
Li Amedê roja cejnê ya duyem taxa Deriyê
Çiya(Dagkapi) ji hêla komaleya alikarî û
piştgiriyê malbatên nexweşên SSPE’yê
çalakiyakiya bi navê Jİ ME RE CEJN TUNEYE
pêkanîn.
Di çalakiye de nêzîkî 500 kesî kom bubûn.
Malbatê zarokên nexweş, tevî zarokên xwe
beşdarî çalakiyê bûbûn. Zarokên nexweş jî di
konên ji hêla şarederiya Yenişehir hatibu
vekirin de li hevdu hatibune komkirin.
Serokê komaleyê Dervîş Demîralp xuyakir ku,
zarokên bi fermî li komaleyê qeydkirî 3
hezar û 150 kesin, lê mixabîn ji van zarokan
sedî 92 kes zarokên Kurdin (Amed, Sêrt,
Mêrdîn hwd.)yê li bajarê Tirkî jî zarokê ji
vir koç bûyin e. Demîralp wisa berdevam kir
“Êdî vegera van zarokan tuneye her roj
zarokê me li ber çav ême dimrin lê em
dixwazin berpirsyarê sedema vê nexweşiyê
derkeve holê û hesap bide û her roj zarokên
bi vê nexweşiyê zêde dibin, çima lêkolîn
çênabe, çima li ber vê nexweşiyê nayê girtin.
Zarokême dimre wezareta tenduristiyê ya
Tirkî radikeve. Japonya ji bo vê nexweşiyê
xebat çêkiriye û dermankirina vê nexweşiyê
de pêşve çûnin çima wezareta tenduristiya
Tirkî bi wan re nakeve têkiliyê.”
Parlemenê DTP yê Amedê Selahattin Demirtaş,
Akin Birdal û Fatma Kurtulan ji Beşdarî
çalakiyê bûn. Demîrtaş di axaftina xwe de
xuyakir ku wezareta tendustiriyê di pêşî de
ev xeta xwe qebûl nedikir lê niha dibêjin
sedema vê nexweşiyê “derzîkirina sorika û
dozekeye”êdî xeta xwe qebûl kirin. Emê vê
mijarê bikşînin parlemento û çi ji destê me
de tê emê bikin.
Di çalakiyê de malbatên zarokan diwîzê li
ser “Ez jî dixwazim herim dibistanê, êdî
bila zarok ji nexweşiya SSPE nemirin, min ji
nexweşiya SSPE xelas bikin, zarokê me dimrin
wezareta tendustiriyê radikeve” nivîsandî
hilgirtin. Çalakî bi helbest û stranên
dayika qediya. Di helbest xwendinê de
mirovên beşdarî çalakiyê bûn gelek demên
hestiyar jiyan û hêstrên çavê xwe nikanîbûn
bigirin.
Dayê ma cejin hatiye?
Çima nikarim şekir bixwim?
Çima cil û bergê minê cejnê tuneye?
Ez jî dixwazim bileyzim û strana bibêjim.
Lê nikarim rabim…
Min ji vê nexweşiyê xelas bikin…
Nexweşiya SSPE(Subakut Sklorezan
Panansefalit) çiye: Ev nexweşî zarokên
temenê xwe û biçûk de bi sorika bikevin tê
xuyakirin. Ev vîrûsên sorika di laşê wan de
dimîne û di demê de digihije mejî, ev dem di
nav 1 û 10 salan de dom dike, yanî zarokek
yeksaliya xwe de sorika derbas bike dikane
10 salê din bi nexweşiya SSPE
keve.Dermankirina vê nexweşiyê tuneye hew ji
bo pêşve neçe hinek dermanên hawirde heye.
Pêşveçûna vê nexweşiyê bi 4 dewra pêk tê:
Dewra 1.:Jibîrkirin, Hêrsokî
Dewra 2. :Ceniqandin destpê dike. Bi tenê
nikare xwarinê bixwe.
Dewra 3. :Nexweş bi nivîna tê girêdan. Di
poz de bi mayî tê xwedîkirin.
Dewra 4. :Nexweş dikeve komayê û ev koma
dikare bi salan berdewam bike û bi mirinê
dawî dibe.