|
Paş hilbijartinên Tirkiyeyê(22.07.07), ku di
serencamê de, hejmareke ne hindik(li gorî
hilbijartinên berê) ji niwênerên Kurdan, li jêr
lîsteya AKPê û DTPê(23 parlemanter), gihiştin
parleman, parlemanterên „sonda sor“ xwarîn, berî
çend rojan, di kurtepeyvekê de, basa çarçeweya „programên“
kar û xebatên xwe, yên dahatû, kirin.
Parlemanterên Kurd jî, ku ji „Kurdistana bi dizî“
gihiştine kursiyên parlemana „Tirkiyeya eşkere“,
di vê derfetê de, bi kurtasî, di derbareyê proje
û pilanên xwe, yên xwedêgiravî „bi Kurdî“ de,
çend hêvî, çend xwezî, çend soz û çend daxwazî,
li jêr al û sorê, ku „nayên parçekirin“, bi „Tirkiyeke
eşkere“, anîn ziman.
Aysel Tugluk jî, yek ji wan parlamanterên Kurd,
yên „bextewer“ bû, ku bi Tirkiyeke „bextewer“,
di çend xalan de, basa „çîroka navê“ xwe, yê „bextewer“,
li jêr „ala ji sorê bextewer“, kir.
Aysel xan, hema bi çîroka navê xwe, yê „nezewicî“
û „li dijî çîroka navê mêrantiyê, berxwedêr“,
dest pê kir, û bi „tercîhkirina“ gêwilê heman
navî, ji „şeraba sor“ re, di „koşe û aliyên
vexwarinê de“, dawî li kurteaxaftina xwe anî.
Xanima „şeraba sor“, li pey „Hürrıyetê“, di dema
axaftina xwe de, li bin banê „parlemana sor“,
weha basa „çîroka“ navê xwe, bi „mêrên hov“, „xefkên
zewacê“ û „meyxweşiyê“ re, kir:
„Mêr hez ji jinên bi hêz nakin û wan
napejirînin. Zewac, lerzê dixe laşê mirov,
veciniqandinê pêk tîne, derdora jinê radipêçe,
wê girê dide. Hetanî azadiya jinan pêk neye, jin
û mêr nebe mîna hevûdu, zewac ji bo jinê xefk e,
întihar e. Zewac jinê ji holê radike, wê dikûje
û dawiya wê tîne. Lewmaye zewac dûrî min maye.
Mêr bi hemûaliyên xwe hov in/ne nazik in. Pêwîst
e di hemû karan û di siyasetê de, xebata ku
tiliya mêr/keda mêr têde hebe, ew xebat bêne red
kirin...
Destpêka roja min bi vexwarina çayekî dest pê
dike. Ez dixwazim heywana li mal xwedî bikim, lê
dayika min rê nade. Li deverên vexwarinê,
tercîha min vexwarina şaraba sor e. Ez sporê
nakim. Ez hez ji xwarinên (mutfeqa) tirka dikim.
Di xwarinên kurdî de zêde goşt heye. Ez hez ji
stirana Ferhat Göçer dikim ku peyvên xwe wisan
e: Dagire, vexwe û bişkîne qedeha meyê hoste, em
îşev serxweş in/ Yên ku li jiyanê mane ên me ne,
ji êşa em meyxweş in/ Me mirovên bi du peyva (bi
du pera/bênirx) li xwe kir agir û berda laşê xwe/
Lewma ye em şûşeyan vala dikin, di binê wê de
nefesê distînin (Hürrıyet)...
(Binêre: Netkurd
Bê guman, aliyekî mezin ji rastiya „çanda mêran
e“, ku jin her erd û her asman, mijara „xefkên“
wê û „mêrên“ wê ne, di axaftina Aysel Tugluk de,
heye.
Helbet, ev rastiya mêrên „Rojhilata nêr“, ku
Aysel xan, wê „xefk û xefk“, li qelem dide, ne
razeke, û ne jî diyardeyeke nûkifşkirî ye.
Di çandeke „mêrperestane“ de, ku li seranserî wê,
hîn jin wek „parsûya xwar“, „sertewêna Cûdî“, bi
„nîv-mirovî“, „nîv-aqilî“, „nîv-baweriyê“, „nîv-dînî“,
„nîv-laşî“, „nîv-taqetê“, „nîv-dilî“, û bi „nîv-rihî“,
tê tawanbarkirinê, helbet, jin dê navê trajêdî,
êş û kula herî bê serî û mezin be.
Helbet, „heta ku jin azad nebe, wekhevî di
civakê de nayê“.
Helbet, „her jineke azad, jiyaneke azad e“.
Helbet, „şêr şêr e, çi jin e, çi jî mêr e“.
Helbet, „herwekî çawa li pey her mêrekî mezin,
jineke mezin heye, wisa jî gereke li pey her
jineke mezin, mêrekî mezin, hebe“.
Jiyan, ne tenê „nêr“, ne jî tenê „mê“ dibe.
Jiyan, afrîdeyekî pirr e, bi qasî ku gereke ew „nêr“,
azad be, wisa tê xwestin, ku ew „mê“ jî, azad be.
Jiyan, ne tenê „nêr“ azad dibe, ne jî tenê mê.
Lêkolînên psîkolojî didin diyarkirin, ku
herçiqasî mêr di civakên mêrperestane de,
desthilatdar in jî, lê di kêlîkên „azadiya
bilind“ de, ew ji jinan, pirr ditirsin.
Lewma di „jiyana sêks” de(wek nimûne), ku
azadiyeke vekirî li ber hemû belko û hemû
penceryan, li ser asta herdu aliyan tê xwestinê,
tirsa mêr ji jinê, digihe radeya xwe ya herî
bilind.
