Tîjik kirîme,
bi wê xêza,
bijiftî,
di ji hevcudakirina,
hevdîtin û ji hevdûrketinê de.
li ber piyê,
wî asoyê, konik kirî,
li ser destê,
hilatbûna sibêdin,
veciniqî,li ser qêrîna,
lêvin zuhabûyî
ji bê mêtina sîngeke,
bel bûyî ji himbêzkirina,
wê bihnê re.
ber bi bejna,
vedengdana,
gerdena,
asêbûyî di nav lepên çirisandinê de.
çavin zerwilî,
ji pîvana,bergihabûnin,
di hêwîbûna,
movikin firkandî de.
li xwe digerîne,
têrnebûna,du pelo...
ji şîrvekirina,
bînayiyin,belqitî ji çêrandinê.
ber bi xwe ve,
di hejîne,
noqa cihin,
çikandî,
di kabokên,
sînorin,
rût,li ber êrîşin,
fistiqî,ji serpêçiya,
bêrîkirinê.
li tenişt,wê navtêdanê,
şopin,xwarûpêçkan,
bi şûn rûdêmê xwe ve dihêlin.
bihna,fîkandinê zelaliyê,
ber bi wê mêbûnê ve,
pûçayiya, wê huneriyê
di zumêniya,
xewnê re dibe.
li ber di serebirina
wî destî,
kedî dibin, wê germahiyê...
demkokin,
rep,ji bînvedana kenê te...