gerokiyê.
weke xwe, sîberiya xwe,
bipelîne li çandina
şînbûyî bi zuhabûna
dîtinên minî,kolayî di navtenga
ne dîtinin xwe vedizî
ji tilmanokên kêlin
nehtorvanên şopikên
di sînga pêkenîna te de.
zîl didin,katdana,
bijaftinin yek mehî
di malzaroktiya dîwarin
çav sorbûyî,ji jimartina hatinin
bê sîtav de.
ji min binavkirinin
pêçayî bi bihnin difûrin
li ber serê mijûliyê.
û ji te....awirin,
hildiweşînin
perda qerimî
ji berbakirina
bêriyan.
|