Lewma hindek psîkoloj, vê diyardeyê wek „nexweşiya
tirsa ji jinan“, bi nav dikin.
Sedema vê „tirsê“ jî, li gorî derûnnasan ew e,
ku di „neazadikirina“ jinê de, qet ne mumkin û
ne jî beraqil e, ku „azadiya“ mêr, pêk wer e û
bi ser bikeve.
Wate, azadî afrîdeyekî pirr e, navê wê mê û nêr
e; jin û mêr e.
Li hêla din, tiştê ku di axaftina xanima DTPeyî
de, wek niwênera xelkekê, bala min kişand, ew bû,
ku wê xîtaba xwe, ji „Em“ bihtir wek xîtabekê
ber bi „Ez“a xwe ve, pêşkêş kir.
Di parleman de, ku berê hêvî û daxwazên xelkê ye,
li şûna çîroka navên xelkê xwe, wê çîroka navê
xwe, vegot.
Li şûna basa hêvî û daxwazên navên xelkê xwe, wê
basa „veciniqandin“, „lerz“, „êş“ û „xefkên“
navê xwe, yê „nezewicî“, kir.
Li şûna dengê birçîbûn, tîbûn û tazîbûna „Amediyên
xwe“, yên bi Kurdî û ji bo Kurdî, wê dengê
hezkirina xwe ji „metbexa Tirkan“, û „tercîhkirina
xwe ji şeraba sor“ re, ragihqand „parlemana sor“.
Xanima „şeraba sor“, di „Parlemana sor“ de, paş
sonda bi „ala sor“, ku „sorê bi Kurdî“ nas nake,
weha basa rabûn û rûniştina navê xwe ligel „şeraba
sor“, „lerizîna zewacê“, „veciniqandina ji
mêrantiyê“, û „xefkên nêr“ kir, mîna ku çîroka
navê wê, çîroka tevaya „Amedê“ û Kurdistanê be.
Li şûna ku xanima Amedî, li jêr „ala ji sorê bi
zorê”, doz û daxwazên xelkên ku ew hildane wê
derê, siyaset û siyaset, pêşkêş bike, wê
hestname, meyname û gêwilnameyên wexta navê xwe,
di guhên parleman de, xwendin.
Berbijêrên lîsteya „hezarhêvî“, ya ku xanima „metbexa
Tirkî“, li jêr wê gihişt bin banê „parlemana sor“,
berî hilbijartinan, ji xelkên xwe re negotin,
dengê xwe bidin me, daku em basa çîrok û
çivanokên navên xwe bikin.
Xanima „şeraba sor“,
tu sibehan çawa ji xew radibe; çawa „çayê“
vedixwe; ji „werzişê“ hez dike, yan hez nake; tu
çawa derbasî roja xwe dibe; ji xwedîkirina „heywanan“
hez dike, yan hez nake; tu û diya xwe yan pîrika
xwe li ser çi li hev dikin û li ser çi li hev
naikin; tu ji „metbexa Tirkan“ hez dike, ji ya „çîniyan“,
yan jî ya „Serîlankiyan“; tu çawa diçe şevê; tu
ji „şeraba sor“ hez dike, ji „şeraba sipî“, yan
ji ya „pembehî“; tu bi heyvê re, meyxweş dibe,
dilxweş dibe, yan serxwş dibe; tu ji stirana „Ferhad
Göçer“ hez dike, yan ji ya „Ferhad Tunc“, tu ji
„mêran“ hez dike, yan „nefret“ dike; zewac
nêzîkî te be, yan dûrî te be; ew ji te re, xêra
Xwedê be, yan şerrê Xwedê be; zewac ji bo te,
yar be, neyar be, sûc be, yan jî „intîhar“ be
...htd, ev tev, dikevin bin banê individueliya
navê te, yê „bi tenê“, ne karê Kurdan pê ketiye,
ne jî yê Tirkan; ne karê Amedê pê ketiye, ne jî
yê Stenbolê.
Xanima DTPeyî,
hûn, bi „Tirkiyeke sor“, li jêr „aleke sor“, di
„parlemana sor“ de, çûn „karnavala sondxwarinê“,
we got siyaset wisa dixwaze, û xelkê ji we bawer
kir!
Destên we, bi çarlepkan, çûn destên Devlet
Bahçelî, we got em sondxwerên „dewleta
demokratîk in“, dem aneha wisa dixwaze, ev
siyaset e, û xelkê ji we bawer kir.
Îro jî, tu tê bi „Tirkiyeke bixwebawer“, basa
çîroka „navê xwe“, çîroka „metbexa xwe“, „dûrbûna
zewaca xwe“, „meyxweşiya xwe“, „şûşeyên xwe yên
vala“, „surrên stirana xwe“ û „sorê şeraba xwe“
dike, û belkî dîsa hûn ji xelkê re, bibêjin „ev,
bi Tirkî, „siyaset e“, daku ew, dîsa, ji „çîrok
û çîvanokên navên we“, bawer bikin...
Xanima „metbexa tirkî“,
Xelkê, dengê xwe, bi Kurdî, diyarî we kir, ne ji
bo ku hûn „Kurdiya bi dizî, cêrî û bindest“, bi
çarlepkan bibin destên „Tirkiya eşkere, xatûn,
serdest û zordest“.
Xelkê, destên xwe, bi Kurdî, birin destên we, ne
ji bo ku „parlemana sor“, li çepikên destên we,
temaşe bike.
Û xelkê, êş û azariyên navên xwe, bi Kurdî,
sipartin „qebqeba hezarhêviyên we“, ne ji bo ku
navên wan, li jêr „ala sor“, „xulamtiya“ „hezretî“
navê we bikin.
hoshengbroka@hotmail.com
|