Çi qerîn û talaneke bilez,
Ev çi bû..
Çi kulîlkin nû bişkivî, kuştin bi gef
Kîna kê di zikê we deye,
Ey xwefiroşê pêlava Nijadperestin bê
Bext û rûreş.
Evin …yê dibin çengê xwe de,
Xwêdana dîrokê ,digvêşin
Ta binivîsînin rûpelekî ne xwendî
Di hişmendi ya demê de
Bi hers dibin xewnin me
Giran buha dibin tevzînokên, sirûdên me
Evîndari ya memo xwe dirêse,
Di sînga pakrewanên te de
Ey Avdara dilgerim û şewata
Ey dilvîn û revîna ciwanan
Ma….ezê çend caran,nifir û nefretan li te
bikim
Ma….ezê çend caran,te, tewan bar û bêkêr
bikim
Ma….ezê çend caran,pêşwazî û pîrozi ya te
bikim
Ji bo
Serhildanan
Ji bo
Şoreşan
Ji bo
Komara qaziyê ,ne tebitî di goristana rengê
te de
Û
Şêx Se,îdê darvekirî , di Mihraba mizgeftê
te da
Ji bo
Seyda yê Berzanî…yê têr bihna çiya yê te
Û
zarokti ya xwe şa nebû
Ji booooooo
ŞÊXÊ Şehîda….yê dev li ken û xewin qurmiçî
Di zikreşi ya celadê roni yê
Ji bo
Pakrewanê 12 avdarê….yên xwe qurbanî sînga
te kirin
Bê xatir xwestin ,ji himbêza ciwani ye
Ber bi ezmanê te ketin,
Bûne qublename ya berbanga ,
Rojnivîsa armanca li ser aso yên dilbijok
Û
Rêtengiyê bidin Diktatorê wekû SEDAM ta
bibin hevalê
Qolmişka,
Û
Tirsê veşêrin di goristana Be,esde
Evin sêwî û perîşanê te,
Ey welatê min
Evin Berxê kêrê,
Bûn Beranê çerxa bîst û yekê,
Û
Hejî dest pêke
Gelo we kengî
Dawî li malwerani ya me bê!!???
2005