“Rewşenbîrê ku ji sed
salî de li ser çanda kurdî pasevan e”
Nivîskar: Welîd Murad
Mele Xelîlê Silêmên, ê navê wî bûye
mele xelîlê Mişextî, ew kesekî zimanzan e, dîrokzan e, lêkolînêr e,
helbestvan û wergêr e.
Di sala 1896an de, li devera şêxan li
başûrê kurdistanê ji dayîk bûye. Ji destpêka zaroktiya xwe de, li
xwendin û zanînê geriyaye. Loma wî herçar aliyên kurdistanê xum
kiriye. Bihtirî ji bîst salan, wî di hicirk û tekiyên kurdistan de,
ji zaxo heya Barzan û herêma soran, li ser destên şêx û melayên
kurd, hînî feqetî û zimanzaniyê bû ye. Di salên xortaniya xwe de,
pêrgî gelek zanayarên kurdan hatiye û gelek berhemên kurdên berî xwe
xwendine. Helbest û ziman û dîroka kurdan bi berfereyî xwendiye.
Mele Xelîl bi Mele Mistefayê Berzanî re, di Tekiya şêx Ehmedê
Berzanî de, feqetî kiriye. Di wan salên destpêkê de, dighê astek
bilind di dîrokzaniyê û zimanzaniyê de. Vêce ji wir pê de, lêkolînên
xwe di warê zimên de dike. Ew hinga gihaye çawayîya afirandina
bêjeyan. Êdî hîmên guherîn û veguhestina peyvan, ji zimanekî bo
zimanê din nas kiriye. Ew di riya dema peyv tê de û herweha
rengdêriya bicihbûna bêjeyê di komekê de, ka lêker e yan kirar e, ew
gihaye koka wê. Ji ber ew gelekî zîrek û serdestî bû di zimanên
herêmê de. Ê Erebî, Farisî, Tirkî, Hewramî û Avîstayî û hemû
zaravayên Kurdî. Loma wî karîbû di riya rêzimanên wan de, peyvên wan
ji hevûdû vediqetînê. Lê di vî warî de, wî giraniya xwe daniye ser
zimanê kurdî û Erebî. Ji hemû zaravayên zimanê kurdî, hejmarek mezin
ji peyvan daye hev û di Ferhengek bi rêk û pêk de civandine. Wî navê
ferhenga xwe kiriye (Merg û Jîn). Wî hejmarek berbiçav, ji peyvên ku
di koka xwe de, Avîstayî, kurdî û Farisî ne, ji nav zimanê Erebî
derxistine û li gor pîvanên rêzimanî, vegerandine ser koka wan.
Gelek ji wan bêjeyan di Qurana pîroz de hatine. Li gor mele dibêje,
Ereban gelekî ji formên wan ên resen guherîne û dûrî bingehên wan
kirine, daku rêzmanê wan bikêrî wan bêjeyan were. Wek nimûne:
Peyva (Sirat
al-misteqîm)صراط
المستقيم , ev hevoka ku, dînê
misilmanan li ser ava bûye, û di Fatihê de dûbare dibe. ya ku bêyî
wê, mirovê misilman namîne misilman û nimêja wî nayê pejirandin. Ew
ji zimanê Avîstayî ye. bêjeya Sirat, tîpa pêşî û ya dawî, Ereban li
gor zimanê xwe guherîne. Gereke ya pêşî(س) be, û ya dawî(ت)
be. Bêje di koka xwe de, Avîstayî ye û wateya wê pir e(koprî) ye.
Bêjeya Serab (سراب),
ji zimanê kurdî gihaye wan. Di kurdî de Serav e.
Bêjeya Dîn (دين)
bêjeyek Avîstayî ye, wateya olê dide û di kurdî de jî Dîn bêjeyek
resen e.
Bêjeya Ebed(ابد
أبداً ، أبد الآبدين) bêjeyek
Farisî ye.
Herweha bi sedan peyv hene, ketine nav
zimanê Erebî de. Vêce em xudanê wan bêjeyan in lê em bi dudilî li
wan temaşe dikin. Em matmayî ne, ka ew peyvên resen in ji zimanê
kurdî ne yan ê Erebî ne. Em xwe ji wan biyanî dibînin û em hawil
didin ku, ji dêvla wan ve, li hine din bigerin. Kurd xudanê sermiyan
in lê biyanî hatin li ser rûniştin; ax sed mixabin.
Bêguman lêkolînên ji vî şêweyî, mîna
ên Mele Xelîlê Mişextî, hêzek mezin didin zimanê kurdî. Ji aliyekî
ve, dibin hîm û wê zimanê me li ser bipêş ve biçe. Ji aliyên din ve,
dibin belgenameyek dîrokî. Mîna çiraxekê, dikarin çavên xêrnexwazan
û dagîrkeran birijînin.
