Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Di roja cejina zarokên cîhanê dexelata
 mendalên kurdan pakrewanek bû

 rojava.net 15.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Mahmûdê Şêx

 

   Wekî tê zanîn, ko di roja yekê pûşperê de, her sal cajna zaroka cîhanî ye, ko her mendalek ji xwe re, dikeve nav cîhana fentaziyê, û dibêjin: “Gelo dê û bavê me, dê çawa, di vê roja piroz de, me pêşwaz bikin, ewê me bibin seyrangehên welêt, da ko em bi hevlên xwe re bilîzin, dîlan û henekan bikim… cilên rengîn û xweşik, li bejina xwe kin, ya wê me bibin filimekî sînemayê yê ko, hin tu kesî lê temaşe nekirî ye, yan şanoyekê ji şanoyên lîstika zaroktiyê …..h.w.d.  ewê me xelatan bikin, ji ber ko, her zarokek hatiye perwerdekirin li mal, bexçeyênzarokan û dibistanan.

Lê dê û bav  ji aliyê xwe ve, soz û amedebûnên xwe, di vê roja piroz de, ji wan re areste kiribûn. Tevî ku dê û bavan, hemû pilanên xwe ji bo xelatkirina zarokên xwe amade kiribû, yan jî wan bibin şano û sînemeyan.

Ez jî, ji hêla xwe ve  wek bavekî, ketibûm taya rzîbûna zaroka xwe, ko ez bi çi awayî  û bi ci milodeyê, vê rojê bi zaroka xwe xwreş û geş bikim. Lê mexabin… min nezanî bû, ku nejatperestên Ereb, Islamistên cîhanî, dev bixwîn û mêkuj û şama faşist, ji mindala min ya şêrîn re, hemû alavên xemgîniyê afirandibûn,  şinîyeke reş li şûna şadûmaniyê anîn, û cilên reş li şûna cilên rengîn kirin, şanoyeke bi teror û xwîn li şûna şanoya xweş yarî kirin, bêyî ku hayê min û zaroka min ji tiştekî heb e.

Hemû pilanên tarî û rûreşîya wan hate diyar kirin, di cejna zaroka min de, bêguman  zaroka min, ket bin dêfaktoya terorîstên şama şofînî û faşîst, ko ew milodiya şînî, xemgînî, di cejna zaroka min de hûnandin.

Gava dê û bavan xwe amade dikirin, ji bo kirîna hin alav û listikên cejnê, ji sere sibehê de, di wan kêlîkên despêka sibehê de,  dijminê bê rûmet û ne mirovane, ji şama nejadperist nûöeya xemgîniyê ji aliyê xwe ve, ji min re ragihandin… şêxê min di bin darê işkencê de, bi şêweyên terorane şehîd kirin û ew diyarî me kirin.

Min jî dest ji lîstik û alavên cejnê kirin, û li öavê zaroka xwe nerî, û min ji zaroka xwe re got: Ez jî vî pakrewanî diyarî ceja teyî îsal dikim, lê ez soz didim te, ko ezê di cejnên te yên paşerojê de, xelatê xemgînî diyarî te nekim, wek hemû zarokên cîhanê xelateke şadûmanî bidim destê te yê bê guneh.

 

 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE