Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

15 October 2007 19:50

 

 

 

Ji xwe dûr im!

Siyamed Sîpan Uğurlu

Di bêzarbûyîna biyanîbûna xwe de „Ji xwe dûr im“.

Ji xwe dûr im
ji ber ku gundê minî ku listîkên zaroktiya min hîna lê nivco mayî û biyanîbûna kenên zarokan dikşîne ji min dûr e.
ji ber ku ji newalên xewnên minî ku di paxla xwe de bîranînên li bende xwediyê xweye, veşartiye ji min dûre.
ji ber ku qutiya evînên ciwaniya min di bin kevirên bajarê minî xeyidî de li hêviya derketina evîna rojê ye.
ji ber ku hemû hebûna min, hemû xewnên min, hemû hêviyên min, hemû baweriyên min, hemû sedema kêfxweşiya min ji min dûre.
ji ber ku roja ku di nava çar dîwaran her roj ji bo zarokên agir û rojê tirêjên xwe bera ser rûkeniya bedewiya welatê min ji min dûre.
ji ber ku elatê minî ku xemla bûkaniyê li xwe kiriye ji min dûre.

Hezar nivîs hezar gotar hezar helbest li ser hesretiya welatê agir û rojê hatiye nivîsandin. Lewra bira ev nivîsa min bive morîkek ji kirasê bedewiya welatê agir û rojê, ku bera ser dilê hemû hesretiyên me bide.
Ku mirov ne aşiqê axê be nikare ji tu kesî jî hez bike, mirov ne evîndarê xwezayê be, ewê nikaribe baweriya xwe bi tu kesî bîne, mirov ne hezkiriyê rojê be nikare dilê xwe ji dewlemendiya re veke, mirov heta nebe biyanîbûnê welat ewê nikaribe neqşa hesretiya welat ku di nava dil de kolaye bi rondikan av bide, mirov ewê nikaribe xwe di xwe de bivîne.

Hevalno
Biyanîbûn, Xerîbî ne bi qasî mirov xeyal dike, hesane, ne bi qasî mirov hêvî dike xweşe, ne bi qasî mirov wêneyê wê di mejiyê xwe de bi rengên xweşiyê çêdike, xweşe, ne bi qasî ku bayê gotinên ser tenûra qal dikin wusa ye.
Biyanîbûn hevalno
Her roj kirasekî reş ku ji xemginiyê ve hatiye dûritin û mirov li xwe dike, ewe ku mirov herdem rûyekê xerîb di bêjna neynikê de dibîne, wusa ye ku mirov herdem di rûh ji nava axê şiyar dibe, wusa ye ku mirov ne ewe, ku mirov ji xwe dûre.

Hevalno. Ez ji xwe dûrim. Hun ji xwe dûrnekevin.


siyamed@hotmail.com 



 

     

 

 

                        

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1