|
xozîk her ji qêrîna me derdikevin
û dijwar dibin.
xwezî tenê carekê tovê xozîka şîn
biba
bila li ser pêlên deryayek har û dîn
ba.
Yan jî wek dapîra min gotî
Bila li welatê Qeoqas ba yan li
welatê
Urisê gawir ba.
xozîkêt heft xwîşka li dor xwe
dizîvirîn
bi axîna dixemilîn û bi bilindahiya
çiya bilind dibûn
li ser bejna Ararat sinc dibûn .
dibû şîrê çûka ne dihate kirîn û ne
jî firotin ,
spêdeyek bê dil!
rojek dîn
êvarek har
bûn mêvanêt heft keça
zêmar li singê wan şîn dikir
rondik ji bînahiha çava vedixwar
hesret û bîrhatin li ser dîwarêt
odêda
dikêşan.. her yek ji qêrîna xwe
direvî û
ber bi singa ya din ve diçû
her yek dibû dayîk Ararat şîrvedikir
her yek dibû xuda û mirin qebûl
nedikir
hemû deng tevlî hev dibûn,
dibûn şahiyek şîn
mirinek şîn.
xwîşka mezin digot, ez dê bim
goristan da singa birakî gerim bikim.
ya din digot ez dê bim kefen da
gewdê birakî ji zistanê biparêzim
ya din digot ez dê bim kêlî da li
bin serê birakî rûnim
ya din digot ez dê bim ax da singa
birakî giran nekim
ya din digot ez dê bim gul da bêhnê
li birakî xoş bikim
ya din digot ez dê bim xozîk da
seyranîya li birakî kom bikim
ya biçûk digot ez dê bim ronî da
goristanê li birakê xwe ron bikim
birakê mezin digot erê xohet min ez
jî şivanê we me
bila rihê min bi qurbana we be ,,
jîn tim di qorçek xozîka de winda
dibe.
|