Çirkeyek ji bîranîna te ,
canê min bê hiş diket .
Destên min bigre
Di xeyala min da ,
Herê mezin dibî
Hera biçûk dibim
Te bêhn dikim , mest dibim
Biyabanên li vêre dibê baranin
Welatekê sar , bijaleya me têr naket
Hemî êvaran
Zengilên esmanî hişyar dikem
Da xudê eşqa te di cane min da zîval biket
Gernejînên te hêv bikim .
Di xewnên dûr dûr mijgulek di gevçikê kewnê
di Awêz dibin
Xuyeka şêt ….!
Di gundê çavên te da
Aram giryam
Neşêm te ji bîr bikim
Tilên te ,
Li her qulaçkeka jîyê min ,
Dastanek tomar kiriye .
Pirrim ji te
Çend caran nivêjê li te bikim ?
Çend caran xeyala xwe bi piyasên me yên bê
deng , reng bikim ?
Min ne vêt xewna bibînim
Zulîlbilîlkana tizbîyên dapîra xwe
bihejmêrim
Çîroka bo xudê bi vehînim
Destên min bigre
Pirr bibî ji min
Pir bibî ji eşqê
Cizmên xwe tijî stêr bikeyn
Renga têkel bikeyn
Eşqê bidizîn û di berîkên xwe da veşêrîn
Gemîyekê çê bikeyn
Û ji welatê sîberan biçîn
Arda * bidizîn
Û
Rajêrka wî li ser sîngê Arşo * dirêj bikeyn
.
Û li ser milên baranê mozîkê bijenîn û di
xew biçîn
30-31/3/2006
*Arda : firîşteyek e di ayînê zeredeştî da .
* Arşo : êk ji serkirdên dewleta Mad bû .
Amina_zikri@yahoo.com