YADÎ BI BÎRANÎNA ŞANZDEHSALIYA ŞEHÎDÊ NEMIR Dr. EBDUREHMAN QASIMLO
Em bi rêz mamosteyê demokrasiyê, alim û rêberê mezin têkoşer, şehîdê nemir
Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevriyên wî bi bîr tînin.
Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevriyên wî şanzdeh sal berê, bi êrîşek terorîstî,
bi biryara mejîtariyên destgemarî hatin şehîdkirin. Ew di demeke ku ji bo
miletê kurd û ji bo hemû kêmnetewên Îranî bûbû hêviyeke mezin de, hat
şehîdkirin.
Şehîdkirina Dr. Qasimlo qelsî û têkcûna dijmin ya li hemberî bîr û raya azad
û demokratîk eşkere dike. Bîr û baweriyên wî rewşenbîrê mezin aştî, azadî û
demokrasî niha bûne projeya demokratîzekirina Rojhelata Navîn û tarîtiyê
ronahî dike.
Bi xwîn xwêdan û qaremaniya şehîdên nemir, li Başûrê Kurdistanê miletê kurd,
bi yekîtiya netewî dîktatorî roxand û dewleta xwe ya azad û demokratîk
damezirand.
Ji bo rûmetgirtina bîr û baweriyên şehîdê nemir, ji bo berdewamiya doza Dr.
Qasimlo, ji bo serkeftinê û ji bo bidestxistina mafê çarenûsî yekîtiya
netewî pêwîst e.
Dr. Qasimlo û hevriyên wî ji bo ku miletê kurd bigihîje mafên xwe yên netewî
û demokratîk bi qaremanî têkoşîn dan û gihîştine karwanê şehêdên azadiya
Kurdistanê. Ew li her çar beşên Kurdistanê wek şehîdên nemir û rêberên doza
pîroz tên bi bîranîn û di dilê miletê me de dijîn.
Baweriya me bi miletê kurd, bi heval, hevrê û hemû kadirên ku bi bîr û
baweriyên nemir Dr. Qasimlo hatine perwerdekirin heye ku ew dê bêrawestan
doza mafê miletê kurd heta serkeftinê bidomînin.
Şehîd namirin. Bila giyanê wan yê pak û pîroz şa be!
Mizgîniya azadiya hersê beşên Kurdistanê ne dûr e.
Bijî yekîtiya miletê kurd.
KOMÎTEYA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
13/07-2005