Ronakbîr û
Lêkolînerê Ereb yê navdar Dr.Seyd El-Qeminî, di daxuyaniyekê de
diyar kir, ku êdî ew nema dinivîsîne û her weha "Li hemû nerîn û boçûnên
xwe yên berê poşman
bûye". El-Qeminî yê ku 15 pirtûkên rexneyî li ser Tarîxa Islamê
nivîsandiye, ji ber " Geflêdana grûpek terorîstî bi navê Cema El–Cîhad"
ku berî demekê
çend
email jê re şandibûn
û ew û malbata wî bi " Serjêkirinê" tehdîd kiribû, "Heger dev ji
xebata xwe negere", biryara rawestandina karê xwe yê fikrî da.
El-Qeminî, her
weha di daxuyaniya xwe de diyar dike, ku ewê ji îro û
şûn
ve wek "mirovekî normal bijî, û hemû bîr û boçûnên
berê li pişt
xwe bihêle û baweriyê pê neyîne".
El-Qeminî di heman
demê de, ragihand malpera lebral a ereb www.elaph.com, ku ew "Nema
derdikeve ser ekranên Televizyonan û tu daxuyanî an jî hevpeyvînan
nade alavên ragihandinê".
Hêjayî gotinê
ye, ku Dr.Seyd El-Qeminî yek ji mezintirîn lêkolînerên ereb e, yên
ku di van 30 salên dawî de li ser mijara ISLAMÊ wek Felsefe û Tarîx,
rawestayî.Her weha li himberî saziya El-Ezherê jî disekinî û derbarê
şîrovekirina
çend
pirsên girîng yên ola Islamê, bi taybetî jî têgeha El–Cîhad(Şerê
pîroz), gelek caran nakokî di navbera wan de derketine. Her weha
hijmarek pirtûkên El-Qeminî jî ji aliyê El-Ezherê ve hatine
qedexekirin.
El-Qeminî di
projeya xwe ya fikrî de, ku bi pirtûka"Pêxember Mûsa û Til El-Amarîne"
bi dawî kir, bal dikişand
ser xetera sîstema perwerdekirina zarok û ciwanan ya li welatên ereb
û misilman, û diyar dikir, ku ev "Sîstem" bi xwe rê li vejîna tovên
terorê li cem ciwanên ereb vedike.
Derbarê biryara
El-Qeminî de, gelek gotar,nerîn,daxuyanî û goftûgo di
çapemenya
ereb de derketine. Hîna jî biryara El-Qeminî ya xwevekişandina
ji beyava fikrî dengekî bilind di
çapemeniya
ereb de dide...
www.elaph.com