Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.R.K    The West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:11

 

 
 

Diyavîn
Gulnar Elî


Hêlîn di çavên te de
kozîrkên xweziya vedana dava
malxweya min e, ser destên te
laveya dîtina te, evîna min bû
hêvî jîn bû
jîn hêvî bû
çavên min,
ser roniyê firîn gulên bişkûja
soza me ye, şînahiya herdû dila
dil bişkurî ji mizgîniya
nêzîkbûna jivanê

Dîyavîn
Li te digerim, li duhoka rengîn
şopên te,
gaziya xwedawenda çiyayî
omêd sirûd e
min radiwistînin li bêriyên te
hembêzî hev dibin
çav mişt in ji
wêneyê te
bizavên te,
ken in.

Nazenîn
li kolana, li te digerim
ber sîngê vala
rondik dibariya

êşê, gazîya min veda
min bihîst ji
belgên dara
pêlên rûbara
gazî dikirin
deng belav bû.

Xemrevîn:
Xerîb im
bajar xerîb e,
li şopa te digere
ba li pora te digere
bax li gula xwe digere
barkirina te hat
ji kaniyên eşqa min, te vexwarî
ji davên şeva min, keziyên vehandî te şehkir
di çavên te de, derya dibînim:
Diyavîn:
Felekê soza me binpê kir
kir axîn.
Perîşan
te got
min got vê carê
dê bin senger li ber destê qederê
dê bibin
rast û çep û rêya veder
te nezanî
qedrê me zortir dibê
pîrozî mestir dibê
çavên me jibêriya pir kil dibên

Diyavîn:
di dil de
fener heye, venamire,
ez li ser destê wê, zarokek nazdar im
hêviya pêngavên mezintir im.



2-17-07






                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1