MUZÎKA
BÊ SÎNOR, divabû em navekî wesa li Festîvala xwe bikin.
Ev Festîvala toreyê ya li Welatê Baskan* (Pay Basque) pêncemîn
hijmara xwe lidar dixe. Li ser vê xaka pîroz çanda mirovan ji nû ve
dibe yek, ji nû ve hev himbêz dike wek ava Bidasoa** û Atlantîk (Atlantique)
; ji Kurdistanê ta Kêbêkê (Canada), ji Skotlandayê (Great Britain)
ta Portugalê (Portugal) û Fransayê (France) hunermendên ji her çar
alîyên cîhanî civîyne, bi dirêjîya çar rojan û her yek bi şêweyê xwe,
tore, çand û hunera miletê xwe dîyarî me û mêvanên me dike.
Her sê bajarên Xûşk : Irun, Hendaye û Hondarribia*** yên ku sînoran,
ew ji hev veqetandine ji nû ve, bi saya mûzîkê, hev û din himbêz
dikin û sozên xwe nû dikin û vedijînin.
De werin da em bi hev re bibêjin : bi rastî sînor ji mûzîkê re nîn
in.
* Basque Country : herêmeke perçekrî
di navbera Fransa û Spanya de.
** Bidasoa : navê çemekî li ser sînorê Fransa û Spanya ye.
*** Navên Bajar ne li herêmê ne.
Ji Kurdistana Rojava, hunermendê kurd Miço Kendeş tevî vê festîvalê
dibe, deng, reng û muzîka kurdî, di ser sînoran re, derbasî
festîvalê dike. Li gora programê, di van rojan de, hunermendê me
hunera xwe pêşkêş dike:
Fransa 19.08.2005
Spaniya 20.08.2005
