rojava@rojava.net

 
   


 

rojava.net 15.11.2005

 

 

rojava.net – Dêrika Hemko – Tevna Çand û Hunera Kurdî çalakiyên xwe dewam dike


TEVNa çand û hunera kurdî roja 11-11-2005 an şevek li ser kevnetoreya me li darxist, pêşî şehîdên zarok yên sînema AMÛDÊ hatin bi bîranîn û kêlîk bê deng li ser giyanê hemî şehîdên Kurdistanê rawestiyan, mamoste REMEZAN çend serpêhatî ji kevnetoreya kurdî berhev û amade kiribûn, serpêhatiyên ko mirovê Kurd di roja me ya îroyîn de waneyan jê bigre, yekîtî û hevgirtin, dostanî û dijminahî û mêranî û qehremanî, piştî xwendinê nêrîn û danûstandinê despêkir, tevlîbûneke germ ji şevê re çêbû û beşdaran xwestin ko xebatek xurt ji bo danheva kevnetoreya kurdî bê çêkirin, şeva me bi helbesteke HACÎ HADÎ bi navê (Ez kî me) hate bi dawî kirin.
Weke ko berî niha me dabû zanîn TEVN a çand û hunerê li bajarê DÊRIKa HEMKO di aliyê zimên, çand û toreya kurdî de xebata xwe bi rêve dibe û ev bû şeş heyv, şevbêrk û semîneran li dardixe, banga me ji hemî xamekêş û alîgirên ziman û çanda kurdî ko bi me re alîkar û pêwendîdar bin ji bo serkeftina vî karê binirx û pîroz.

TEVNA ÇAND Û HUNER A KURDÎ - DÊRIK



 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin