Gurzek Jı Zaraweyên Kurdî
1. aştî û aşîtî
2. "konevanî " beramberî peyva siyasî"
3. "tore" û "wêje"
4. lêker
5. paşeroj yan pêşeroj
6. hînker, rexnegır yan rexnegêr,
ewlerkarî(security),
7. mamoste yan mamosta, xwende yan xwenda,
wate yan awta,
lêkolîner, lêkolînvan, lêkoler, giring ne
girîng
Xeleka yekê
Zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî, li encama pêşêlkirin û
astengyan di riya pêşketina wî de, dijminê
Kurdan nehiştine xwêndewarî bi zimanê Kurdî
li nav kurdan belav bibe, lewre xwendingeh û
fêrgeh bi zimanê Kurdî di kurdistanê de ji
sedê salan ve nehatine vekirin. Jiber vê
barûdoxa dijwar, zarê Kurmancî, bi taybetî,
nikarîbû û ta niha jî li ber xwe didê, bo
riya xwe di xwendin û nivîsînê de veke, û
têde bi serbestî birêve biçe.
Îro – roj zimanê Kurdî li Tirkiyê û li
Sûriyê, çirîskek biçûk heye û gelek caran
vedimire, ku têde bikare bêhna xwe berde. Di
vê bihinvedanê de, birrek xwenda û nivîserên
zimanê Kurdî çêbûn, dengê xwe bi zimanê xwe
digihêne milletê xwe. Vê delîvê hin govar bi
zimanê Kurdî, wekî: Gelawêj, Pirs, Gulîstan,
Bihar û Zanîn… h.t.d li Sûriyê bi xwe re
anîn, herçende derçûna wan ji jimarekê ta
jimarekê, demeke dirêj distîne, lê dîsa em
dikarin bêjin ku bi roleke giring û pêşxistî
radibin, û em bihêvî ne, ku ji wilo pirtir
pêşbikevin û jimarên wan di demeke kurtir de
derkevin.
Ji alîkî din ve zimanê Kurdî li Ewrupa di
warekî xweştir û serbestîtir de dijî, û
dikarê bêtirs û bê asteng serê xwe hilde, û
rayên xwe xurtir bike. Eva han jî tiştekî ji
me ve diyar e, nemaze T.V. bi zimanê Kurdî
bûne sê kenal.
Jiber van hoyên jorî, zimanê Kurdî (Kurmancî)
nikare riya xwe ser kaniya şaristanî bi
şêweyekî xurt veke, çûnke ta niha rêberên
zana û pispor di nav Kurdan de bi awakî
fereh peyda nebûne; ta niha sîstima hişmendî
û fikrî û zihnî di civaka Kurdî de di kiras
û naveroka paşketî de digerre. bo nimûne, ta
niha pisporên ziman bi awakî zanistiyane di
zarê kurmancî de peyda nebûne, eger hin hene
jî, dîsa kêm in. Ji bilî ku rêberên
siyasiyên me jî bi avakirina ronakbîr û
pispor û zana û xwedekaran nefikirîne, û
nafikirin ji ber ku rewşenbîrî û hişyariya
rast û drust ji kesatiya wan re ne giring e,
ya baş ji wan re ew kesê ku jibo
berjewendiyên wan û bi rêbaza wan çepka
bide.
Di vê avûhewaya nexweş de, ziman jî, wek
xudiyê xwe, wê li gelek astengan, helterpilê,
ango wê gelek şaşî û çewtî têkevin nav laşê
ziman de, nemaze, yên bi forma peyvên nû ve
bend in. Ji alîkî dîtir ve, partiyên Kurda
weku guh didinê çapemeniyên partayetiyê,
hewqas pûte û buhamendiyê nadine çapemeniyên
ziman û rewşenbîriyê, nemaze kitêb û govar û
hînkirina xwendinê û nivîsînê bi zimanê
Kurdî, weha jî piştgiriya nivîskarên Kurd
nakin. Eva han jî nîşana hebûna fikrê
eşîrtiyê û giyana axatiyê di nav endamên
rêberên tevgera Kurdî de ye.
Ziman û peyv û Zarawe
Ziman û peyvên ziman weku mirovan dijîn,
ango pêwîstî bi hemû egerên jiyanê hene, ku
bikarin jiyana xwe berdewam bikin, û hebûna
xwe ji mirinê û nesaxiyê biparêzin, û ji
alîkî dî ve jî bikarin bikevin ser riya
zimanên jîndar de. Di baweriya min de,
jîndarkirina zimanê Kurdî pêwîstî bi gelek
eger û fakterên babetkî û xoyetî heye, da ku
bikare serê xwe hilbide û bikare riya xwe di
nav zimanên dîtir de bikelêşe û avahiya xwe
bilind bike.
Zarawe, çi forim, û çi wate, û çi mebest, ev
hemî wek hev pêwîst in û giring in, çunke
danîna zarawe (têrim – term – مصطلح ) yan jî
dariştina peyveke nû di zimanê Kurdî de divê
li pêka destûr û yasayên rêzimanî pêkbê,
jiber ku çi şaşî û çewtî di danîna forma
peyvê de, gelek sergêjî û nexweşiyan bi xwe
re tênê, weku mirovekî sax, û bê nexweşî
bikevê bin barê nexweşiyê de.
Zimanê Kurdî ji dema derçûna Hawarê û virde
kete qûnaxeke nû de, ango ji zimanekî devokî
bû zimanê nivîsînê û xwendinê, herçende li
nik melayên Kurda ji zû de dihate nivîsîn û
xwendin lê milet bi giştî dûrî zimanê
nivîsînê bû. Herweha, ji ber nebûna pispor û
zanayên ekadîmî, di wî çaxî de, bê guman, yê
hin şaşiyên zimanî li nik Kurdzanên Kurdê wê
demê û herweha yên vê demê jî peyda dibe, lê
belê ya giring ew e ku her nivîserekî Kurd
ligor zanebûna xwe eger pêçêbûn hebe wê
şaşiyê rast bike karekî baş e. Eger nikare
jî rast bike, bi kêmanî vê mijarê tev bide,
wê dîsa bi raya min baş be. Di vê xelekê de
ezê li ser du peyvan rawestim, bihêvî me ku
sûdekê bigihênim zimanê xwe, û tiliyê ber bi
hin şaşiyan ve dirêj bikim, û rastiyê li gor
zanebûna xwe berçav bikim.
Berelabûna Zarawe
Wekku berelayî فوضى û bêrêkûpêkî û bêserîbûn
di danîn û belavkirina zaraweyan û karanîna
peyvên şaş de li nik nivîserên zarê Kurmancî
heye, wilo li nik nivîserên zarê Soranî nîne.
Ev hebûn û nebûn jiber hoyên babetkî ye ku
zarê Kurmancî têde dibûrê, û jiber hebûn û
nebûna mafên rewşenbîrî yên her zarekî ji
hev cudane. Inca di xwendina têkist û
nivîsarên zarê Kurmancî de, em pêrgî
çendayetiyeke bêpirgal û bê wate û bêserî
dibin, jibilî tevaveke zaraweyên şaş. Eva
han bi vî awayî barê zimanê Kurdî bi giştî
giran dike. Jiber wilo jî gelemşe û şaşiyên
bêserûber têde peyda dibin.
Di vê mijarê de emê hin peyv û zaraweyan ji
we re berçav bikin, yên ku çendalayî û
pirbûna zaraweyan bi awakî bêserûber, û di
hin alî de ziyankariyê digihênê zimanê Kurdî:
1. aştî û aşîtî
2. "konevanî " beramberî peyva siyasî"
3. "tore" û "wêje"
4. lêker
5. paşeroj yan pêşeroj
6. hînker, rexnegır yan rexnegêr,
ewlerkarî(security),
7. mamoste/ mamosta, xwende yan xwenda, wate
yan awta,lêkolîner, lêkolînvan, lêkoler,
giring yan girîng.