|
Ezîz Xemcivîn
Canê dibêje:
Yar tu can û jana min î;
tu mey û şîr î,
li ber sînga te mîjoka jîn im
tu bingehê mana min î…!!
Du gul li guldanka dilê te ne
li bin siya ewê alê
yara azadî
û
bûka bi xeml û xêlî
ez bi xwe me…!!
Dengê min
li ber guhê te
payizok û heyranok e,
pista çavê min
awazê nazenîn e
bêdeng hestan dimeyîne..
Tayên evê evîn-bahozê
li keleha camcamî,
li ser sînga keldûmanî
a xwîn derandî
û hêsir rijandî
pêl bi pêl bilind û nizm dirêsîne…!!
Wa bi ser te de hat
li destûr xwestinê nepirsî
Kewa heziyê ji canê xwe
li hêviyê nîşan da
bi mêranî asoyê hiş vegirt,
bela birûsk vedin
ew nema li ser dil
bive û metirsî dibin…!!
Gelawêj e,
dem xweş e
paqij Entîke ye;
berbejna min pîroz e..
çiqas Canbaz û Çikçiko bûm
di gemşa* evîna wê de
ne bi destê min e
çeng şikestin,
bê hêz têkçûm û ketim….!!
Masiya aranê*
li tora dilketinê
ew jî wek min dîl e..
li ber çiraxa şeva şayik
sirûda bêdengiyê
bi hezar awazî belav dike..
li gel ala welat
xwe li ser masa dil çikand.
Xewn û xewneroj û rasteqîn
tev li hev dibin
kildanê peyvên yarê
bi sînga min ve dibin..
kenê lib-libî
bi kilîta şahiyê
cîhana çêjê vedikin..
Ji her buharê perwanek tê
ji her şanê hengek tê
û ji çavên yara min
qulzim û deryake evîn
bi ser cihanekê de tê…!!
9/12/2005
Alain
|