rojava@rojava.net

 
   


Bîra êvarê*

rojava.net 14.12.2005

 

 


Hoşeng Broka


Ku gulberoj, dihatin wexta
pencereyan;
pencereyên ku li pêjna me
dihatin
û li pêjna me
diçûn;
ku gulberoj,
wexta silava wan pencereyan
û wexta pencereyên wê silavê,
mîna destine
ji xwendina kevokan
û pê de,
diçûn wexta navên me,
em,
wan gulberojan,
yên ku pencereyan
bazdidan
civanên me;
em,
wan gulberojan,
yên ku pencere
li xwîna me,
ya li ser hemî rexnan,
vekirî,
diçûn;
û em,
wan gulberojan,
yên ku ji pencereyan
heta bi pencereyan bûn,
mîna du dîlokên nerm
ji devê êvarê
diherikîn.




* Ji pirtûka nebûyî, ku dê li jêr navê „ Bîra ji navê te heta bi navê te“, biçe bîra weşanê.


hoshengbroka@hotmail.com

 


 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin