ji bo giyanê Mihemed Uzun.
mîvana bê çax û dem:
tu ne berfî nejî pûkî ku; di zivistanên har
û dijwar de. di roj û çeleyên qeşayê de ;heval
û hogirên xwe ji te biparêzim. ewrên reş û
tarî min bi te hayedar bikin.
serma tûj û birûskên ronak bibin nîşana
nêzîkbûna te.
rengê te li ser rûyê zemînê hatina te
bereder bike.
Tu ne lehiyî ku di rojên coş û tengirandinê
de. dîwar û çeperan di rûyê tede bilind
bikim û berê te ji ser riya canên Ciwan
dagerînim.
tu ne bayî ne bahozî ku ez di payîzan de, bi
weşandina pelên dara me ya tûyê re ; pêjn û
hesta te bikim. çilmisandina meywe û
keskahiya li ser sîngê Vê deştê bibin berbî
ji serdana te re.
geroka bê soz . amadeya ne xuya:
tu ne şevî ku ez civanên li ber agirdanê di
zivistanan de. rûniştinên Li ser banan di
havînan de , di nîvî de biqurçifînim da ku
hewildana te têkve bibim.
nejî berbangî ku berî zelalî têkeve zikê
Ezmên û deng bi lawirên gundê me keve ,ez
herim dost û hogir û dildarên xwe ji xew
şiyar kim û hema ramûsanên xatirxwestinê li
ser rûyê wan bikêşim.
tu ne çiyayî ku ez pişta xwe bi te dim û
konê Ciwaniyê Ji te dûûûr Li zozanên jêrîn
vegrim .
nejî newalî ku şikeftên çiyayên bilind ji
xwe re bikim lûs û war û nehêlim ku destê te
zû bigihe min.
tu ne agirî ku ji bo vemirandin û
melûlkirina te çareyan peyda kim. xwe
bavêjim dest û lingê Baranê da ku tîna te
vexwe . te bike kumçek ax î reş weke rûyê te.
tu ne avahiyekî ku bumbeyan di hinava tede
biçînim û te ji hev tar û mar bikim.
tu ne dengî te bibihîsim, ne birûskî te
bibînim, ne kerasî te ji xwe bikim.
ey giyanê sik û sar:
tu ne ewî nejî evî . tu çaleke hezar devî.
xaçikên teng û tarî hildibjêrî . ji rêçên
rast û berfireh tu direvî.
bi dizî xwe berdidî tamaran
xwîna xewnên xweşmêran di bêhneke kor de di
rejînî .
bi hezar hezaran omîd û hêvî û pilanên biçûk
û mezin di gewriya xwe re derbas dikî bê ku
guh bidî lavlav û bergeran .
ma qet dawî li bitriya te nayê; Serdanera
xwîn giran .
em pir caran te jibîr dikin ,ê tu kesî jibîr
nakî. ne pîr dibî, ne diwestî .
piyala xwe bi ser her zinîlek î ve dikî.
wek beyabaneke tî her hebûyî ji bo mêtina
xweşiyê . her heyî ji bo talanê. dê her hebî
;her ku jiyan heye.
tu nebûna her jîndarî.