Dibe nivîsa herî zor ew be,
ya ko mirov kesayetiya wî yê li ser binivîse
binase.
Ji xwe dema ko yên dinivîsê û yê li ser tête
nivîsîn, ji yek deverê bin...
Çawa dê nivîskar xwe dûrî hêla emsiyonel
bike? Dibe ji metodeke nivîsînê bo ya din
cuda be.
Li vir du nerîn, an jî liberçavdîtin hene:
1. Xwêner weha tê bigihe, ko ev nivîs mîna
erkekî xizmayetî ye û çepiklêdane bo hev.
2. Ji hêla nivîskarê pirtûkê ve, bi rengekî
bête têgehiştin, ko tiştên kesayetî derbasî
nivîsê bibin. Dibe jî weha mîna peyva kurdan:
„ Geyayê hewşê tehl e“ bête fehemkirin.
Ev be, yan jî ya din be, dê pêkolê bikim,
xwe dûrî akam û kartêkirinên ji derve li ser
deq bikim û dê bi şêweyekî bihingivim
çîrokên vê pirtûka bi navê Kelevajî.
Kelevajî, pirtûkek kurteçîrokan e, nivîserê
wê rêzdar Kamîran Haco ye. Pirtûk ji nav
weşanên weşanxaneya Avesta ye, ko li sala
2001, li Stenbolê hatiye çapkirin.
„Kelevajî“, ji 14 kurteçîrokan pêk têt,
babetên cuda cuda, rûdanên cuda cuda û
buyerên cuda, li pêşberî xwêner datîne û wî
bi xwe jî derbasî rewşên cuda dike.
Ji bo ez pirr li xwênerên hêja dirêj nekim,
em, pêk ve werin nav jiyana wan lehengên
belengaz, lê ta dawî mêrxas, bi rûmet û
kezebşewitî û welathez ji hêlekê ve, ji hêla
din ve jî fîgûrên Qabîlane, bêzirav, pirbêj
û bêwate..
Sernav û nîşana vê pirtûkê, sernavê
kurteçîrokekê ye, ko di pirtûkê de heye.
• Stêrka Rijiyayî:
Ev çîrok bi xwe, serxt û binxetiyê û
susretên ko di pey danîna sinor û tuxûban re
hatine, nîşan dide. Lê ji wilo bêhtir, behsê
irf û tîtaleke civakî pir nexweş dike, ew jî
anîna jinbirê, piştî mirina birê ye. Di vê
çîrokê de, Pêşo evîdarê Nazê, keçka gundî
ye, dilê wî mişt evîn e û xortekî dilgerm e.
Suruşt jî wek bayê serê wî, hînkayiyê belav
dike. Ji bo babeta çîrokê were qada nivîsê,
vebêjer dest bi monolojeke bêpeyv dike û
birayê wî Qenco tê bîra wî. Li vir, dîmenê
nexweşiyê hin bi hin derbasî derûnê wî dibe,
ta dengê teqîna mayîna ser sinor hate guhê
wan. Jina wî Qenco jinbî dimîne. Li vir
çîrok derbasî werçepeke nû dibe. Bavê Pêşo
ji pêşo dixwaze jinbira xwe meher bike, da
namûsa wan, li ba wan bête parastin. Pêşo di
civateke Paşdemayî de ye, bav xwediyê her
biryarekê ye. Biryar tête wergirtin, Pêşo
mecbûr dikin, ko bi jinbira xwe re, ya
digotiyê keko, bizewce. Pêşo, dinya li ber
tarî dibe. xewna wî ye, ko Nazê bibe hevsera
wî. Roja jinbirê lê meher dikin, ji malê
derdikeve, ew jî berê xwe dide sinor û mayîn
pêde jî dipeqe.
Di vê çîrokê de, Nivîser, çend qunaxan re
derbas dike.
1. pesnê suruştê, ko nîşana xewn û hêviyên
Pêşo ye.
2. bîrhatina, ko birayê Pêşo Qenco serxet
bûye, û rola vê serxetbûn û binxetibûnê di
birîna têkiliyên di nav kes û karên deverên
li ber sinor „ Dagîrkerî“
3. Birayra bavê û irfên civatê ( Civaka
paşketî).
4. Nepejiranda biryarên civaka paşketî.
Di van qûnaxan de, dibînin, ko nivîskar,
siyaset, civaka patryarkî û xwestina
avakirina civakeke din, pêk ve derdixe qada
nivîsînê û deqê xwe jî bi vê hevokê bi dawî
tîne: „Rondik bi melûlî bi ser hinarkê rûwê
wê de herikî…“ 1
• Kelevajî
Nivîskar, behsa mirovekî bi navê Evdo dike,
ko li yekî digere, kela dilê xwe li axaftinê
bişkîne. Fîgurekî din, ji gundê wî, belkî di
temenê wî de, bi navê Hesê li ber dîwarekî
bi tenê rûniştiye. Jiyana xelkê gundan, çûn
û hatin, ji derve û bo gundî, qaçaxçîtî. Ji
bo lerz têkeve deq de, hindekî Hesê ji
axaftina pir nake, ew jî dako dijberiyekê di
navbera leheng û fîgurên xwe de peyda bike,
wate ji bo zemîn bo diyalogê xweş bibe.
Mebest ji vê yekê mentelîteyên cuda cuda ji
komelegehê diyar bike.
„- hey xwedê rihê te bistîne..,….., ma ez
kufirîm ku me pirsek ji te kir…
Û bi tundî rabû ser xwe û bi lez meşî…Lê
Evdo bi xwîna xweyî sar…., hêjî diwest
çîroka xwe dewam bike“2.
• Şagitê jîr.
Ev çîrok, li ser berbendkirina zimanê kurdî
li dibistanê ye, behsa zarokekî kurd bi navê
Azad dike, ko mammoste ji ber zîrekiya wî
hez jê dike. Azad ji gundê xwe ber bi
gundekî din ve, her spêde diçe xwendegehê,
ji ber xwendegeh li gundê wan nîne. Lê Azad
nikare têbigihe, ka çima ew bi zimanekî din,
li xwendegehê dixwênin?!. Ev pirs hişê Azad
ê şagirt li hev dixe. Azad li derfetekê
digere, ko ji mamoste bipirse. Pirs bi wî re
radiziya û hişyar dibû, ta derfetek dît û ji
mamoste pirskir. Lê Mamoste..; pê dikeve,
lêdixe, wî birîndar dike. Azad û hevalên xwe
sedema vê refleksa mamoste nasnekirin.
Li vir, sîstema bicihkirina mamosteyên xwedî
bîr û rayê şovenîst, li deverên Kurdistanê,
diyar dike. Wisa, awayê têramana xelkê, di
rêka şagirtê jîr Azad re, ko wî cureyê
neheqî û zulmê û nenaskirina nasnameya mirov
ên din, yên ji neteweyên cuda, dide
xuyakirin.
Mebest ew ye, ko siyaseta asilmilasiyonê ji
kevnesalan ve û ta roja îro berdewam e.
Di vir de jî, dîsan 2 bîr û ra diyar in: yek,
dixwaze, miletê kurd, xwe di rêka mamoste re
û zimanê xwe jibîr bike. Ya din, ya şagirt,
pê hest dike, ko neheqiyek hey. Azad, li vir,
bi wê bêgunehî û savayiya zarokaniya xwe,
pirsê gerim dike.
• Dilpakî:
Li gora nivîskar î dibêje, wî ev çîrok li
ber seqa çîrokeke, ko ji êzgeya dengê
Emerîka bihîstiye, vehûnaye. Ev çîrok li ser
civaka Sûriya û rewşa karkeran e, ka çawa ew
karkerê bi rûmet û nebertîlxwer, di rewşeke
xerab de dijî û cil û bergên qetiyayî para
wî ne. Bedil û turmbêl û qesr û qûnax, yên
wan in, ko melaqî, dizî û bertîlxwarinê
dikin.
Cengîr, karekî dilsoz e.Li kolmelgeha şêkir
kar dike. Di mala Cengîrî de, dema tê malê
şekir tune ye. Ev e, halê belengaz û
dilpakan.
Dîsan duberekî di vê çîrokê de, di navbera
bertîlxwer û yê durust de, di navbera yê
dewlemend û belengaz de, di navbera yê xwedî
bîr û bawerî û yê keysbaz de, diyar dibe.
• Hêvî.
Çîroka hêvî, li ser Kalekî e, ko hindek
mêvan, dawiya şevê li dergehê wî didin- „Telebe“.
Piştî dergehvekirinê, wann nas dike. Ew ji
bo welat, xebatê dikin, di gel wê jî
gazindên xwe ji wan dike, ko di demên zor û
zehmet de, wan pişta miletê xwe berda.
Xwarinê dide wan. Ew jî li ber êgirê dadayî,
cil û bergên xwe zuha dikin. Di guft û goya
di gel kalo de, telebe soz û peymanê didin
ko vê carê terka çiyayên welatê xwe nedin,
ta mafê kurdan bi dest neêxin. Ev sozên wan
hêviyê bi kalo re çêdike. Bi çûna teleban
re, nîvkenek, xwe li ser qermîçonkên rûyê wî
nîgar dikin. Duqoliya bîr û hizrên vê çîrokê
ji,man û reviyanê, xebat ji bo maf û şerê
dagîrkeran, dibin sedema peydabûna hêviyan
li ba kalo û diyalog dibe sedema dana soz û
peymanan ji hêla şoreşger/Telebe ve.
• Mêrxasiya Silo.
Mirovekî gundî, temenê wî 70 sal e. Xalê
Silo dikeve nav bîranîn, xewin û pesnên xwe
de. Xalê Silo, li her civateke rûdine, behsa
mêrxasiya xwe dike. Genc û zilamên gundî,
rojên xwe derbas dikin. Çîrokên xalê Silo bi
wan xweş tê. Di dawî de, zilamên hukumetê (Muxaberat),
tên xalê Silo, dibin û wî têr lêdan dikin.
Xalê Silo jî, dema wî azad dikin, xwe tavêje
destên wan bo biramîse…
Di vê çîrokê de, vebêjer/nivîskar, dixwaze
bersiv li ser buyerên ko diqewimin, bêne dan.
Ev pirbêjiya xalê Silo, dikare mîna
navtêdanê jî, bête têgehiştin. Wisa diyar
dibe, ko dezgehên hukumetên serdest in, her
tiştî, devgem dikin û qet qebûl nakin, ko
mirov di malên xwe de jî, behsa xwe bike,
xwe mezin bike. Tenê di wan welatan de,
serok heye, serok yê mezin û cihê pesinan e.
Lê ji hêla din ve, gotin û kirin ji hev têne
xuyakirin.
• Destgirtî.
Biryarwergirtina mirovên xwedî vîn û pileyek
zanebûn giring e. Di vê çîrokê de, 2 kesên
sereke ne, wate du fîgur in, yekî birayara
xwe wergirtiye, ko ji bo welatê xwe, bo
şoreşê, bo azadiyê, berê xwe bide çiyê. Yê
din dudil e. Ji hêlekê ve, peyvên bavê wî,
ko dixwaze berê wî bide leşkeriyê.- Li gor
bav, yên leşkeriyê bi dawî tînin, dibin mêr-
Ji hêla din ve, evîna wî (Sosin), ko dixwaze
bibe hevsera wî. ( Bavê wî sozê dide wî, ko
xelas bike, dê Sosinê jê re bixwaze). Hevalê
wî, bi peyvên xwe, şoreş, azadî, xebat,
welat, kartêkirineke mezin li derûna wî
dikir. Wî jî, dixwest mîna hevalê xwe bibe
xwedî birayr. Di dawiya çîrokê, ko dixwaze
were malê. Lê ji dêvla were iznê, termê wî
bi ser dê û bavên wî de tînin û ji wan re
dibêjin, ko bi buyerekê hatiye kuştin. Lê
xebat ji bo welat berdewam e.
Ceng di vê çîrokê de, di navbera yê xwedî
biryar û yê dudil e. Ceng e, di navbera
awayê nû ji jiyanê, ko mirov bi xwe xwedî
biryardanê be û mirovê biryara wî ne destê
wî de be. Ceng e, di navbera jixwebawerî û
jixwenebaweriyê, di navbera rêka rast û ya
nerastiyê de.
• Bajarvanî
Çîroka xortekî ye gundî, ko bar dike û li
bajêr bi cih dibe. Demeke gund nedîtiye,
bêriya gund û kes û karê xwe kiriye. Diçe
gund û li wir dixwaze, xwe wek yekî
bajarvanî bide diyarkirin, - Spêdeyê qehwê
vedixwe û naxwaze taştê bixwe. Lê di liv û
bizavên wî de, di rûniştin û rabûna wî de,
berya hertiştî awayê hizirkirina wî, hîn ya
gund e.
Bizava xwerizgarkirina ji erfên gund, wek
armanc diyar e, lê nehêsan e û tiştên
seresere mîna vexwarina qehwa spêdê û
nexwarina taştê, mirov nakête bajarvanî.
Monoloja yê xwedîgirevî bûye bajarî,
diyalektîka di navbera rastiyê û nerastiyê,
wekxwemayînê û xweguhertinê de ye.
Mekanîzmên çîroknivîs bi kar tîne, mirov ji
hizran, digihîne sinorê ken. Erê bi qerf û
tinaziyan dinivîse, lê bi wan, rastî û
kêşeyên vê guhertinê, belo dike.
• Jiyan xweş e
Buyer li balefirgehekê digere, ko jinek bi
mêr, di gel xwişken xwe hatiye pêşwaziya
mêvanekî, ko dê ji geştekê bêt. Li
qehewxanekê rûniştîne. Li wir xortekî
levhatî ji, li ser mêza tenişta wan
rûniştiye. Diyar e ew jî bendewariya
mirovekî dike, ko dê ji sefer e bêt. Li wir,
çavên wan li hev rast tên, dilê wan dijene.
Bi awirên çavan, hest û nestên hev dixwênin.
Jina 41 salî û xortê nûgihayî, di gel ko
cara yekem e hev dibînin, lê dilê bo hev
lêdide. Balfir dideyne.Awirên wan li hev
dikevin û her yekî mêvanê xwe pêşwazî dike û
bi rêka xwe de diçe.Ew awir ûgermiya hestên
hundurîn, û kurpîna dil, di kûrahiya wan de
dimîne.
Ev çîrok tîtalên civaka kurdewarî diyar
dike. Kolmelgeh û civak maf nade jinê, ko
hestekî xweş pê re peyda bibe, ndema bibe,
bi mêr û zaro. Li vir çîroknivîs bi buyereke
weha xwestiya jiyana normal ya herkesî, wek
rasiya wê diyar bike. Eger çendî, li gor
sîstem û zagona civakê berbend e, lê rastî
ew e, ko her mirovek, çi jin, mêr, xort û çi
kal, dema hest dilive û dilê evînê dike
kurpên, êdî çu dîwar û sinor nikarin, wan
hestan vemirînin û wê kurpênê rawestînin.
• Xewneke xweş
Buyera palên pambû, yên wan qîzên gundê
Maşoqê, rojavayî kurdistan, nêzîkî bajarkokê
Tirbespiyê, kartêkirineke mezin li gelek
xelkê kiribû. Ji wan jî, nivîskarê vê
berhevoka çîrokan, ya ko em behsa wê dikin.
Çîrok weha ye, ko qîz û keçên kurdan, ji
belengazî, mecbûr dibin, herin liqatê,
pembûçinînê. Spêdeyekê, berê sibehê, jin bi
pîkabê diçin û kamiyonek li wand dixe. Qîzan,
di gel xewnên wan dikuje. Nivîskar, çend
babet û avahiyên biçûk di çîrokê de ava
dike, mîna evîn, ciwanî, berpirsiyariya wan
li hember malbatê, dako tevna çîrokê
bixemilîne, xwêner bi xwe re bigihîne wê
xemgîniya, layiqî wê susretê. Li hêla din,
rewşa aborî ya xelkên herêmê diyar dike. Ji
bilî wê jî, awayê jiyana xelkê deverê, wek
heyî vedihûne.
• Bextreşî.
Hemo pir ji Elî hez dike, behweriya wî
bêsinor pê têt. Herdû ne di yek rêxistinê de
ne. Hemo di gel 15 kesan êrîşî qereqolê
dike. Vêca ew qereqol ya kê ye? Pirs li vir
e.Ji xwe eve trajîdiya kurdan, ji sedê salan
de ye. Bira, bira dikuje. Bi hêsanî dikevin
pîlanên û davên dijminan de. Berjewendiyên
nehezên xwe bi cih tînin. Çîroknivîs, wan
herdû fîgurên hevtemamker, lê di eynî demê
de, dijberîhev, derbasî tevna çîrokê dike,
dako susretê bigihîne, sinorê dawî ji qerf,
mixabinî, bêpersiyarî û kembaxiyê. Li dawiyê,
yê fermana işkencê dide, dostê Hemo yê
pêbawer, Elî ye. Êdî bextreşî û malxirabûn,
êş û gomana Hemo destpê dike, mezin dibe.
Baweriya wî bi xebatê kêm dibe. Elî biryara
berdewamiya işkencê dide. Nivîskarî xwestiye
ev çîrok, protestoyek be li dijî her yekî
kurd, ko şerê birayê xwe bike, çendî bîr û
baweriyên wan ji hev cuda bin.
• Egal
Di çîrokê de, Kamîran behsa tîtalekî dike,
ko ketiye nav kurdan de. Danîna egalê li ser
destmalê, ne ji cil û bergê kurdan e. Min bi
xwendina vê çîrokê, tola gelek salên nexweş
yê çûyî, bi ken hilanî. Baş bû, kesekî ez
nedîtim, dê bigotaya ev mirovekî şêt e.
Çîroknivîs li ser zarê lehengê xwe dest bi
pesin û erêniyên egalê dike. Dema dikeve
zindanê, egal dibe çekekî, li dijî wî, têr
lêdan dikin. Di nav re, xwediyê egalê tîne
bîra xwe, ko bav û kalên wî kom û koloz
didan serê xwe. Di çîrokê de, nivîskar rola
oldaran, di derbaskirina tîtalên biyanî
diyar dike û wan tewanbar dike.
Vebêjer, pîvanê di navbera başî û xerabiyên
egalê de dike. Li dawiyê, ko ew bi xwe
ziyanê jê dibîne, êdî nema sûde dike. Li vir,
çîroknivîs, ev simbola biyan, kirye behane,
ko tiştekî giring bibêje, beriya mirov
karekî bike, pêdivî ye, li pîvanên xwe baş
bikole, dako li karê kirî poşman nebe.
• Bijî Kedxwarî
Selîmo, lehengê vê çîrokê ye, biraderekî li
binxetê, xebatkarê partiyeke siyasî ye.
Selîmo kar û barê xwe yê siyasî, li nav
gundiyan dike. Berpirsiyariya wan dike.
Camêr xwedî nav e, bi ziman e, xwedî
tiyoriyeke baş e. Di danûstendinê û
rêvebiriyê de, dikeve hin şaşiyan. Bi
duçerxê xwe (Piskilêt), li gundên pê ve
girêdayî digere. Hêviya wî, piştî
bidawîhatina civînan, xwarineke xweş bixwe.
Xwarina xweş moral dide Selîmo, ko xebatê bi
hêz bike. Lê vê carê, Selîmo, mêvanê
xebatkarekî ye, ko neamade ye, mirîşkên, ko
debara malbata wî li ser e, bide mêvanê xwe.
Selîmo tore dibe û dixwaze bi fen û fûtan û
bi navê programa Partî, goşt bixwe. Çinaro
yê belengaz û xizan, ji ya xwe nayê xwar,
tenê mast û hêkan pêşniyar dike.
Çinaro, li Selîmo vedigerîne, û dibêje: „ Bi
rastî min progama partî ne xwendiye, lê min
zanîbana programa partî wisa ye, ez
nediketim partî de…“ 3
Piştî demekê nameyek ji serokatiya partî tê
û Selîmo ji partiyê tavêjin, bi sedema ko ew
li dijî pêşketinê ye.
Ev çîrok nameyeke, an jî mîna waneyekê ye,
bo serkêşiya tevger û endamên wê jî, ko
xebat, li ser bingehên zanistî û moderin
bête kirin, dûrî berjewendiyên kesayetî û
xwenepixandinê.
• Leheng
Çîroka lehengekî kurd şoreşger e, ko ji
çiyayên welatê xwe hez dike. Şîreta kalkê
xwe tîne bîra xwe. Li wir, li ser wî çiyayî,
pirsên berê, yên ji kalkê xwe dikirin, têne
bîra wî û ji nuh ve, di keser û axînokên
kalkê xwe digehe. Li çiyê azadî heye. Li
hêla din jî xebata ji bo welatê xwe,
parastina xaka xwe û bidestxistina mafê
miletê xwe heye. Di tevna çîrokê de, lehengê
bênav, bi kuştina leşker dilteng dibe. Xeyal
di hişê wî de, digerin. Dibe hindek ji xizim
û malbatê, an jî dezgîra wî, bendewarê wî
bin. Mixabiniya xwe li hember wî şerê li ser
wan ferz bûye tîne. Çi bike? Eger wî ew
nekuştaye, dê leşker ew bikuştaye. Di dawî
de, dema şerê xwe dikin, li derdora qereqorê
kom dibim, birîndar dibe,.. şehîd dikeve. Li
ser rûpelên kaxezên wî, peyva Aştî hatiye
nivîsîn…
Bi giştî ev in naverokên çîrokên berhema
pirtûka kelevajî ya Kamîran Haco.
Tevin û tevngirêdan, vebêjî û forma wê,
ciwanî û bingehên wan çi ne? Dixwazim bi
xwendinekê bihingivin wan û pêkolê bikim, ko
çirûskekê bavêjin, nav tariyê, belkî êdî bi
xwendinên din, ji hêl û derdorên din, ji
tariyê, ronî bizê.
Di şirovekirina çîrok û vebêjiyê de, mirov
dikare bi gelek rêbaz û metodan, lêkolînan
bike. Piraniya çîrok û romanan, li ser du2.
rêbazan hatine şirovekirin ew jî ev in:
1. Şirovekirina civakî, mebesta wê wek li
nik Lukács û Goldmann, ko hevahengiya di
navbera struktûra tiyorî û struktûra civakî
de, diyar bike.“ Homologie der Struktur
2. Rêbaz, an jî xwendegeha şirovekirina
derûnî, bi hemî şaxên xwe ve „Freud/Lacount/C.G.Jung.
Ev tiyorî, giraniya xwe berdide, ser
tiyoriya ne Hest“théorie de l ,inconscscient,
ko struktûra edebî, wek xîtabeke zor î
çarçefkirî ya nehestane. Nimûne bo vê yekê
lêkolîna Freud li ser pirtûka Jansen „Kradîva“
û ya Lacount li ser çîroka d, Edgar Poe ya
bi navê Nameya hatî dizîn“
Dema mirov bixwaze, deqekî şirove bike,
giring e ew nîşan û kiryarên hundurîn yên
kirdeyan li ber çavan bêne dîtin. Ew jî bi
sê rengan diyar dibin: „
1. Nîşanên kes, cih û demê
2. Çiloyiya vegotinê „çespandin, behwerkirin,
dibenabe û goman“
3. Nîşanên nêrînan, ko bi nerîna vebêjer ve
girêdayî ye.“ 3
Xalên liserawestan pêdivî ye ev in:
1. Forma vebêjiyê
Di pirtûka li ber destê me de, Kelevajî,
Nivîskar bi xwe vebêjer e. Lewra pêdivî ye
em bizavê bikin, ko têgeha Vebêjiyê li ser 2
xalan vekin:
• Çîrok, ko buyerên taybet û guncayî bi xwe
ve diigirin.
• Pêdiviye rêka vebêjiyê bête destnîşankirin.
Li vir, nivîskar e, yê behsa buyeran dike,
cih û deveran destnîşan dike.
Nimûneyek, ko nivîskar ne vebêjer be, tune
ye, ji bilî, dema dibe diyalog, an jî
monolog. Ji xwe:
„Vebêjerî regezê bizava demê di vegotinê de
ye, pesin alavek û, wêneyê cih dadimezirîne.
