Her ku
pirsa ziman û standadkirinê li Başûrê
Kurdistanê gur dibe, tayên metirsiya
parçekirin û jihevcudakirina kurdan zelaltir
û tirsnaktir dibin. Eger ev pirs bi vî awayî
pêş ve here û daxwazên tên kirin bi cî bibin
dê Gelê Kurd bibe du gelên cuda û bi du
zimanên cuda û belkî ev dabeşkirin pirtir
bibe û xwediyên her zaravayekî bibin
neteweyek serbixwe. Helbet e, ez peyva Gelê
Kurd bo hemî kurdistaniyan bi kar tînim ne
tenê ji bo kurdên Başûr. Gelê Kurd bi
zaravayên cuda diaxive lê ev cudabûn ticaran
nebûye asteng li hember hestên wî yên netewî.
Hejmara kurdan li gora jimartinên nefermî,
weha tê xuyakirin:
Kurdistana Bakur (Tirkiya): 15 – 20 miliyon
Kurdistana Başûr (Îraq): 6 – 8 miliyon
Kurdistana Rojhilat (Îran): 10 – 12 miliyon
Kurdistana Rojava (Sûriya): 2 – 3 miliyon
Li gora
zaniyarên zimên, ev nexşe li ser çar
zaravayan xwe nîgar dike. Herweha du alfabê
ji bo van zaravayan tên bikaranîn.
Mêcer Soane van zaravayan weha dabeş dike:
Kurmancî, Goranî, Lorî û Zaza. Kurmancî jî,
li ser dû pişkan dabeş dike jorî û jêrî.
Tewfiq Wehbî her weke Mêcer Soane zimanê
kurdî weha dabeş dike:
1- Kurmancî (Kurmancî jorî û Kurmancî jêrî).
2- Lorî.
3- Goran.
4- Zaza.
Dr. MacKanzie zimanê Kurdî li ser sê zaravan
dabeş dike:
1- Zaravê Kurdî jorî,
2- Zaravên Kurdî navîn - Ardelanî, (Hewramanî,
Silêmanî).
3- Zaravên Kurdî jêrî- (Goran), Kirmanşan,
Lek, Zengene.
Zanayê kurd Dr. Cemal Nebez bi vî rengê
jêrîn zimanê kurdî beş dike:
A- Dû şêwên bincî: 1- Kurmancî jorî 2-
Kurmancî navîn.
B- Dû sêwên tenişt: 1- Kurmancî jêrî 2-
komala şêwên Goranî-Zazayî.
Gîwî Mukriyanî zimanê kurdî li ser çar beşan
par dike:
Kurmancî, Goranî, Feylî û Hewramî.
Kurdistan Mukiryanî zimanê kurdî weha dabeş
kiriye ser çar zaravan:
1- Kurmancî jorîn.
2- Kurmancî navîn.
3- Kurmancî jêrîn.
4- Kurmancî navçeyî
Zimanê yekgirtî ku îro tê xwestin û
gengeşekirin dixwaze di encamê de, zaravayê
kurmanciya jêrîn ( soranî ) wek zimanê Gelê
Kurd yê yekgirtî bi cih bike. Eger em li gor
hejmar û dabeşkirinên li jor temaşe bikin em
dê bibînin ku:
-
di hêla jimarê de: Zaravayê
nêzî 10 miliyon kurd li ser zaravayê nêzî 30
miliyonî desthilat dibe.
-
1 zarava li ser 3 zaravayên
din bê bingehên zanistî û lêkolînên
zimanewanî desthilat dibe.
-
Zaravayê beşekî ji parçeyekî
kurdistanê li ser hemî parçeyên din
desthilat dibe.
-
Eger biriyareke weha li
Kurdistana Başûr hat girtin, li her
parçeyekî din biriyareke cuda dikare bê
girtin û li her cihekî Kurdistanê li gora
daxwaza desthilat û serhişkên wê, zaravayek
dê bibe zimanê fermî. Ev jî, xewna Gelê Kurd
têk dibe û rê li ber çend Kurdistanên cuda
vedike.
-
Xala herî tirsnak jî ew e ku
alfabêya erebî wek standard bê girtin û bibe
detsteka ji hevçûna gelê kurd. Di vê rewşê
de, Gelê Kurd yê Başûr û Rojhilat ji Gelê
Kurd yê Bakur û Rojava bi awayekî dayimî tê
birîn û hêdî hêdî rê li ber avakirina du
netewe û du zimanan vedibe.
Ev
xalên jor dikarin bê zerer li ser
berjewendiyên Gelê Kurd pêk werin eger di
çarçoveya lêkolînên zanistî yên pispor de û
piştî parastin û pêşvebirin û
nêzîklihevkirina hemî zaravayên kurdî bicih
bibin. Ev jî, demeke dirêj û di encama
lêkolînên zanistî de dikare rû bide.
