H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Cejna Poşmaniyê
 

 rojava.net 15.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Gulnar Elî

Roj gehand dava dirêj
Bê hedar
Di vê şeva ker de
di xew de ye
Her tişt bêrih maye
bi kirasê rebenan pêçayî
heyv li pişta ewran lawijên xeydê dibêje
Silavê li ...
dastana bêrîyan dike
li kevnewarê
venesînê kotirek spî bu.

Di êşa xewnan de
pirs ji pencera bendemaniyê dibarin
Di darbesta toqîn de,
Nalenala ahîna..,
zarokên durkirî ji hembêza Leilîxana goveyî ne

Konê reş ji bêxunaviyê xemilî
Di dengê poşmaniya ewrekî de
silavên hurbaranê bejivan zivrîne,.
Dîlan e, di ber pela dil de, jivan e
Dukêle henesgeha
hest
bêrî
lerzîn
bêdengî
şahî
xem
ken
û gi..
….. rî..
ye
Gulan bişkuj vedan
Gulav gehişt asoyên..
berxemên min
Rondik di kolanên sorgulan de
Bêsiûdiya xwe nijinand
Kelha Amed a dêrîn e
Dibe
evnem
kezîzer...
gulgenim
di kirasê şepilî de
Ewra buharî
xemla xwe veneda
nebarî
Xewna tazî
lêborîn
bişkorîn
gulbuharê nazivirînin
dikenim
difirim
dileyîzim
dilerizim
Dûrtir çûm digel bêrîyên xwe
ji asoyên lêborînê
gehiştim bajarê bendemaniyê
duhî
evro
û
sube.
Bazinek bêder e
gulan... …
ji rengê guleyan diçîne.
Bibore....
nema arezo ahînga digêrîne
Hizir teng e
xewin efsane ye
can kavilekî ji dumanê ye
Rê di hêza pelatînke de nivist
rê aloz e

Nerevîn reviya
zarok reviya
Min gazî te kir
Te guh neda min
Min ji te xwest
Tu bi xweliyê dilê min bisojî
te dêm tenî kir
Te eniya xwe venekir
Girnijîn ..
di nav bajêr de berbi ba bû,

Tu dibêjî bigirnije...?!
hey ho, hey ho....
Eve....
Sih sal in warê min maye bindest.
Sih sal in girnijîna min li bin pê nerevînê teşiya
Sih sal in zarokên sêwî di hundirê
xwe de nazdar dikem.
Sih sal in buhar bi zerebelgan dixemilî.
Sih sal in keziyên xwe di taristana rojê de vedihînim
Sih sal in dinav sûlava ji çavên min herikî, melevan im.
Sih sal in ristka keseran li dor qirika min badayî
Sih sal in du peyvan , ezman li min girêdayîn
Sih sal in tihna xweşiyan qirqiçandim ez
Birsa girnijînê xwarim ez
Dê ka bibêje dê ka çawa bigirnijim!?

Zarokên duhî şekirokên cejnê nexwarin
yarî nekirin
ji bêrîkirina bêdawî,
heza nejibîrkirî
bişkuj neçirmisî li beyaran
xwîna dilekî vedixwar
Zarok mezin nebûn
bişkuj jî ne bûn Gul

Jivan bêjivan e
Xewna min westiya
Xewnerojek e,
mêvan şeva xewna min e
Bi dest û çavên tijî girî,
kevnebirîna pencerê dinale.
Ev çi zivistan e
zerebelgên dirextan,
li bin befra xwe ...
bi keskê pox reng vedide
Rê li ber pê heyvê xweş dike
çîçikên nivistî, di helîna dagîrkirî de...
hoşeng dibin
Bê ezman mayine !
digirnijin
dikenin
digirîn.
Hest
kelekek e ji pêlên
Hêvî
xwezî
bêrî
bendemanî
êş
Tu bibêje û kela dil xwe birêje
Kî dê
tola min
û te
ji nerevînê bistîne..!?
Li pişt perda reş
ronahiya stêra
- De bêje...
li çavê heyvê binêre
min bibîne
te dibînim!
Bi hev re sema cana ye
kew hişyar bûn ji xew

Dar dilîzin
Werîsê xeman, kevnesalan
ji esmanê heftan hildiweşînin,
li stuyê matmayînê dialînîn
Bi sirûda birûskê hebûn a min vediqetînin
û diçin…..
Derya ji çavên min difûre
asê dikim.. û diçim..
bêmiradan
pê bi şemitînim û diçim
gulek mor, dikim peykerê girnijînê
bi sînga te vedikim
dikim û nakim
te ji vê xewê
hişyar nakim
û diiiii
çiiiiiiiiii
mmmmmm...

27.01.2005- USA


 

 

 



 
                                                                                    

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE