|
Dr. Barî
dr.bari@gmx.de
Lo mêvano birîndaro
îşev dîsa bîna
birînên te tê.
Were
Were, dil li benda te ye,
xwe daweşandiye.
Ji hemî rêç û hevrazên
zor û seqet.
Were bibîne
meydana girên bêrîkirinê,
sal û dem derbasbûn
û pirtûka rûpelên wê
ji baskên şikestî
-yê şalûlê birînên te-
hate çêkirin,
kesekî nikarîbû
wergêrê zimanekî din.
*******
Lo mêvano..
Were bibîne çawa
Bilbilê dilê min î zimantozgirtî
Ferhengên tozgirtî vedike
û birînên te yên tozgirtî
xxxêêz bi xêz,
gooootin bi gotin
dixwîne!
Ma gelo
ev birîn
çiqasî kûr in?!
Ne serma û seqema bakur
û ne jî tîrêjên roja başûr
karîbûn wan hişk bikin!!!
*****
Lo mêvano
Dema roj tête der,
siwarên hespên evînê
xwe girêdidin,
ber bi rûpelên dîrokeke hîna nehatî ve diçin.
Her yekî
dixwaze rêçekê
ji xwe re veke,
di termê
rojên xwe yên fetisî de
û helbestên wan yên evînê
- yên malikên wan
ji birînên te tenê deynekiribûn-
li ber bayekî bêbext
diçin
***
Lo mêvano
Dema êvarên westiyayî
û şevên ji surgunê vegeriyayî
xwe berdidin
kolanên bajarên birînên te,
tenê nasdikin
bê çendî sar e
nivîna jina pîrebî!!!
***
Du Karwan
Lo mêvano..
bi rê ketine
ber bi deriyê xudê ve.
Yekî alboma wêneyên gunehên xwe
zûre zûra laş û evîna min
kirîye
û çûye gilî bike
û yekî
alboma wêneyên sêwîtiya birînên te
diziye
Lo mêvano
hîna kes nizane
ewan çi bersiv
wergirtin û
li kû derê man!
****
Lo mêvano..
Bêdengiya
van şevên sêwî
guhên min êşandin.
Ma gelo
hêza birînên te
nemaye,
daku hespên xwe
li bayê kur siwarke?
Û nalên wan
vê bedengiyê biçirîne!
Lo mêvano
tu birîndar î
di ber min de
bimîne
bila hespên jiyanê tev de
bikin hîre-hîr
heta ew karibin.
Lo mêvano birîndaro
Lo mêvano westiyawo ji birînan
Barê min hîna
ne wek ê te ye
Laşê min îşev
Birîneke
… ez qîz im
***
|