Zengilekî gelekî tirsnak
Di
rojnameya hefteyî Evro de, hejmara roja
05.09.2007an, birêz Dr. Dilşad Ebdulrehman
wezîrê perwerdê bi daxuyaniyên xwe rêya
erdhejekê li zimanê kurdî xweş dike: „ Bi
rastî biriyardan li ser zimanekê nivîsînê bo
her neteweyekê biriyareka çarenivîs e û eve
binemayeka bo dirustbûna kiyanekê netewî. Di
cîhan da hîç neteweyek nîne du zimanên
nivîsînê yên cîyawaz hebin di perwerde û
fêrkirinê da.“
http://eduhok.net/evro/pdf2/p205_6.pdf
Destpêk weha xweş, ciwan û şêrîn xuya dike.
Afirandina zimanekî yekgirtî bo kurdan
biriyareke çarenûsî ye ji bo dirustkirina
kiyanekî netewî, lê li vir çend pirs tê bîra
mirov: Gelo ev kiyan tenê Kurdistana Başûr e
yan hemî kurdên ku bi zimanê kurdî û hemî
zaravayan diaxivin? Bi çi rê û rêbazan
pêwîst e ku ev zimanê kurdî yekgirtî dirust
bibe?. Ez dê hewil bidim ku li gora
dirêjahiya axaftina birêz wezîrê perwerdê
van pirsan bi bîr û boçûnên xwe şîrove bikim.
Lê berî vê yekê dixwazim ji cenabê wezîr re
bibêjim, di cîhana hemdem ya îroyîn de,
gelek netewe hene bi du zimanan û belkî
bêtir, wek mînak; li Belcîka 3 zimanên fermî
hene, li Swêsra 4 zimanên fermî hene û li
van welatan bi ti şêwazî ev cudahiya zimanan
bandorê li ser hestên wan yên netewî nakin.
Mirovê belcîkî dimîne belcîkî û nasnameya
xwe ya netewî ne li gora zimanê xwe yê
fransî, almanî yan filamî digire, herweha
mirovê Swêsirî jî, dimîne swêsirî tevî ku bi
fransî, elmanî, rätoromanî yan îtalî
diaxive. Di Kurdistanê de
jî, zaravayên kurdî ticaran nebûne asteng li
hember nasnameya netewî ya kurdî, kurmanc,
soran, zaza, goran, … herdem xwe kurd
naskirine û eger ev zarava bibin zimanên
serbixwe jî, dê xwe kurd nasbikin û di vê
rewşê de ti metirsî nîne eger li şûna
zaravayên kurdî têgîna koma zimanên kurdî cî
bigire. Lê eger rojekê ji rojan zaravayek bi
zorê û serkutkirinê bibe zimanê fermî dê li
şûna yekkirina kiyanê netewî parçekirina vî
kiyanê ku bi xwe heye cihbigire.
Birêz wezîrê perwerdê li ser pirsên Evro
pêde diçe û dibêje: „ … ji ber hindê
biriyardan li ser corenivîsekê zor giring e
û divêt em hemû hewlan bo bideyn û eve bi
rêka serkutkirinê û zordariyê nabit, ez
dibêjim bi rêka qenaetpêkirinê ye bi taybet
pisporên biwarên zimanî û bi rastî jî ev
çende bi rêka imzekirinê nabit …“. Em
vegerin ser awayê biriyarê û hewl bidin ji
van çend hevokan têgihîştinekê bidest bixin.
Li aliyekî ev pirs bi zordariyê û
serkutkirinê nabe, li aliyê din jî, bi
imzekirin û daxwaza xelkê nabe, mebest jî
weha xuya dike ku gerek e zaravayê
kurmanciya jêrîn (soranî) û tîpên erebî
bibin şêwazê corenivîsa ku tê xwestin. Gelo
bi çi awayî dê xwediyên wan imzeyan razî
bibin da zaravayê xwe ji dest berdin? Û eger
ne zordarî be çima dê daxwaz û imze neyên
pejirandin? Eger kurmancîaxêvên Başûr (Behdînan)
razî bûn ku soranî bibe zimanê kiyanekî
netewî, dê çawa û bi çi awayî 25-30 miliyon
kurdên din razî bibin? Gelo em dê çawa
kurdên êzîdî ku qewl, beyt, lavij, diwa û
hemî wêjeya wan ya dînî bi kurmanciya jôrîn
e razî bikin da ku biguhêzin kurmanciya
jêrîn û lavij û qewl û beytên xwe bi soranî
bixwînin? Eger pirsgirêk li hêviya
şarazayên zimanî û pêşniyazkirina wan bimîne,
ew şareza kî ne? Nûneriya çend zaravayên
kurdî dikin? Nûneriya çend parçeyên
Kurdistanê dikin? Çend lêkolîn û projeyên
wan di vê derbarê de hene? Weha ji axaftinên
birêz wezîrê perwerdê diyar e ku mebest ji
kiyana netewî tenê Başûrê Kurdistanê ye: „
… belku bo vê meselê şarezayên zimanî
divêt pêşniyaz biken bo serkirdayetiya
siyasîya wî welatî û cihê xudan biriyarê û
bi pêşniyazê wan zanayên zimanî xudan
biriyarder biriyarê li ser biden û pêdivî ye
li wê demê hemû xelkê Kurdistan pabendî wê
biriyarê bit“. Wek em dizanin sê
parçeyên Kurdistanê hîn di bin barê
dagirkeriyê de ne û serkirdayetiyeke siyasî
xwedî biriyar li wan parçeyan nîne, herweha
şarezayên wan yên zimanî nikarin cihê xwe di
pêşniyazan de bigirin. Weha tê xuyakirin ku
mebest ji xelkê Kurdistanê tenê Kurdistana
Başûr e, eger têgihîştina min rast be di vê
xalê de, em rasterast li hember parçekirina
Gelê Kurd in, wî wextî yekgirtina zimanê
kurdî ku tê xwestin dê dibe parçekirin û
cudakirina Gelê Kurd û ev dibe cihê
metirsiyeke mezin. Gelo li şûna vî şêwazê
kar û xebatê çima Kurdistana Başûr pêşengiya
yekgirtina zimanê kurdî û herweha yekîtiya
Gelê Kurd nake? Ev pêşengî dikare bi
avakirina saziyeke zimanî ku hemî parçeyên
Kurdistanê û hemî zaravayên kurdî tê de cih
bigirin bibe. Bi vî awayî serkirdayetiya
siyasî ya Başûrê Kurdistanê dikare xwedî
biriyar be di avakirina wî kiyanê netewî ku
cenabê wezîrê perwerdê anîye zimên. Kiyanekî
netewî ku hemî Gelê Kurd di nava xwe de
bicivîne ne tenê kurdên Başûr. Yekgirtina
zimanê kurdî çarenivîsa 40 miliyon kurd e,
gelo serkirdayetiya siyasî ya Başûrê
Kurdistanê dê bikaribe weha bi hesanî vê
berpirsiyariya dîrokî bigire ser xwe?
Birêz wezîrê perwerdê weha pê de diçe û
dibêje: „ … nabit li welatekî du ziman û
du şêwazên fermî hebin û eve xelele û eve
nexoşiyeke û divê çareser bikeyn, lewman
nabit bêjin ev kara asayî ye û sirûştî ye,
bi rastî eve pêwîstî bi çareserkirinê heye û
di xizmeta paşeroja xelkê Kurdistanê de ye û
berpirsiyariyeka mêjoyî ye li ser milê me
heye divêt em xeletiyê destnîşan bikin û
çareseriyê jî bo pispor û şarezayan dê bicih
hêlin“. Wek me di serî de jî destnîşan
kir, di jiyana demokratî û hemdem de, li
welatekî, pirzimanî tiştekî sirûştî û asayî
ye û ew nîşana demokrasî û hevpejorandinê ye.
Em kurd jî, di vê jiyanê de û ber bi wê ve
diçin, pêwîst e em ji pirzimanî û
pirzaravayîyê netirsin û mafê zimên wek
mafekî xwezayî bipejirînin û biçespînin. Ez
nikarin têbigihîjim çawa turkmen, ereb û
kildoasûrên Başûrê Kurdistanê dê bikaribin
bi zimanên xwe bixwînin û binivîsin – ji xwe
ew mafekî wan yê sirûştî ye- lê kurmancên
Behdînan dê nikaribin bi kurmancî binivîsin
û bixwînin?.
Tevî cihê birêz Dr. Dilşad Ebdurehman û
berpirsiyariya wî di desthilatiya Başûr de,
mirov dikare van dîtinên wî wek bîr û
boçûneke takesane ku cihê rêzê ye bigire, lê
pirs ew e gelo çareseriya vê pirsgirêkê bi
hêviya pispor û şarezayan dimîne û çawa?
Berpirsiyariya mêjoyî li hember Gelê
Kurdistanê ye yan li hember kurdên Başûr e?
Eger çarçoveya wê berpirsiyariyê weha di
sînorê Kurdistana Başûr de teng bibe, eve
dibe cihê metirsiyeke mezin. Lê eger ev
pirsgirêk ya hemî Gelê Kurdistanê ye, pêwîst
e bi zûtirîn dem saziyeke zimanî ji
şarezayên zimên yên kurdistanî ava bibe û
projeyên birêkûpêk birêve herin. Eger weha
nebe û yekgirtina zimanê kurdî mebest pê ew
be zaravayek li ser zaravayên din desthilat
bibe bêguman ev dê bibe tevkujiyeke mezin ji
bo zimanê kurdî û Gelê kurd.