Du biyavên vebêjiyê hene :
1. biyava serrast. ( Dem, vegotin û tendensa
demê diyar dike).
2. Serjêrî. (Biyava ko cih destnîşan dik û
hemî tê de digerin.
Û di yekbûna herdû biyavan de, valahiya
„Space“ çîrokan ava dibe“4
Di forma EW de, nirxê edebî û karîgeriya
ciwaniyê, di encamê de, deq destnîşan dike.
Eger nivîskar bi forma sêyan EW çîrokên xwe
binivîsîne, tê wê wateyê, ko dê bi 2 rolan
bilîze û 2 erkên wî jî hene- Li ba Kamîran,
erk û rol di nav hev de hatine buhujtin- ko
jê re dibêjin: („ Form of dopple Perspektive
( Knower and Sayer)“ wate zanewer û vebêjer
, da bikaribe hoşyariyê bide û bibe berdevkê
xwêner.). 5
Nimûn: „ Bi vî awayî Cengîr karê xwe bûrand……Cengîr
gelekî westiya bû û birçî bûbû. Deriyê malê
vekir, roniya çirayê da rûwê wî…. Û
nedixwest jina xwe ji xew şiyar bike….Pîreka
wî ser xwe ji nav nivînê rakir derxist û
bangkir:
- Cengîr, ma te xwarin dît?
- Belê min dît.“. 6
Eger em ji xwe re li vê nimûneyê temaşe
bikin, dê bibînin, nivîskêr li ser Cengîr
dinivîse, wek ko ew bi xwe ye û hemî tiştî
jê dizane, tanî ko dizane, ka çengîr çawa
hizir dike. Çawa dûrî fen û fûta ye, çawa
naxwaze jina xwe ji xew hişyar bike. Bi
peyvekê nivîskar, dibe vebêjer û dibe xwêner.
Di gel ko xwêner dikare weha jî bibîne, ko
nivîskar wek dixwaze, deqê xwe bi rê ve dibe
û kartêkirina xwe li lehengê xwe dike. Fîgur,
dibe berik di destê nivîskêr de, wî li gor
idolojiya xwe dibe û tîne. Eger em ji hêleke
din ve temaşe bikin, dema vegotin dibe
diyalog, forma vebêjiyê tête guhertin û em
li hember deqekî dînamîkî radiwestin. Êdî
mîkanîzma liv û tevgerê, ta bi asoyên dawî
vedike. Wisa jî, rêkê li ber deqekî asofereh
vedike. Deqekî bêdawî, an jî bi dawiyeke
vekirî, bêdumahî, li ber xwêner dideyne. Ji
xwe Dînamîkiya van kurteçîrokan, di
dawîlênehatina wan de ye û nimûne jî :
Stêrka rijyayî“ Rondikek bi melûlî bi er
hinarkê rûwê wê de herikî…“ 7
Kelevajî „Hêjî dixwest çîroka xwe dewam
bike.“8.
Şagirtê jîr“ Ji xwe re digot çima mamoste ji
ber pirseke piçûk bîna wî teng bû, bi vê
dijwariyê lêxist..?!9.
Deqê vekirî, xwêner dike beşekî bingehîn ji
prosesa dahênanê û wî bi çîrok û serencamên
wê ve girêdide.
J.Habermas dibêje:
„ Vebêjer ê EW, buyer, mijar, cih û demê
hildibêjer e, dinerxîne, bi me dide
hestkirin û wek dixwaze, jiyanê bi me dide
nasîn û li ber me-wek ew dibîne- nehêniyên
wê eşkere û diyar dike“ 10
2. Fîgur û leheng:
Leheng û fîgurên çîrokên pirtûka kelevajî,
fîgurên sade ne, xebatkar û têkoşer in,
karkerên dilsoz in, pale ne. Bi giştî, tev
ji civaka gundan tên, ji bilî Selîmo, di
çîroka Bijî kedxwarî de, û xwêner dikare
lehengên, çîroka Dilpakî û ya Bextreşî jî ji
bajêr li qelem bide.
Lehengên wî yên jin, di çarçefa evîna laş û
şikandina rêresmên civaka paşketî de dilivin.
Lehengên wî, mirovên di civatê de berhemdar,
lê ne karîger in, wate nivîser bi xwe bi kar
û erkên wan radibe. Fîgur, dema hest dikin û
diramin, li ber çavan têne girtin, lê wek
vebêjerekî bi xwêner re napeyive. Wate, ne
ew diaxive, li vir, xwêner êdî mecbûr dibe,
fîgur bi xwendina xwe bixwîne û şirove bike.
Lehengên pirtûka kelevajî, bi bawerî, jiyana
xwe, wek xwe, wek nivîser dixwaze, bi rê ve
dibin. Ji xwe, di dawî de, nagihin armancên
xwe, lê armancê bo nifşên din zelal dikin.
Ev xal siha xwe tavêje li ser hemî çîrokan û
atmosfêra çîrokan di valahiyekê de dihêle.
R. Jacobson dibêje:
„ Ev daxwaza Nivîskar/vebêjer e, ji bo
bihêzkirina huneriya çîrokê û gihandina wê
bo pileyeke bilind ji estatîkê“ 11
Kesayetî di çîrokê de, sereke ye, mîna
navend di şanê de.
Di hundurê wan çîrokan de, kesayetiyên
nesereke jî hene, rol û kartêkirina wan li
fîgurên bingehîn, mezin e. Ew jî di hundurê
bîranînên lehengan û monoloja wan de, diyar
dibin. Bo nimûne Kalik di çîroka Leheng de.
Sosin û hevalê wê yê çûyî leşkeriyê, di
çîroka Destgirtî de. Zarokên bi şagirtê jîr
e di xwendegehê de û…
Ev bi xwe babeteke bi serê xwe ye, mirov
dikare bi ferehî û li ser bingeha çarçika
Semiyotîk „ Carré sémiotique“, Ya Girîmas,
lê bikole, hinga hinga dibe babetek bi serê
xwe.
3. Cih û deverên çîrokan:
Mijar û babetên vê berhevokê, cihê wê,
valahî û boşahiya wê, destnîşan dikin.
Bi giştî, em, dikarin bibêjin, ko qad û
meydana lehengan, serxet û binxet e.
Hilbijartina vî cihî, û kirina meydana liv û
tevgera lehengên xwe, bi meremke siyasî ye.
Kamîran, dixwaze, di rêya kar û çalakiyên
wan lehengan re, giringiya deverê diyar bike
û ez dikarim bibêjim, dikariya ta radeyeke
baş ciwanî û giringiya deverê bi xwêner bide
qebûlkirin. Ne tenê pê bide pejirandin,
belkî wî berbi wê qadê ve bikêşe û sempetiya
wî ji qad û lehengan re bi hêz bike. Bi
wateyeke din, qad kiriye hêlîna idiyolojiya
xwe.
Derdor, cih, dever, di tevna çîrokê de,
regezekî pir giring e û bêyî wî nabe û..
“ Eger tevin û leheng, navend û kakilê şanê
bin, dever, ew Sytoblazma ye, ko kakil û
navend tê de melevaniyê dikin“ 12
4. Ziman
Wek me li jor nivîsiye, ji ber ko meremeke
siyasî, li pey wan çîrokan, heye- di gel yên
civakî, tîtal û nîştimanperwerî- û hatine
idiyolojîkirin, dê zimanekî weha di asteya
leheng û deveran de bî, dako bigihe merema
xwe û xelkê pê hişyar bike, an jî bi kêmanî
wan agahdar bike, ko metirsiyan li ser
jiyana wan heye.
Di destpêka çîrokan de, an jî di nav tevna
çîrokan de, pesnê dever (çiya), qîzan, kela
dilê evîndaran dike. Zimanê pesnê bi kar
tîne. Pesin nîşana cih e û buyer nîşana demê
ye. Di çîroka yekê de, her bi pesin dest pê
dike:
„ Hundurê odê bi ewrên wê roja buharî tarî
bûbû û li derve xunaveke hînik û xweş pê re
dihat, bêhna axê bi xwe re tanî“ 13
Li vir hevoka pesnê hevokeke dirêj e. Ev
xesletên pesnê ne, lê hevokên buyeran kintir
in, bo nimûne jî, her ji wê çîrokê û di wî
rûpelî de, ji ber ko karek dibe, aksiyonek
dibe, hevok
kurt e . „ Pêşo. Li ber pencera vekirî
rûniştibû û li derve dinerî..“
„ _ tu dibêjî wê qîma xwe bi min bîne? 14
Di hin deveran gelekî vebêjiyê dirêj dike,
bêy ko pêdivî pê hebe:
„Kalo, li qelevîska rûniştibû agir xweş
dikir, qermîçonkê rîwê kalo, nîşana
meznayiyê bûn“ 15.
Dema mirov dibêje: Kalo, xwe berya vê hevokê
jî diyar e, ko kal e, êdî pêdivî nîne, ko
weha deq û hevokan zêde bike. Ev ziyanê
digihênin deq, ji hunerî û ciwaniya pergala
buyer tê de, kêm dike. Ne tenê li vî cihî,
belê di hindek çîrokên din de jî, pergalê
dide diyarkirin û dîsan dest pê dike, ko
şirove bike û pesin vedihûne.
Di çîroka kedxwarî de, dîsan hevokên, ko
dibin barekî giran li ser deq, bêy ko sûd jê
hebe pergalê dubare dike:
„ .. Lê belê gotin tiştek e û kirin yeke
dine..Carna Selîmo dikeve şaşîna praktîk de…lê
di hêla teorî de tu caran şaş nabe..“ 16.
Dubarekirina pergalê, karekî nerewa ye, ji
ber ko hevoka pêşî, wateya zanîna bi tiyorî
û şaşiyê parktîk diyar dike.
Tişta herî balkêş, di vê pirtûkê de, gelek
ji wan çîrokan, bi hevokên yek wateyê bi
dawî dibin:
Stêrka rijiyayî „ Rondik bi melûlî bi ser
hinarkê rûwê wê de herikî.. 17.
Şagirtê jîr: „ xwîn diherikî.. çima mamosta
ji ber pirseke piçûk bîna wî teng bû û bi vê
dijwariyê lêxist..?!18.
Dilpakî: „ .. û pêre pêre hêsiran di çavê wî
re avêt“ 19.
Hêvî: „ ..roniya êgir dida rûwê kalo, hêsir
ji çavên wî dihatin û tevlî dilopên baranê
dibûn..“ 20
Ev bi xwe pêdivî bi tu komentaran nîne. Bi
vî awayî, hemî çîrok, forma deqê vekirî bi
xwe digirin. Dibe armanca nivîskêr têkelbûna
xwêner e û hestkirina wî bi êş û azarên
xelkê belengaz, yên şoreşger, yên dilpak e.
Her weha Kamîran di çîrokên xwe de, di vê
pirtûkê de, bizav kiriye, hemî regezên
çîrokê, ji dem, cih, leheng, buyer, vegotin,
form û naverok, di gel hev bike yek û hemî
pêk ve, bi erkekî rabin, ew jî xizmeta bîr û
behweriyê wî ne. Mirov dikare di hevokekê de
binivîse“ ji bo, welatê xwe, xebatê bikin,
çiya û deverên xwe bernedin“ . Di çîroka
Leheng de, siloganeke din hildide Aştî..“
Li ser vê xalê Baxtîn, bi xwe jî dibêje: „endazî
û strûktûra çîrokê watiya xwe ya gelemper bi
bihevrekarkirina hemî hûrbîn û regezan,
distîne“ 21.
Di dawiya vê pirtûkê de, çîroka bi navê
Leheng heye. Di vê çîrokê de, guhertin, di
behweriyên vebêjer/ nivîser de çêdibe û ber
bi aştiyê ve diçe. Awayê bikaranîna tevna
çîrokê û tevgirêdana wê, dişibehe tevna
romana Ulysses ya J. Joice û Çiyayê sihirbaz
ya Thomas Mann. Di herdû romanan de, em
lehengekî dibînin, bi xwe re diaxive,
bersiva xwe dide, monolojeke kûr e, lê xwedî
konsept e û di tevnê de, tayê konseptê diyar
dibe.
Di çîroka Leheng de jî, fîgurê çîrokê, ko
bênav e û bi mebest-wate leşkerê nepenî ye-
bi xwe jî hizir û bîran tîne bîra xwe û bi
taybetî, dema ko wî leşkerê, tê şerê wî
dikuje û dikeve mitalan de, çima min kuşt?
Belkî dezgîra wî, an jî xizmên wî bendewarê
wî bûn.. Li vir dest bi girêdana yekem ji
tevna behweriya xwe dike û di dawî de,
konspet jî Aştî ye.
Di şirovekirina derûnî ya C.G.Jung de, li
ser Ulysses, kesaytîkirina(narrativer akt),
fiilê/ karê vegotinê, motîv û formê vebêjiyê,
guftûgoyeke vekirî bi hev re dikin, tanî
dibin diyarok(diyardeyên berçav di hundurê
lehengan de û dibe „bixwebehwerbûna leheng û
fîguran bi xwe“ 22.
Li vir, ew monoloja bi leheng re çêdibe, di
gel ko şer dike, lê tenê peyva AŞTÎ li ser
her kaxezekê li ser deftera bîranînê wî heye.
Jêder:
1. Kelevajî, Kamîran Haco, Avesta, 2001,
Stenbol, R. 11
2. yê berê R. 15
3. بلاغة الخطاب وعلم النص د .صلاح فضل عالم
المعرفة 164 /ص99
4. Physiologie des Romans Nelly Cormeau. ji
pirtûka Wolfgang Kayser
“Wer erzählt den Roman“ Klotz Darmstadt 1965
R. 197.
5.. Theorie des Erzählens; Franz K. Stanzel,
UTB çapa diwem, 1982. R. 22
6. Kelevajî R. 22
7. yê berê R. 11
8. yê berê R.15
9. yê berê R 18
10. J . Habermas, Die Universalitätsanspruch
der Hermeneutik in
Hermeneutik &Ideologie-Kiritik. Frankfurt/M.
S.159 sal 1971
11. Die Typologie des Erzählers. B1.
S.346-392. Den Haag-1962
12. yê 4.
13. Kelevajî R. 9
14. yê berê R. 9
15. yê berê R. 27
16. yê berê R. 57
17. yê berê R. 11
18. Yê berê R. 19
19. yê berê R.23
20. yê berê R 27
21. نقد النقد، تزفيتيان تيودورف. ترجمة سامي
سويدان. منشورات مركز الانماء القومي. ص75
22. C.G. Jung. Typische Erzählungsituationen.
S. 142f
tengezarmarini_41@hotmail.com