Mele Xelîl piştî salên xwendina dûr û
dirêj, bi serkeftinek bêhempa bawernameyên xwe qezenc dike. Êdî di
pey re melatiyê li gundên başûrê kurdistanê dike. Di ber melatiyê
re, lêkolîn û nivîsandinên xwe didûmîne. Li gor ew dibêje, wî demek
dirêj ne kêmtir ji sî salî, nevîsandin kiriye. Di nav wan salan de,
wî (33) sî û sê pertûk afirandine, ji bilî destnivîsên ku windabûn û
ên rêjîma îraqê destê xwe danî ser wan. Lê sî û sê hîn li cem wî
dimînin. Di nav de ew xudanê 1200, hezar û du sed helbestî
ye(Qesîde). Tev bi zimanê kurdî û tîpên erebî afirandine.
Bi giştî berhemên wî, li ser mijarên
cur bi cur in. Di nav wan de li ser dîroka kurd û kurdistan hene.
Pertûkek li ser ola êzîdiyan e, ew mîna lêkolînekê ye. Girêdana
êzîdîtiyê bi ola kurdî herî kevn ve destnîşan dike. Ew şirove dike
ku, ji ber sedemên dîrokî û êrîşên dagîrkerane, gelek guhertin tê de
bûyîne. Gelek tişt ji ola file û misilmanan derbasî bûne. Lê ew
piştrast dike ku, êzîdîtî Ola herî resen e ji gelê kurd re.
Ji ber ku temenê
mele bihtire ji sed salî, gelek tişt hene di dema wî de rû dane, hîn
têne bîra wî. Ew bûyerên dîrokî ne, bi gelê kurd ve girêdayî ne, lê
nehatine nivîsandin. Yan lêkolîn li ser nebûne. Mele dibêje dema şer
di navbera Osmaniyan û Rûsan de li dar bû, gelek kurdên Rojhilatê
kurdistanê koçberî başûrê kurdistanê bûn. Hem ji ber şer û hem ji
ber zordarî û pilanên Rûsan. Vêce ew kes bi deh hezaran bê cî û war
dimînin. Ji ber ku Osmaniyan ji sedî not, genim, ceh, nîsk,
ajel(pez, dewar, hesp û hêştir), ji kurd û fileyên başûrê kurdistanê
distandin. Vêce miletên cî jî birçî diman. Bi hezaran mirov ji birçîbûna
dimirin. Nemaze kesê mişextî, bihtirî wan ji
xelayê û birçîbûnê qir dibûn. Mele Xelîl
dibêje: wî ew karîset bi çavê
xwe dîtiye. Ew kurdên rojhilatê kurdistanê (îran), di goristanekê de
hatin veşartin navê wê
gorîstana xerîboka ye.
Herweha li ser setemkariya Osmaniyan
li himberî gelê Ermenî dibêje: bê çawa mirov nêçîra çûkan dikin,
leşkerên Osmaniyan jî, wisa nêçîra kesên Ermenî dikirin. Mele gove
ye (şahid e) li ser boblatên kurdên rojhilatê û ya gelên Ermenî.
Tirk di ber herduyan de berpirsyar in.
Di nêrîna mele Xelîl de, kok û kaniya
Kurdan berî zayînê bi hezarên salan ji çiyayê Araratê derbû ye. Di
dema çerxên qeşayî de, ji wir ber bi jêr ve hatine. Lê ew mîna
pêlan, nifşek li pey ê din hatiye. Heya qûnaxa Mad, gelek şer di nav
wan û gelên din mîna Asûriyan de çêbûye. Lê dawî ew bi ser dikevin,
dewleta Aşûriyan û Babiliyan dişkînin û welatekî ji Araratê heya
sînorê Afganistanê dadimezirînin.
Mijarek din jî bala mele Xelîl
kişandiye, ew mitolociya gelê kurd e. Di dema êzîdîtî, zerdeştî û
sasaniyê de, gelekan ji kurdan navên ajelan(heywan) li zarokên xwe
dikirin. Mebesta wan ku, zarokên xwe ji bandora çavan biparêzin.
Loma navê zeredeşt jî, li gor wî kelepûrî lê hatiye kirin. wateya
navê zeredeşt di zimanê avîstayî de, Hêştira zer e.
Mele karê wergerandinê kiriye.
Nimûneyên giranbuha û bi nirx li gor dema xwe pêşkêşî gelê kurd
kirine:
1)
Qurana pîroz bi kurmancî şirove kiriye
2)
Helbestên Baba Tahir ji Hewramî
wergerandine kurmancî
3)
Helbestên çaremînî, ên Omer Xeyam
wergerandine kurmancî. Û li ser Xeyam dibêjê ew kurd e, lê wî bi
zimanê biyanî nivîsandiye.
Mele Xelîlê Mişextî, temenê wî di ser
sed salî re ye. Lê hîna li ser hişê xwe ye û di helwestek mêrane de
ye, li himber dagîrkeran. Dibêjê nijada Ereb êrîşî dîroka kurdî û
dînê wanî kevn dikin. Ew bi navê misilmantiyê li ser me dibêjin: win
Sasanê Agirperest in (Mecûs in), win Zeredeştiyê Rojperest in û
êzîdiyên iblîsperest in. Lê Ereb û misilman bi vê helwestê gelekî
şaş in. Ji ber, Agir, Roj û melak tiştin pîroz in di mitolociya
gelek miletan de û gelê kurd yek ji wan e. Van tiştan pîroz dikin û
ji xwe re dikin(Qible), lê ne perestiyê ji wan re dikin. Li vir
cihêwaziyek di navbera perestinê û pîrozkirnê de heye. Mîna
misilmanan ku, kevirê reş (Kabe) li Meke, pîroz dibînin û ji xwe re
dikin(Qible). Vêce hemû misilman di Hec û Nimêjên xwe de, berê xwe
didin wî kevirê reş. Ma kevirê reş Xwedan e ?
Bê çawa mele xebata rewşenbîrî kiriye,
wisa jî parek mezin ji temenê xwe ji şorşgeriyê re jî terxan kiriye.
Ji sala 1956an pê de, wî ji karê meletiyê qeraye û berê xwe daye
têkoşîna netewî. Dikeve nav xebata partiya demoqrata kurdistanê de û
dibe endamekî çalak. Piştî sala 1958an, dema General Ebdul-Kerîm
Qasim destheladariya şahinşahî li îraqê rûdixêne û Komarê di şûnê de
datîne. Jixwe di wê salê de, nemir mele Mistefayê Berzanî, tevî
hevalên xweyî şorşger, piştî diwanzede salan ji koçberiyê vedigerin
Kurdistanê. Ew ji sala 1947an ve, piştî hilweşîna komara kurdistan
demoqrat li Mehabadê, bi 500 tekoşerî re, berê xwe dabûn Yekîtiya
Soviyêtistanê. Wan şer bi artêşa sê dewletên dijmin re kir û ji nû
ve çemê Aras birîn û ketin sînorê dewleta komenist de.
Vêce vegera Serokê nemir Mistefa
Berzanî hêzek mezintir dike dilê mele xelîl de. Hinga ew bi hinek
hevalên xwe re, şaxê partiya demoqrata Kurdistanê li devera şêxan
dadimezirînin. Û mele berpirsiyariyê dike. Hinga pêwendiyên mele bi
mamostayê gewre nemir Ibrahîm Ehmed re çê dibin. Herweha mam Celalê
Talabanî jî dinase, lê ew hîna şagirtê zankoyê bû û li Bexdayê
xwendina xwe dikir.
Di dema desthelatiya serokê komara
îraqê Ebdul-Kerîm Qasim, mele sê caran tê binçav kirin. wisa demên
dirêj di zindanê de dibûrîne. Çaxê nemir Mistefa Berzanî agirê
şoreşa êlûnê vêxist, mele xelîl dibe pêşmerge. Dema bi sedemê
peymana Cezayirê di sala 1975an de, şoreş têk diçe û milet perîşan
dibe, hinga mele Xelîl bi pêşmergeyan re koçberî îranê dibe. Lê
piştî temenê wî mezin dibe dîsa vedigere başûrê kurdistanê.
Ji wan berhemên mele Xelîlê Mişextî,
mixabin, tenê yek pirtûk bi şêweyê fermî li îranê çap bûye. Ew jî
wergera helbestên Xeyam e û tenê buhayê wê dora (120) dolaran
gihayê. Heya niha kesî destê alîkariyê ji bo weşandina wan berhemên
hêja, jê re pêşkêş nekiriye.
Ev mirovê
bîrewer û hişmend, jiyana xwe tev di hejarî, xizanî û mişextiyê de
derbas kiriye. Di wê radeyê de ye ku, ji keda xwe ji bilî nanezikê
tiştekî dî ji gelê xwe û partiyên xwe wernegirtî ye. Çapkirina
berhemên wî, bûye sosret û kul di ser dilê wî de. Heya jê hatiye û
di mercên dijwar de û herweha li mişextiyê, wî hawil daye wî
sermiyanî biparêze. bêguman gelek destnivîsên wî, bi destê rêjîma
faşist windabûne. Ev bû sed sal ku, Ew pasevanê çanda kurdî ye û
hîna bêzar nebûye. Lê ew xemgîn û bendewar e. Bi xemgînî jî dibêjê:
“ Ez û Pertûkên xwe, bûne ji (أهل
الكهف)(Ehl El-Kehf), wisa şop
ji ser me winda bûye û kesek li me napirse.”
33 destnivîsên(Pertûkên) mele Xelîl,
bendewarên hezkiriyên çanda kurdî ne, da wan ji windabûnê rizgar
bikin. Da wan bighînin destê xwênerê kurd û nifşê nû. Bêguman mele
kesekî naskirî ye û ê ku lê bipirse wê bi ser ve bibê. Ew Mele
Xelîlê Mişextî ye.
Elmaniya, 22.06.2005
(*): jêder, axavtina
mele xelîl bixwe li ser Ekranê Televizyona KURDsat